Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Netanyahu: Divê ceribandina fuzeya Îranê bêbersiv nemîne

Netanyahu: Divê ceribandina fuzeya Îranê bêbersiv nemîne

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu Îranê tawanbar kir ku bi ceribandina füzeye biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

Netanyahu got ku ewê meha Sibatê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê bike û jê daxwaz bike ku rê li ber van kiryarên Îranê bigire.

Sala 2015-ê ji ber ku rijdên li ser bernameya wê ya nukleerî hinekî hatibû sistkirin, Îranê hinek ceribandinên füzeye kiribû.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî sala 2010-ê tevahiya çalakiyên fuzeyên balistik ên nukleerî li Îranê qedexe kiribû. Lê ev biryar piştî peymana di navbera 5 endamên daîmî û Almanyayê, hatibû rakirin.

Ji berê ve çalakiyên nukleerî yên fuzeyan dibe sedema reaksiyonên dijwar ên Îsraîlê.

Îran di demên borî de bang kiribû ku divê Îsraîl ji holê bê rakirin. Wezîrê Karên Derve Yê Îranê Cevad Zarif gotibû ku ceribandina fuzeyan ne girêedahiyê peymana nukleerî ye.

Îran ji berê ve diyar dike ku ceribandinên wan ên fuzeyan ji bo hilberîna elektrîkê ye. Lê dewletên rojavayî îdîa dikin ku Îran dixwaze çeken nükleer bi pêş bixe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev