ELÎYÊ EBDULRREHMAN: Jîyan û berhemên wî

ELÎYÊ EBDULRREHMAN: Jîyan û berhemên wî

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Elî kurê Ebdulrehmanê kurê Mihemed e, di sala 1920an de li hewargeha gola Çilûrê (îhtîmal e ev gola Çildirê be -Z. Avci) ya qezayê Wanê li bakurê Kurdistanê hatîye dinê. Mala bavê wî girêdayî beşê Brûkiyan ya eşîreta Zîllîyê ye. Li derûdora tefandina serîhildana Şêx Seîdê Pîran mala Elî wekî bi hezaran aîleyên kurd ên din koçber bûne û piştre li Nexçewanê bi cih bûne. Heta serdema temenê xwe yê xortînîyê ji Elî re li hev nehatîye çavê wî bi xwendegehekê bikeve. Di sala 1933an de mala xwe anîne Ermenîstanê û li gundê Hesenlû yê li navçeya Êçmîyadzînê bi cih dibin. Elî xwendina xwe ya seretayî li wî gundî temam kir û yekser bû xwendekar di enstîtûya mamosteyên zimanê kurdî de, di sala 1937an de bawernameya wê dezgehê wergirt. Ji wê salê heta 1940î di xwendegeha Musakendê û ‘Emoyê de, ku herdu gund xwedîyê yek xwendegehê bûn, mamosteyî kirîye. Bi destpêkirina şerê Rûsya û Almanyayê yê di sala 1941an re, Elî bi partîzanê yekîneyek Rûsyayê. Xebata çekdarî ya partîzanî di sengerên eskerî de girantir bû. Elî di komarên Ukraynayê û Belorûsyayê de şer kirîye, di nav erd û çiyayên Romanyayê, Polonyayê, Çekoslovakyayê û Almanyayê xebitîye. Çar madalye jê re hatine dayîn: ya yekê Partîzanî, Serkevtina Şerê Niştimanî, Rizgarbûna Mozkovayê û Rizgarbûna Qafqasyayê. Piştî xelasîya şer di gulana 1945an de vegeraye Ermenstanê û xwe bi kar û barên edebîyatê ve mijûl kirîye. Piştî wê cardin hewesa wî ya xwendinê bilind bûye û berê xwe daye Azerbaycanê û di xwendegeha enstîtûya mamosteyan a Bakûyê de bûye xwendekar û di sala 1949an de ji wê dezgehê dîploma wergirtîye. Piştî wê wî kirine birêvebirê xwendegehê. Di vî karî de gelek nemaye, piştre birêvebirîya perwerde û zanistî jê re hat sipartin. Di sala 1953an de ji bo karûbarên zimanê kurdî û azerî wî kirin sekreterê wezareta zanyarîyê ya Ermenîstanê.

Rojnameya Rya teze ji bo xemlandin û firehkirina asoya bîra Elî bûye meydana meşqê, ji sala 1955an heta 1961an tê de nivîsên wî hatine weşandin. Desteya nivîskarên wê rojnameyê wî yek ji xwe hesêb dikirin. Di sala 1961an de Elî bû serekê sovxoza Kalînînê, ev yek ji sovxozên mezin ên Ermenîstanê bû.

Sovxoz di Yekîtîya Sovyetê ya kevin de dezgeheke aborî ya ziraetê ya dewletê bû. Elî di vî karî de ma heta serdema xanenişînîyê û dawîya jiyana xwe. Piştî hilweşîna desthilata Zovyetê li Qafqasyayê (1991) û di netîceya şerê neteweyî û dînî di navbera ermenî û azerîyan de, malbata Elî koçber bûn û bi xwe jî di sala 1994an de koça dawîyê kir.

BERHEMÊN WÎ YÊN EDEBÎ

Elî komek ziman dizanî û şarezayê edebîyata wan bû. Ji bilî zimanê kurdî, rûsî, êrmenkî, tirkî (azerî), qirqizî, ozbekî û farisî dizanî. Ji nêzîk ve edebîyata wan nas dikir. Ew zemîn û çavkanî rê ji bo Elî xweş kiribûn bibe nivîskarekî li ber çav, ku dikare di van haletên xwe rê bên dîtin:

1-Elî wêneyê rasteqînî yê jiyana neteweyê xwe bû. Ji temenê şeşsalîyê ve tûşî koçberî, îşkence û derdeserîyên jiyanê bûbû. Di temenê xwe yê xortînîyê de rêya partîzanîyê hilbijartibû, vêca bûbû mamoste, piştre di rojnamegerîyê de xebitî bû, piştre di zîraetê de, lê hemî ev karên wî ku beşekî ji jiyanê ne, ji bo xwendin û nivîsandinê bûye, ji ber ku jiyana rasteqînî ye.

