Avusturya rûpoş-rûbend qedexe kir

Avusturya rûpoş-rûbend qedexe kir

Hikûmeta Avusturyayê biryar da ku rûpoşa ku rûyê jina bi temamî digire li dibistan, dadgeh û daîreyên fermî were qedexekirin.

Hikûmet her wiha li ser qedexeyeke din jî disekine ku tueban û cilên ku sembolên dînî tînin bîra mirovan berbend bike.

Wekî hincet jî hikûmet dibêje ku wan xwe pexşî civakeke vekirî û eşkere kiriye û ragihandin û fêmkirineke eşkere riya vê yekê ye.

Tê texmînkirin ku li seranserê Avusturyayê 150 jin bi temamî rûyê xwe digirin.

Ofîsên turîzmê jî dibêjin ku ev biryar wê bibe sedem ku turîstên ji welatên kendava erebî nema werin welatê wan.

Berdevkê hikûmetê daxuyanî da rojnameyeke Avusturyayê û eşkere kir ku qedexe wê li navenda paytexta Viyanayê û navendên turîzma berfê yên wekî Zell am See yê werin pêkanîn.

Tê gotin ku koalisyona navendî ya Avusyuryayê dixwaze bi vê helwesta xwe rê li ber Partiya Azadiyê bigire ku ev partî wekî partiyeke neteweperest a rastan tê naskirin.

Partiya Azadiyê bi ferqeke pir hindik hilbijartinên meha borî winda kiribû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rondik

    Bash kirine, é ku sherieta islamé dixwaze bila bichine Siudîyé, chi kare wan li Ewropa heye.

Şirovekirin hatine girtin.