Dêwê Mazenderanê û Selmanê Sindî

Dêwê Mazenderanê û Selmanê Sindî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heftêûpêncan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”Dêwê Mazenderanê û Selmanê Sindîraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 75

Carekê caran, reme li dê û bavê guhdaran.

Carekê hikyat li cihê Îranê qewimî

Zal rabû çû çiya neçîrê,

Lênihêrî dêwek wêva tê:

Pelewanek-weke çiyakî,

Zal go: “Nêçîra min hat,

Ezê biçim wî pelewanî bikujim,

Hespê wî, teybîra wî ji xwera bibim”.

Go, dema Zal ço gurzek lê da,

Çawa qumleke pembu,

Li dîwêr bideyî, paşva bê –

Wa paşva hat.

Evî dêwî destê xwe avête Zal:

Ji hespê anî xar.

Dest-pîyê wî danî rikêva xwe,

Pê xwe danî ser.

Zal rikêva wî-lêda ço.

Zal bi dest hîvî kir.

Go: -Zal,tu hîvî ji min neke,

Ezê xeberekê bêjime te,

Heker te ehd bi min kir,

Ezê te berdim,

Heker ne, ezê te par-parîkim,

Hema di rikêvêda.

Go, heke tu ehd bo min keyî,

Kurê xwe Rostem,

Wekî bû heft salî,

Tu bo min rêkeyî, ez bikujim,

Ezê te berdim.

Heker tu ne rêkeyî,

Ezê te bikujim.

Tarîxa min heye,

Mirina min bi Rostemê kurê teye.

Rostem nebe, mirina min tune.

Zal go: -Ehd be,

Hêj Rostem nebe heft salî,

Ezê Rostem bişînim, bê ba te.

Go, ewî jî Zal berda hat.

Rostem bû heft salî,

Deh salî, çardeh salî,

Zal dilnekir Rostem rêke bo dêw.

Ehdê li wî eser kir,

Çiqas xewra diço,

Dest-pîyê xwe rikêva wîda didît,

Qûrîn jê diço.

Carekê Rostem dîwanê rûniştîbû,

Ser textê xwe,

Herdu nikarê dîwanê pelewan rêz rûniştibûn:

Zal jî rex dîwanê xewra ço.

Hew dîtin Zal vecêniqî,

Qûrîn jê ço.

Rostem jê pirsî, go:

-Zal, ew çi li te qewimî ?

Zal go: -Min xewnek dît,

Ejdihakî tu girêdidayî,

Ji wê eserê ez vecêniqîm, qûrîm.

Rojek din, car din, Zal dîwanê xewra ço.

Car din di xewêda vecêniqî, qûriya.

Car din Rostem jê pirsî.

Zal go:-Min di xewnêda dî,

Tu ji zinarekî hatî erdê,

Ez lema vecêniqîm, qûriyam.

Car din Zal li wê raza.

Carke din Zal qûriya.

Rostem çengilê Zal girt, go:

Bi sed carî anîya min,

Tu rast nabêyî min,

Ka çi eserkirî te,

Tu nebêjî rast ji minra,

Ezê te vî taqê dîwêrdim,

Kelpetana hestûyê te

Ji dîwarê neyê vekirinê.

Zal go: -Dêwê Mazinderanê wuha ez girtim,

Ez dame sondê û ehdê,

Go, tarîxa minra ha heye:

“Rostem ku bibe heft salî,

Rêke bira bê, ez bikujim”.

Min ehdkirîye, min tu rê nekirî:

Ehdê li min eser kirîye,

Hindî ez xewra diçim,

Destê xwe di rikêva dewarê wîda dibînim,

Ew qûrîn ji min diçe.

Go: -Hey devê te bişkê,

Dema ez bûme sê salî,

Te ez verê bikirama.

Go, Rostem rabû nav dîwanê,

Sê caran gazî kir,

Kî wê bi minra bê –

Kesî caba wî neda.

Bêjen go: -Xalo, ezê tera bêm.

Rostem go: -Xal xulam,

Tu zarîyî, hêj tu dew û şeran neketî.

Go: -Xalo, xeberê te li erdê nakeve, ezê tera bêm.

Bêjen pelewanekî sivik firinde bû.

Go, rabûn karê xwe kirin,

Herekê cangozek ji xwera çêkirin,

Qilxê dewrêşa li xwe kirin,

Rostem mûk ji Rexşê-Belek kişand,

Danî qutîya xwe, dane rê, çon.

Go, çon, heftyek bi rê çon,

Çone nava deştekê,

Dîtin qesrek nava deştê bû,

Go, çone ber qesrê kanîk hebû:

Çone ber kanîyê rûniştin.

Rostem go: -Bêjen, xewa min tê,

Ezê razêm, hema çevê min germbû, ezê rabim.

Bêjen go: -Tuyê çiqasî xew bî, çevê te germ bin?

Rostem go: -Sê şev, sê rojan,

Belê ber serê min ranebî,

Tu erda neçî.

Go, ma heta hingorê,

Xayê qesirê her heft dêw bûn:

Her heft dêw jî hatin, çone qesirê,

Go, birayê biçûk ji wan,

Gum-gum hilanî, here kanîyê avê.

Go, Bêjen ço pêşîyê, go:

-Hey dêw, xalê min wê li ser kanîyê nivistîye,

Tu neçe ser kanîyê,

Herkê deng û seda be, xalê min hêsa nabe,

Gum-gum bide min, ezê çim avê bînim,

Bibe here bo xwe.

Dêw go: -Tu vî dewrêşê heram binhêre,

Hatîye ser kanîya me, razaye.

Dibêje min jî-neyê ser kanîyê,

Ser rûyê xwe bişoyî,

Gul-rihana biçinî.

Xeberek ji wî, yek ji dêw,

Bêjen cangozek li nav anîya wî da,

Dêw li wê kuşt.

Gum-gum hilanî, hate kanîyê.

Dêwê din nihêrîn birayê wan derengî bû, nehat.

Du bira jê rabûn pey hatin.

Dîsa Bêjen hema sivik-sivik gum-gum da ber avê,

Tijî kir, bir ço pêşiya wan, go:

-Hey dêwno, birayê we hate avê,

Bi tiranî kir, min lêda birayê we kuşt,

Dilê we nemîne,

Ha, ava gum-gum jî xwera bibin.

Xalê min wê li ser avê razaye,

Hişyar nebe.

Dêwa go: -Vê ecêbê binhêre,

Vî dewrêşî birayê me jî kuştîye,

Dibêje me neyên ser kanîyê jî,

Go, herdu dêw gihîştine Bêjen.

Bêjen cangozek li wî da, yek li yê din:

Herdu birayê din jî kuştin,

Vegeriya ser kanîyê.

Ma herçar birayê wan derengî bûn,

Rabûn herçar hevra hatin.

Bêjen gum-gumê wan car din tijî kir,

Ço pêşiya wan dêwa.

Go: -Dêwno, min birayê we kuştîye,

Dilê we nemîne,

Ha gum-gumê we, ava xwe bibin,

Neyêne ser kanîyê,

Xalê min ser kanîyê razaye,

Hişyar nebe.

Go, dema wa go,

Herçar dêw li Bêjen hatine hev, şer kirin.

Ma heta sê rojê Rostem temam bû:

Rostem rabû ser xwe,

Nihêrî Bêjenê xarzî tune.

Geriya, rêç dît, pey rêça wana ço.

Dî şer kirine, Bêjen yek ji wana kuştîye,

Rihet dibin, Bêjen orta wanada rûniştîye,

Hersê dora wî rûniştine.

Dema Rostem pêş ket,

Go: -Bêjen, çi şuxulê te van feqîra ketîye,

Tu van dikujî?

Dema çevê wan bi Rostem ket,

Destê xwe ji Bêjen kişandin,

Hucûm li Rostem kirin,

Gotin: -Em evê mezin bikujin,

Yê biçûk ji xwe tune.

Go, dema nêzîkî Rostem bûn,

Rostem destê xwe avêt,

Yek-yek girt, herdu li hevdu da,

Weke loşkê hêjîrê mane hev.

Ma yek, ew jî destê xwe avêt –

Singê wî girt, bada, avêt.

“Şahname” dibêje hêj niha jî-diçe.

Rostem û Bêjen vegeriyan hatin,

Çon, gelek çon, li qesira dêwê Mazinderanê derketin,

Çone baxçê dêwê Mazinderanê:

Ser kanîyê rûniştin,

Rostem go: -Bêjen, eva qesira dêwê Mazindereye,

Niha ew ketîye xewê,

Ew xewa fêrizîye,

Niha ew rabe, ez bê xew nikarim wî,

Ezê jî bikevime xewa fêrizî.

Go: -Xalo, tuyê çiqas bikevî xewa fêrizîyê?

Go: -Sê roj, sê şevan,

Hema tu ji ber serê min ranebî,

Tu erda neçî.

Go, Bêjen heft roja ber serê wî rûnişt,

Paşê go: -“Ezê rabim biçime vê qesirê,

Ka çi heye, çi tunîne ?”

Go, dema ço derê qesirê vekir,

Lênihêrî sê keçik wê runiştine,

Mirov ne bixwe, ne vexwe, temaşa wanke.

Keçika gotine Bêjen: -Were rûnî, nanekî bixwe.

Avê vexwe, here, di dinyayê qiseke –

Bêje, ez çome qesira dêwê Mazinderanê,

Geryam, min têr nan xwarîye, av vexwarîye,

Ev nav ji tera bese, hingî tu saxî.

Go: -Ka dêwê Mazinderanê nîşanî min din,

Ezê ruhê wî bistînim.

Gotin: -Xêr-gunê te stûyê te,

Here, li wê mixarêda nivistîye.

Bêjen dest avête cangozekê xwe, ço,

Dî wê mixarêda nivistîye,

Serê wî li çiyaê Masîsê danîye,

Pîyê wî li Elegezê dirêj bûye.

Bêjen cangozek xwe hilanî,

Hat lêdana serê wî,

Hewqa lêda, hişyar nebû.

Ço li cem jina wî, go: -Keço, hişyar nabe,

Bêjine min, ka çawa kim, hişyar bibe?

Go: -Here gîsinê kotanê wê li wê,

Dayne kûrê, sorke, dayne kepê wî, wê hişyarbe.

Go, Bêjen ço, kûrêda gîsinê kotanê sorkir,

Danî nav kepê wî.

Car dî hişyar nebû.

Dêwê Mazinderanê xwe êxîste ser milê din.

Go: -Keçino, wa cihê min spihîda,

Kêçê ez gestim, ez îro nerehetim.

Jina wî ço ser sêrî, go:

-Rabe, pelewanek hatîye-wê te bikuje.

Go, dema dêwê Mazinderanê rabû,

Bêjen ber hulma devê wî ji dêrî derbaz bû.

Ew hersê jinik rabûn,

Bêjen danîne bin lihêf-doşekan.

Çiqas lihêf-doşek hebûn,

Lêkirin, veşartin.

Dêwê Mazinderanê go: –

-Ew pelewan kuva ço?

Gon: -Pelewan derket, ço derva.

Eva derket, ço pey gerya,

Bêjen nedît. Ço ser kanîyê,

Dît wê fêrizek ser kanîyê nivistîye.

Dêw sawa xwe jê girt,

Go: -Xwedê zane, ezê derbekê li vî zelamî dem.

Bi derbekê nekeve, ewê hişyarbe, rabe

Êdî ez bi wî nikarim.

Go, Rostem bin darê çinarê razabû,

Ew çinar weke dinyakê mezin bû,

Go, çiqeke darê çinarê hatibû ser Rostem –

Weke bajarekî bû.

Dêwê Mazinderanê go:

“Ezê jî xwe gel bavême ser,

Ezê serbim, heta bêna wî tê birînê”

Go, dema darê çinarê da şikênandin,

Xwe li ser berda, ser Rostem ket:

Rostem buhustekê ço erdê.

Bêjen jî rabû kete nav van jinikan,

Ji xwera dileyize, heneka dike,

Go, xalê wî kete bîra wî,

Go: -Ew dêw çoye ser xalê min,

Wê xalê min bikuje,

Herkê xalê min bikuje,

Ezê dê kuva xilazbim ji destê wî?

Bêjen cangozê xwe danî

Ser milê xwe, ço ser kanî.

Dî xalê wî wê li mirinêye.

Bêjen jî diçe, her çar cangozê xwe nav çevê dêwê Mazinderanê dide.

Dema destê xwe davête Bêjen,

Bêjen direve,

Go, dema car din Bêjen hat,

Cangozeke din li kepê wî sotî da,

Dilê wî şewitî:

Rabû, sekinî, berda pey Bêjen.

Go, çiqeka çinara ser Rostem sivik bû,

Rostem dest avêt çinarê, ser xwe avêt,

Rabû, kire gazî dêwê Mazinderanê,

Go: -Ez Rostemim, tuyê kuva destê min xilazbî ?

Go, dema wa go, weke panzde xundkarî

Ji tirsa dêwê Mazinderanê kêm bû.

Herdu fêriz beryek vehatin,

Herdu fêriz, pelewan çone bin çengê hevra,

Go, dêwê Mazinderanê Rostem dibe serê meydanê,

Rostem wî dibe binê meydanê,

Erd ber pîyê wana diqelişe,

Dibe newala gelek kûr,

Erd ber xûna wan dibe herî:

Sê roj, sê şeva mane ber hev,

Ne Rostem çar wî kir, ne ewî çar Rostem kir.

Piştî sê rojan, Rostem qewata xwe civand,

Ser serê xwe hilanî,

Dêwê Mazinderanê, ew ejdehayê erd û ezmanan li erdê da.

Kêr ber xwe deranî,

Avête situ, jêkir.

Rostem go: -Bêjen.

Bêjen go: -Çîye ?

Go: -Ezê bikevim xewa fêrizî,

Ev hersê jin dêwê Mazinderanê bi xurtî anîne,

Wan bibe here teslîmî xwayê wanke,

Heta sê rojan, ezê jî têr binivim (razêm),

Vegere were, emê biçine mal.

Bêjen pirskir ji wan jinikan, go:

-Hûn keçê kêne?

Yek go: -Ez keça Selmîyanê Sindîme.

Yek jî go:- Ez keça paşayê Birsayême.

Ya dî go: -Ez keça paşayê Enkayême.

Her carî Bêjen keçikek hilanî, ço teslîmî xwayê wan kir, hat.

Heta sê rojê wî temam bûn,

Hersê keçan bir, ço,

Teslîmî xwayê wan kir, hat.

Heta yê dûmayî Bêjen hat,

Rostem jî hişyar bû ji xewê.

Go: -Bêjen, tu li dinyayê geryayî,

Te çi bajarekî xweş dî?

Bêje em biçin wî bajarî,

Rehetbin, paşê em biçinê mal.

Go: -Xalo, tu bajar ji bajarê Berxê xweştir tune li dinyayê.

Go, rabûn berê xwe dane bajarê Berxê, çon.

Çon gihîştin bajarê Berxê,

Ser derge sekinîn,

Bêjen derbazî bajêr bû,

Ez ne, “Şahname” dibê derge rê nede,

Êdî Rostem dergehî derbaz nabû nav bajêr.

Go: -Bêjen, here nik padşayê bajêr,

Hostan rêke, derî-derge rakin,

Wekî ez derbazbim bajêr.

Ewan jî Selmanê Sindî hatîye ser bajarê wan.

Xercê gran dixweze-nikarin xerc bidin.

Şîn-girî ketîye bajarê wan,

Nikarin xercê wî bidin.

Bêjen ço li nik padşê,

Go: -Xalê min wê li ser dergeh,

Derî derbaz nabe, derî rê nade,

Hostan rêke derî-dergeh rakin,

Wekî xalê min derbazî bajêrbe.

Go: -Here wêda, dewrêşê kotî,

Ji xwe kêfa te, kêfa wîye.

Bêjen hat, go Rostem.

Rostem go: -Here çengilê padşa û wezîr bigire,

Herduya bikişîne, bîne nik min.

Go, Bêjen ço, destê xwe avêt çengilê padşê, wezîr,

Kişand anî heta dergeh.

Go, dema çevê wî li Rostem ket,

Go, şerm kir, xwe da paş.

Go: -Padşahim, şerm neke,

Hostem bîne, derî dergeh rake,

Wekî ez derbazî bajêrbim.

Go, dema hatin dergeh rakirin,

Rostem derbazî bajêr bû,

Qest milê xwe goşê dîwara dixe,

Goşê dîwara diherifand.

Derbaz bûn, çon.

Rabûn li dîwana padşê,

Go: -Padşahim, ew çi qîrîne, çi xirtole –

Li bajarê Berxêda?

Go: -Selmanê Sindî hatîye,

Xercekî giran ji me dixwaze,

Em neşên bidin.

Rostem go: -Xudanê şev û rojan,

Hûn perekî bidin, hûn ji destê me xilaz nabin.

Êdî ji tirsa Rostem ne xercê wî berev kirin,

Ne diwêrin biçin hîvî ji Selmanê Sindî bikin.

Go, Rostem dîsa kete xewa fêrizîya, raza,

Go, sê rojan bajarê Berxê –

Kes neçûye cem Selmanê Sindî.

Go, Selmanê Sindî go: -Xwedê zane

Bajarê Berxê ber me asê bûye.

Go, sê pelewanê Selmanî Sindî hebûn.

Yek-Şengê Tûz,

Yek-Mengê Tûz,

Yek-Pengê Tûz.

Go, rabû Şengê Tûz rêkir, ço bajarê Berxê.

Go: -Herçî pelewan heye bajarê Berxê,

Bila bê şerê min.

Tu kes tunebû biçoya şerê Şengê Tûz.

Bêjen rabû ço li padşê, go:

-Padşahim, dewarekî (hesp) bide min,

Wekî ez biçime şerê wî.

Go, dewarek da Bêjen,

Bêjen ço şerê Şengê Tûz

Go, heta nîvro şer kirin,

Nîvro lêda Şengê Tûz kuşt.

Bajarê Berxê dibên:

-Welleh dewrêşê mezin tune,

Heker tiştekî bike,

Dewrêşê biçûkê bike.

Go, sê rojan Bêjen ço şer,

Hersê pelewanê Selmanê Sindî kuşt.

Go, rojtira dî Selmanê Sindî hate meydanê.

Dema Bêjen ço pêş,

Selmanê Sindî lep avêt,

Bêjen hespve girt, rakir, bir mala xwe.

Dema girt, bir,

Keça wî çev ket, naskir, ku Bêjene,

Go, “Xwedê zane, ez teybîrekê nekim,

Babê minê Bêjen bikuje”.

Ço pêşiya babê xwe, go:

-Babo, evî pelewanî sê pelewanê te kuşt,

Vî pelewanî bide min ez bibim,

Sê heyvan ceza bidime ruhê wî:

Paşê be bikuje.

Ji babê xwe stend:

Bêjen bir mala xwe,

Bêjenra da xwarin, vexarin, kêf kirin.

Dema Selmanê Sindî Bêjen girt, bir,

Dîsa şîn-girî kete bajarê Berxê.

Rostem hişyar bû, go: -Ev çi bûye?

Go: -Malhedimî, tu hatî nivistî,

Selmanê Sindî hevalê te girt, bir.

Rostem rabû mûyê Rexşî Belek da agir,

Dibên-Rexşê Belek li tewlêda pêkolkir.

Go, Zal go: -Rabin Rexşê Belek bînin,

Zîn-rext lêkin,

Gurz-kelbenda wî girêdin, bila biçe,

Gamêşê hêç tengî ketiye, here bighîjê.

Go, rabûn zînê Eyntabê lê şidandin,

Gurz û kelbeng lê girêdan,

Şîrê fêrizîyê di qerpûzêda da kişandin,

Rexşê-Belek -Hey berdan, rê dan,

Go, riya wî di Masîsra derbaz bûye.

Rexşê Belek go, ji xwera go:

“Ez heta vê deştê biçime Masîsê,

Ezê derengî bim.

Ezê xwe ji liha bavême Masîs,

Wekî zû bigihîjimê “.

Dema xwe avêt, şilfa gurz qetîya,

Deştê ket.

Ji wê vegeriya hat:

Devê xwe avête gurz hilanî, ço.

Go, Rostem heta sivê ji tirsa xewa wî nehat,

Diço ser dergeh, dihat.

Go, berê sivê bû –

Rêjnek (dengê zirav) da guhê wî,

Go: -Xwedê aleme hespê min nehat,

Selmanê Sindîye hate şerê min, ezê çawa kim?

Dema hat nêzikayî lê kir,

Dît Rexşê-Belek bû.

Ço serê Rexşê-Belek paç kir,

Lênihêrî helexeke şilfê gurzê wî qetyabû.

Gote padşa, go: -hostan bînin, bila şilfa- (cilfa) gurzê min çêkin.

Hoste hatin şilfa gurzê wî çêkirin.

Go, dema Bêjen girtin, Rostem bihîst,

Çil xundkarî hundurê Rostem

Ji tirsa jê kêm bûbû.

Go, Rostem rabû Rexşê Belek anî,

Tîmareke pelewanî dayê,

Zînê Eyntabê ser milan xirikand,

Teng û benê wî şidand,

Destê xwe avêt çengilê gurzê giran girt,

Şûr û mertal avête milê xwe:

Lingê xwe danî rikêvê,

Ser zînê sihetê rûnişt,

Ço şerê Selmanê Sindî.

Bû şerê fêriz pelewanan.

Go: gîsinê kotanê ser serê hev sorkirin,

Agirê menceneqîyê ser serê hevdu hejandin,

Ji erdê xetê kotanê –

Ber pê hespê wan vedibû.

Go, sê roj, sê şevan mane pêsîra hev,

Ne wî çar ji wî bir, ne wî çar ji wî bir.

Go, dema Selmanê Sindî ço mal,

Gote keça xwe:

-Ew pelewanê pêş min ketî,

Min tu teybîr lê nekir,

Ew pelewanê min girt anî,

Sibê bîne ser banê kelê –

Qet-qetke bavêje,

Wekî Rostem bibîne, hunirê wî kêmbe,

Wekî ez çar jêkem.

Go, dema sibê Rostem ço şer,

Selmanê Sindî lê kire gazî,

Go: -Rostem, xwedê zane, îro roja teye,

Ew serê te çiyaê Qafê jî here,

Ji min xilaz nabe.

Serê xwe rake, dinyaê temaşeke,

Sube sê zelam nebêjin –

Selmanê Sindî bêbext bû,

Nehişt Rostem dinya temaşekira, kuşt.

Wa go, wekî Rostem binêrî,

Qetêd Bêjen bibîne, ku ji banê kelê bavên,

Qewata wî kêmbe.

Keça wî Bêjen bir ço ser banê kelê,

Milê hev girtin, meşûxk diken

Ser banî vî alî, yek wî alî.

Milê hevdu girtin-diçin, tên,

Keyfxweşî dikin.

Dema Rostem serê xwe hilanî,

Dî Bêjen saxe, bi keça wîra

Ser banê kelê keyf dike:

Saxî Bêjen dî.

Ez ne “Şehname” dibê,

Çil xundkarî qewata Rostem zêda bû,

Rostem li Selmanê Sindîkire gazî:

Go: -Selmanê Sindî, tu binhêre dinyaê,

Îro ezê te bikujim,

Canê te cenimê rêkim.

Go, dema wa go,

Selmanê Sindî li banê kelê nihêrî –

Ku keça wî, Bêjen ser serê banê kelê

Kêyf dikin, bîst xundkarî qewata wî kêmbû,

Berê xwe ji Rostem vegerand,

Berê xwe da keça xwe, ço.

Go, dema ew ço,

Rostem ji piştva ço,

Rabû ser rikêva xwe,

Gurzê xwe hilanî,

Weke Sipîndarekî blind kir:

Jorda kelê Selmanê Sindî da,

Kuşt, canê wî cenimê teslîm kir.

Go, dema Selmanê Sindî kuşt,

Bajarê Berxê bezîn talanê wan.

Rostem go bajarê Berxîn, go: –

-Herçî talanê wî, ya min,

Herçî axa wî teslîmîne.

Go, rabû, çiqa talanê Selmanê Sindî hebû,

Hilanî, keça wîra anî, hat.

Gihîşte qesira dêwê Mazinderanê –

Çiqas talanê wan jî hebû –

Hemû bar kir,

Kire karvan,

Anî hat, ço li eywana Zabilê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.