2- Wezîrî Nadirî yê pismamê Elî li ser wî wiha dibêje: Ew mamosteyê min ê yekem bû, min gelek îstîfadeyê jê wergirt û ez gelek jî jê hîn bûm.

Destpêka pêşgotina behra edeba Elî di sala 1940î de dest pê kir, lê ji ber sebebê beşdarîya di şerê Rûsya û Almanyayê (1941-1945) de meşqa nivîsandina wî di vî navî de jênebû. Piştî şer bi rastî Elî wekî nivîskarekî rabû piyan û nav û deng da. Ya cihê gotinê ye ew e ku Elî wekî Erebê Şemo berhemên wî yên edebî ji çarçoveya pexşanê derneketine derve. Deh-duwazdeh şiirên wî yên heyî, belgeyên wê ne ku eger mijara şiirê ji bo berhema edebe hilbijartîya dê şairekî baş jê derketiba. Di navenda edeba wî welatî de eger Ereb nivîskarê yekem hatibe hesêbkirin, navê Elî pişt wî hatîye.

Elî behemên xwe yên edebî bi giştî bi rêya pexşanê re nivîsandine. Çend perçe şiir jî hûnandine. Pexşanên wî ji wê mijarê ne ku di edebîyata neteweyên cîhanê de di orteyê de ne, wekî gotar û çîrokên kurt û çîrokên navîn (povîst) û roman.

Di serdema Rya teze de kar kirîye û nivîs tê de weşandine, di nivîsandinê de  midetê meşq û pêşketinê bûye û berhemên zêde pêk anîne. Di sala 1957an de, di kitêba “Nivîsarkarêd Kurda Ya Sovyetiyê” de çîroka “Morof” weşandîye. Ev kitêb berhema mezintirîn şair û nivîskarên kurdên Qafqasya Rûsyayê bûye.

XATÊ XANIM

Xatê Xanim yekemîn komek çîrokên Elî ne di kitêbekê de weşandiye, di sala 1959an de li Êrîvanê derketîye. Noberê bi vî awayî berhemên edebî pêşkêş kirine û wiha gotiye: “Ez vê kitêbê, xwe ya pêşne çûk, pêşkêşî nivîskarê kurda yê ‘eyan dersdarê xwe yê ezîz rehmetî Cebar Nadirî û birê xwe yê bêmiraz Qulîxan dikim”.

Xatê Xanim ji çar çîrokên bi navê “Jina Kurd”, Morof”, “Bextê Wî Zilamê” û “Bextewarîya ‘Emir” pêk hatîye. Di nav van de çîroka serekî ya bi navê “Jina Kurd” e, navê wê Xatê Xanim e, ji ber wê çîrokê bi wî navî weşandîye. Du çîrokên destpêkî yên dirêj in, nêzîkî sed rûpelan in, duduyên din kurteçîrok in.

DÊ (DAYÎK)

Berhemên giring ên Elî ew koma çîrok û şiiran e ku di sala 1965an de bi navê “Dê” li Êrîvanê weşandîye, ev ji şeş çîrokan pêk tê, ji van “Dê”, “Rasthatin” û “Du Dilê Hizkirî” ji çîrokên dirêj in. Yên din “Berdêlî”, “Du Jîyîn” û “Seyran” çîrokên kurt in. Her wiha di wê kitêbê de yazdeh perçe şiirên Elî yên bi pênc perçe şiirên ji zimanê biyanî wergerandine ser kurdîyê hatine weşandin. Ya di vî warî de pêwist e bê gotin ew e ku pêşgotina van weşanên Elî ji alîyê Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin.

HIŞYARBÛN

Peywendîyên Elîyê Ebdulrehman bi nivîskar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê re hebûne. Di serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê (1946) de komek xort ji bo xwendinê çûbûn Bakûyê, piştî hilweşna komarê ew wekî penaberên siyasî li wî welatî man. Di salên pêncîyî yên sedsala 20an de Rehîmê Qazî û Elî Gelawêj komek şiir û çîrokên edebî yên millî yên devkî yên ji kurdî bi navê “Uyanmaq” (Hişyarbûn yan Ji Xew Rabûn) wegerandibûn ser zimanê azerî, wisa dixuyê ji wan re pêk nehatibê biweşînin, belkî heta niha jî nehatine weşandin. Êdî Elî carek din wan tekstên azerî wergerandine ser zimanê kurdî (Diyalektê Kurmancîya Jorê) û bi navê xwestî yê “Kurê Kurd” di sala 1959an de li Êrîvanê weşandine.

NAVEROKA BERHEMÊN WÎ

Elî li Kurdistanê nemaye, wekî bi xwe dibêje li Kurdistanê nejiyaye, lê bîrewerî, yadgarên bav û dêya wî û kes û nasên wî yên hezjêkirî wê axê bi awayek di nav dil û hinavê wî de çandine hîç hêzekê nekarîye bileqîne. Ji ber wê piranîya berhemên wî ji bo meseleya mebesta rizgarîya neteweyî hatiye amade kirin. Ew civata tê de jiyaye li ba wî hezjêkirî bûye, Hîç rik û kîna wî li hemberê cîranên kurdan tunebûye, dilsozê desthilata Rûsyayê û Ermenîstanê bûye, ev jî ji ber tîşka bîr û bawerîya sosyalîzma civatê meşandiye bûye. Elî yek ji wan bûye ku di wî welatî de hebûna meseleya kurdî ji bo wan ji hemî meseleyên din giringtir bûye. Ji ber ku hemî ew kurdên xwendewar di vî warî de ne wiha bûne.

Nivîsandina li ser daxwaz û xwesteka kurdan li ba wî û hemî Kurdistanê ye. Vê tevlihevî hêvî û armancên hemî ew milletên cîranên kurdan in kiriye. Qehremanan ji hemî milekî hilbijartîye. Li hemberê hemî kesî xerabî nekiriye geşbîn e, dergehê Dozexê jî li hemberê hemî kesên dijminê kurdan û bîr û bawerîya sosyalîzmê ne vekirîye.

Elî li ser wê rêbaza ji destpêkî ya jiyana xwe ya edebî meşiyaye. Tu cure awayekî îdeolojî li balê dirust nebûye. Di warê naveroka berhemê de aramîya bîrê li balê bi hêz bûye, tûşî hîç awa babetê tevlihevîyê nebûye. Guhertin di bîçima/stîla  berhemên wî yên edebî de bûye. Her çend bi salan ve jî çûye, ziman û awayê wî ber bi pêşveçûnê ve çûye. Ji bo tomarkirina naveroka bîr û bawerîya xwe li mijar û qalibên nû geraye, pêşî qîmetê bi gotar, çîrokên kurt û dirêj dane, di nîvê salên şêstî û destpêka salên heftiyî yên sedsala 20an de, projeya nivîsandina romanê di destan de bûye, vî navî re mijûlê amadekirina romana “Gundê Mêrxasan” bûye.

 

ŞIIRÊN MILLÎ YÊN ELÎYÊ EBDULREHMAN

 

Elî nivîsandina şiiran nekirîye pîşe, lê hinek caran hewesa wî hatîye û wî jî bêdilîya dilê xwe nekirîye wan şiiran nivîsandine.

Di şiireke bi navê “Keça Kurd” de wiha nivîsandîye:

 

Qîza kurda tu husilcemalî

Tu dilê min da ze‘f delalî

Bejna te zirave ça sipîndar

Qalçîçeka kaniya serdar

Qîza kurda qîza kurda

Tu letîfa eşqa dila

 

Ez bengîme  tu yara min î

Devê te çûk diran mircanî

Gulîyî yarê gaz û nîvek

Nolî keskesor, rihan gulek

 

Li zozanê me kal û bava

Şemal didî ter hîva şeva

Ez aşiqim tu qudûmê min

Qemet tu nebe merî hêç in

 

Temam dinê wê yekê zane

Bedewîya keça kurd ‘eyane

Qîza kurda hîva yekşeve

Şemal gej  ça stêrk derdekeve

 

Keça kurda kara xezal e

Ew dilê min da ze‘f delal e

Qîza kurda boy min ‘emre

Ruhê min şevro wê digere

 

Tu keça kurda ez kurê kurd

Bes e li min xî gula û derd

Ez boy te dinalim-dikalim

Gelo xûna te da nagerim?

Qîza kurda qîza kurda

Tu letîfa eşqa dila

Di vê şiira sipehî de Elî bi keça kurd re gotûbêjê dike bi zimanekî sade û rewan, kurdîyekî saf, wesfê sipehîtîya wê dike, pesnê bejin û bala wê dide, ew nehênîyên di nav dilê wî de hene jê re eşkere dike û dixwaze tê bigehîne ew ji wê hez dike, ku ew bi xwe jî pêwistê wê ye, ew jî ji Elî hez bike. Belgeya şair ew e keçik kurd e, Elî jê re dibêje, eger tu kurd bî ez jî kurd im, ji ber wê lazim e em ji hevûdu re bibin.

Di şiireke din a bi navê “Kurdistana Ezîz ra” de:

 

Kurdistana me tu çiqasî şirînî

Tu bo kurda ronaya çevanî

Navê te her dilekî da gul e

Çawa xûn av dil da dixulxule

 

Rast e ez çûk bûm lê kal û bav

Wur debên xûn kişyaye weke av

Lê kurda şer kirîye mêrxasî

Wetenê xwe nefrotîye tu kesî

 

Xûnxora tu birîndar dikrî

Tu koka miletê me dibrî

Malhebûna te jî talan kir

Dûr disekinî bi te qelif kir

 

Ez lawekî kurda yî navsere

Tarîqa te dexûnim seransere

Dil û hinavê min diperite

Lema jî sujdedarim ez ber te

 

Û min xandîye Feqî Teyran

Ehmedê Xanî delalê dila

Melleyê Cizîrî û Cegerxûn

Dil-hinavê min bûne kaf û nûn

 

Ew nalyane kalyane ji derda

Riya azayê dane pêşiya kurda

Her şereke wan bo me ocaxe

Tu qewet tune ji dila derxe

 

Dilê min î zelûl hêsa nabe

Qelbê min î reşe qet qenc nabe

Seba te qidûmê min şikestine

Ez zanim Kurdistan cîyê mêrane

 

Kurdistan tu meskene bok-berana

Tarîq şedeye boy wan talana

Kuştina mêra mîratbûna mala

Reşheşê jina û daxa dila

 

Kurdistana me tu çiqas şirînî

Tu bo kurda ronaya çevanî

Navê te her dilekî da gule

Çawa xûn nav dilda duxulxule

 

Elî vê şiirê di sala 1962an de hûnandîye, di dema desthilata eskerî ya Ebdulkerîm Qasim li Bexdayê li dijî mafê rewa yê kurdan dest bi bomberana başûrê Kurdistanê kir û Şoreşa Îlona sala 1961an dest pê kir. Şair di vê lîrîkê de bi êş û ezîyeta neteweyê xwe dijî. Her çend ew li welat nejîyaye û gelek zarok bûye ku ji wir koçber bûye, lê vê zêdetir evîndarîyê di nav dil û hinavê wî de çespandîye. Di vê şiirê de Elî yadê hinek ji sembolên rewşenbîrîyê dike, bi şanazî behsa Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Cegerxwîn dike.

*     *     *

Elîyê Ebdulrehman yek ji rewşenbîr û nivîskarê kurd yê Qafqasya Rûsyayê ye. Rola wî di pêşveçûn û firehbûna xwendewarî di civata kurdên wî welatî de giring bûye. Mamosteyê xwendegehê bûye, di rojnamegerîyê de kar kirîye, karûbarên çiftlixên zîratê meşandîye. Midetê pênc salan cengawerê sengerên şerê Rûsya û Almanyayê bûye, lê pîşeyê wî yê bingehîn edeb bûye. Berhemên wî yên edebî yên dahênrawî di gotar û çîrokan (kurt û dirêj) de û romanên wî di çanda neteweyî yê kurd de nimûneyên bilind in.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev