Bihar bi gulekê nayê

Bihar bi gulekê nayê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner


Pêşiyên me gotine: BIHAR BI GULEKÊ NAYÊ. Ji ber ku ev e ji 2014an ve ye ku terorîstên Ereb bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Kurdan dikujin, serê wan wek pez jê dikin û keç û jinên wan jî dibin li bazaran bi Dolarên Emerîkî difroşin Erebên bisilman.

Sosreta mezin ev e ku heta niha jî Kurdan fêm nekiriye ku çima ewqas bobelatên kesnedîtî bi serê wan ve tên.

Îro li qada jiyanê bi dehê hezaran Kurd hene ku xwe siyasetmedar, zana, pispor, birêvebir û serok dibînin. Lê belê eger di van rojên hewqas teng û tarî de ku ew destên biratiyê nedin hev û bi hawanê demokratî, biratî û wekhevîtiyê nemeşin, êdî wê kengê çêbikin, ne diyar e.
Di nava van kesên ku behsa wan hate kirin de ku yek du kesên baş û babetê van xeysetan hebin jî, lê çewa ku pêşiyên me gotine “Bihar bi gulekê nayê”, bihara Kurdan jî nayê an jî wê pir dereng were.

Rastiya me çi ye, divê em wisa xwe bibînin, ne kêm û ne jî zêde.

Bêguman, diyar e ku her miletek/neteweyek li gor gehandina xwe ya çandî, siyasî, civakî û wekî din, rewşenbîr û siyasetmedar û hunermend ji nava xwe derdixe qada jiyanê.

Eger hin kes bi navê Serokê Kurd li vî welatî gotinek bêjin, lê yê dî gotineke dî bêje û li welatê dîtirkê jî tiştekî dîtirkê bibêje, kes pîş bi wan nake û bawerî jî bi wan nayne.

Gotineke dî ya pêşiyên me ev e: “Kedkirê xwe, şêrînê dilê xelkê.”

Bêguman diyar e ku birrek an rêxistineke Kurd bi tena serê xwe nikare tiştekî bike û serkeftin bi dest bîne. Lê belê çewa ku hemî zanayên zanistmend gotine, eger meriv bi hev re bira û hevkar be, meriv di hemî karan de serkeftî dibe, yanena binkeftin li pêşiya wan e.

Hesabê hejmarî, yê teknîk û konevaniyê tev li ber çavên me ne. Eger kî ji me ji riya bo me pêdivî averê bibe, diyar dibe ku ew li pey amacede dî ye.

Pêşiyê kurdan vê jî gotiye: “Ez bi te, tu bi min, em tev bi Xwedê.”

Eger ji nivîskaran tenê ez bim, ji siyasetmedaran tenê tu bî û ji hunermendan jî tenê ewê dî be, em ji binê berfa sivistana xedar dernakevin û bihara me jî bi gulekê tenê nayê.

Em jî ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku hevkariyeke baş, bi biratî û aramî çêbibe û jiyana hemwelatiyên me têkeve binê êminatiyê, Kurd tev di nêv gulîstana xwemalî de li jiyanê berdewam bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev