KEREDÊZE

KEREDÊZE

Nivîskar û lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) ev helbesta helbestvanê kurd yê sedsala 19an Kanî bi pêşgotineke biçûk va raberî xwendevanên malpera me dike. Fermo, hûn jî wek me lezetê jê bibînin. Piştî çend rojan emê helbesteke Nalî bi vê têmayê raberî we bikin, ku ew jî birêz Ziya Avci ji bo malpera me amade kirîye. 

Şiir ya şair Kanî ye

Kanî di dawîya sedsala 19an şiireka komedî ya bi navê “Keredêze” nivîsandîye, ji naveroka şiirê tê dîtin, mebesta wî wesfê kerekî be. Lê çi heye wisan tê zen kirin ji bo kesekî diyarkirî yê qet remzekî wî nekiribe nav şiirê hatîye nivîsandin. Bi giştî ji çarçoveya rastîya wesfê guhdirêjekî derneketîye derve.

Şiir li ser bingehê benda çarînî hatîye danîn (A A A B), nîv rêza çaran di hemî bendan de bi nîv rêza diyarkirî dawî lê hatîye. Bi vî awayî dest bi şiirê dike:

 

Heytim kerekî dêze çi ‘ifrît û be hêz e

Wek cûtî deka rast e xetî rêzî le rêz e

Coy nawê berrellay ke le naw pûş û perêz e

Qurbanî gunit bê danî meşreb keredêze

 

Endamî gelê şîrîn e zor dillgîr e rengî

Wextî dezerrê gwê bide wek mezreh e dengî

Rehwan e siwarî be deçû mîslî xedengî

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Ger ‘umrî depirsî kem e çar wextîye caş e

Westanî nîye cûtî eka yane le aş e

Bîfroşim eger îmrro be sê lîre belaş e

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Wek esp e serugerdenî gwê qît û ciwan e

Bakî nîye herçendî bikey barî giran e

Emsalî nîye qet‘î le naw qewmî keran

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Di van rêzan de Kanî wesfê ser û çav û endamê kerê dike. Guhdirêjekî bi hêz e, bi rêk û pêk e cot dike, endamê wî sipehî ye, beza ye, temenê wî yê xortînîyê heye, yanî cehş e. Ji bilî cotkirinê bar jî dibe aşî. Bihayê wî giran e. Di nav qewmê keran de tek e.

Vêca şair bi van rêzan dawî bi şiira xwe tîne:

 

Tirsit nebê bajo le biyaban û le kêwan

Çen lê deweşê qewç û qerase û cil û kurtan

Nestênê Xuda mudekî zor em kere lêman

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Royyin nîye rehwanî eçê yane be xar e

Her wek kete rê nabînrê tozî diyar e

Wextî nîye êsta kerdêz memre behar e

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Piştkûrr û kefellxirr simtî kurt çwar pelî estûr

Mûy kilkî dirêj qewî mutrîb bike tembûr

Kanî heye peyda nebê wek em kere mexrûr

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Pêstîş dexarê le bo def bîdeme Hacî

Dekrêtewe ewca le meqam Hacî mîzacî

Lêde defî ker Papxe Kwêr ketye rewacî

Qurbanî gunit bê denî meşreb keredêze

 

Kerê Kanî ewqas bi hêz e li berrî û çiyan naweste. Cil, kurtan, werîs, zengil û hemî esbabekî posteyî lê tên. Beza ye û bi zivirînê simên pên wî toz dike, bi ser van hemî feydeyên keredêze, piştî mirina wî eger postê wî bê debaxkirin ji bo Hacî defeka baş jê çêdibe. Mebest ji Hacî, Ebdullayê meqambêj û defjenê bi nav û deng ê wê demê yê Hewlêrê ye. Her wiha di şiirê de navê Papxe Kwêrê wî jî derbas dibe, ev jî defjenekî şagirdê Ebdulla bû.

Ev şiir wêneka komedîyê ya sipehî ye di edeba kurdî de, bi navê komedîyê dikeve nav edebîyata “Kername”yê. Herçî milê felsefî û şîreta kernameyê ye, ev di wesfê ji alîyê Nalî ya ji bo kerê de gihiştîye kopa serî.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev