TÊGEHÊN NETEWÎ Û WELATPARÊZIYA MELAYÊ CIZÎRÎ

TÊGEHÊN NETEWÎ Û WELATPARÊZIYA MELAYÊ CIZÎRÎ

Mela Mihyedîn

Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. Lê herçiqas dewra zêrîn ya welatparêziyê dewra Xanî bi xwe be jî Kurdbûn, Kurdistanîbûn û Zimanhezê pêşîn Mela bi xwe bû. Bi fikir û berhemên xwe ji her alî ve tesîrek mezin li Xanî kiriye û tesîra wî ya herî mezin jî ji aliyê welatparêziyê ve bû.

  1. Têgeha Kurdistanê û Kurdistanîbûna Cizîrî

Cara pêşî peyva Kurdistanê di helbestên Cizîrî de derdikeve pêşberî xwendevan an. Beriya wî tu helbestvan û nivîskarên kurd qala navê welat nekiribûn û di nivîsên xwe neanîbûn ziman. Ew zanetî û wêrektî ji aliyê Melayê Cizîrî ve bi awayekî hunermendî di helbestên wî de bi cih dibe.

Aşiqê nazik û mehbûban im tu mebin bê sebr û saman im

Gula baxê Îremê Bohtan im şebçiraxê şebê Kurdistan im

Mela di beyta jorîn herêma Botanê ji aliyê bereket û xweşbûnê ve dişibîne Bexçê Îrem e yê ku qewmê Ad çêkiriye. Bexçê Îremê ji aliyê mîrê Ad’an ve wek cenneteke ser rûyê erdê ve hatiye avakirin. Tê gotin ku gulên herî xweşik û bêhnxweş li wî bexçî hatibû çandin. Mela xwe û pênûsa xwe dişibîne guleke bêhnxweş ya Bexçê Îremê û dîsa tîne ziman ku bi huner û zanîna xwe serçiraya Kurdistanê ye û Kurdistan bi wî rohnî û bêhnxweş dibe.

  1. Zimanheziya Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî alimekî mezin û pir alî bû. Di gellek medreseyan de perwerde dîtiye û gellek ilm ji seydayê mezin ên wê dewrê standiye. Li gel vê yekê Mela ji xeynî zimanê Kurdî bi zimanên Erebî, Farisî û Osmanî jî dizanîbû. Di dewra xwe de Mela bi piranî bi zimanê Erebî û Farisî berhem dixwendin û van zimanan wekî zimanê dayîka xwe baş dizanî lê dîsa jî herçiqasî di aliyê  zimanan de zimannasekî hoste bû jî wî bi zimanê nivîsiye.

Mela qedr û qîmetek mezin daye zimanê xwe û Dîwana xwe jî bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsandiye. Işqa zimanê dayîkê ji zimanên din serdesttir hatiye.

Ger u’luê ji mensûr-i ji nazmê tu dixwazî

Wer şi’rê Mela bîn te bi Şîrazî çi hacet

Mela di beyta xwe ya jorîn de wiha bang li xwendevanên û gelê xwe dike: Ger hûn helbestên mîna ristekek ji mircanê biriqandî û xweş dixwazin werin helbestên  bi zimanê bixwînin, helbestên min bixwînin. We tu hacet bi welatê Şîrazê û helbestvanên wan nîn e. Helbestên me ji yên wan ne kêmtir in, helbestên me jî di asta helbestên wan de ne û ji astan wan jî dibihûrin.

  1. Têgehên Newrozê û Sersalê

Di çanda kurdan Newroz û Sersal ciyekî girîng digire û hersal van herdu cejnên xwe pîroz kirine û li wan xedî derketine. Di demên berê de Sersal û Newroz eynî  roj bûn û herdu cejnên netewî bi hev re dihat pîrozkirin. Ev yek di berhema Xanî ya bi navê Mem û Zînê de derdikeve pêşberî xwendevanan. Herwekî din jî ji aliyê Emerê Hayyam ve salanameyek hatiye çêkirin û di vê salnameyê de roja pêşî ya salnameyê û Newroz eynî roj in. Ev tevlîhevî li aliyekî, Mela jî wekî her kurdekî girîngî daye Sersal û Newrozê. Ev her du têgeh, di gellek helbestên wî de derdikeve pêşberî xwendevanên wî.

Ev narê Sîqala dil e daîm li qala dil e

Newroz û Sersala dil e wextê hilîtin ew sîrac

Di beytên Cizîrî de gellek caran têgehên Newroz û Sersalê di wateyên sembolîk de tên qalkirin lê herçiqas ev wate sembolîk bi xwe bin jî, ev têgeh rehên netewîbûnê bi xwe ne. Şîroveya beyta jorîn wiha ye: “Ev agirê han dil hesû dike û wî timî dixe nav xirecir û qirên û behs û qalekê, lê gava çiraya wî vêdikevejî hingê jê re dibe Newroz û Sersal”[1]

  1. Têgaha Laleşê

Êzdayîtî dînekî kevin yê kurda ye û bêriya Misilmantiyê gellek kurd Êzîdî bûn. Di dewra Xalîfe Emer de gellek kurd dev ji vî dînê xweyî kevnare berdane û bûne Muhemmedî. Herçiqasî Kurd giş bûbin Misilman jî, hîn jî di nav îbadetên wan de rîtûelên kevnare yên Êzdiyatî û Zerdeştiyê hene. Wekî çawa navenda Misilmantiyê Mekke, ya Filehtiyê Roma û ya Cihûtiyê Qûdûs be ya Ezdiyatiyê jî Laleş e. Laleş ji bo êzîdiyan cihekî girîng û pîroz e. Bi tewafa Laleşê re êzîdî dibin Hacî.

Dil geşt e min ji Dêrê naçim Kenişteyê qet

Mihrabê wê bi min ra wer da biçine Laleş

Melayê Cizîrî herçiqasî li ser dînê Misilmantiyê bi xwe be jî û herçiqasî di medreseyan de ilmî dînî wergirtibe jî wekî her kurdekî ew jî ji çanda we ya kevnare qut nebûye û di helbestên xwe de cih daye vî cihê pîroz.

Mela di di beyta jorîn de wiha dibêje: Min dev ji çûn û hatina Kenişta cihûyan û Dêra filehan berdaye û ez hew diçim wan deran. Tenê bila yara kamil bi min re be û ez bi wê re herim Laleşê û em wir tewaf bikin.

  1. Têgehên Dîcle û Feratê

Dîcle (Tîgrîs) û Ferat (Euphrates), du çêmên girîng yên Kurdistanê ne û bi ava xwe Hîlala Zêrîn bi bereket dikin. Destpêkên van her du çeman jî Kurdistan bi xwe ne. Destpêka çemê Dîclê gola Hezarê ye ku ew gol li Elezîzê ye. Destpêkên çêmê Feratê jî yek çiqlê wî ji çemê Reş (Erzirom) û çiqlê din jî çemê Muradê (Agirî) ye. Ev her du çem li Basrayê

Feyza me şubhê Nîl e, Em Dîcle û Ferat in

Ger şêx û wer îmam e vê ra ye min keşakeş

Mela di beyta xwe de wiha dibêêje: “Lehî û rabûna dilê me wekî çemê Nîl e û em bi xwe jî mîna Dîcle û Ferat in. Ger li vê derê şêx yan jî pêşrew hebin, ez amade me di vî warî de bi wan re  lec û têkoşînê bikim”[2]

ÇAVKANÎ

Adak, Doç. Dr. Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Stenbol: Nûbihar, 2013.

Cizîrî, Melayê, (Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Zivingî, Mela Ehmedê), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Cizîrî, Melayê, (Melayê Cizîrî Dîwan, Dilovan, Selman), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Doru, M.Nesîm, Melayê Cizîrî Felsefes ve Tasavvufi Görüşleri, Stenbol: Nûbihar, 2016.

Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Ankara: Özge, 1992.

Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol 2002.

Teknîk, Alî, Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavuf ve Tarikatlar, Stenbol: Nûbihar, 2015.

Xanî, Ehmedê (Dîwan û Jînewariya Ahmedê Xanî, Varlî, Ebdullah M.), Stenbol: Sîpan, 2004.

Xanî, Ehmedê (Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Cîhanî, Perwîz), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Riataza

[1]. Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013, Rp:291

[2]. Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013, Rp:440

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev