Hevpeyvîneke rojnamevan Hacî Kardoxî

Hevpeyvîneke rojnamevan Hacî Kardoxî

Berpirsyarê radyoya kurdî a Aştî Hacî Kardoxî, ku li Stockholmê weşanan dike, bi serokê Komeleya ermenîyan ya dostanîyê Armen Kalo ra behsa bûyerên berî 100 salan dikin, ku çawa tirkan qira ermenîyan pêk anîye û di wan salan da piranîya kurdan û ermenîyan dostên hev yên rasteqîn bûne, lê hinek kurd jî di rûyê biratîya misilmanîyê da xwe dane hêla tirkan.

Sohbeteke xweş bi danerê Komeleya ermenîyan Armen Kalo ra

Hacî Kardoxî

Di dema seredana me ya Komela Dostaniya Ermeniyan ya Mûşê de, keysa ku em bi danerê Komelê Armen Kalo re jî hevpeyvê çêkin çêbû û me hindek pirs derbarê avakirina Komelê de ji wî kir.

  • Di dîroka avakirina Komara Tirk de heta niha ev cara yekemîn e ku Komeleyek weha li ser navê Ermeniyan li bajarê Mûşê tê avakirin. Gelo mebesta avakirina vê Komelê çiye? Herweha em dixwazin tu hindekî xwe bo xwendevanan bidî naskirinê? Ka Armen Kalo kiye?
  • Navê min wekî min berê jî got Armen e. Ez him Sasonî me û hem jî Mûşî me. Ez ji mala Kalo me, Kaloyê Sêmalî me. Kalê min di dema fermana Ermeniyan de 16 salî bûye. Piştî fermanê kalê min çûye heşt salan li Hezroyê maye. Elbet yekî Kurd ew xwedî kiriye. Piştî wî çûye bin Xetê li Qamişloyê şeş meh maye. Piştî wî dîsa gotiye ax Welat, Welat û dîsa vegeriyaye hatiye Welatê xwe. Dema ku hatiye li gundê Gomar nêzîkî Qizilxaçê ye, hatiye li wir bi cih bûye. Dema min xwe naskir ku ez Ermenî me temenê min deh sal bû. Piştî wî jî ji min re meraq çêbû ku ez li pey şopa mirovên xwe bikevim ka mirovên min kî ne, li ku ne? Ez bi pey şopa wan ketim heta Hayastanê, belkî pir kes nizanin, Hayastan, Ermenistanê. Min li wir mirovên xwe dît, çûn û hatina min li wir çêbû û heta niha jî ev çûyin û hatin berdewam e. Bi rastî di van 20 salên dawiyê de li ser navê Ermenîtiyê û nasnama Ermenî min pir zorî û zehmetî dît, ez hatme girtin, lêdan, eşkence û tadeyîyeke yekcar zor min dît. Heta dest danîn ser malê min.
  • Kê ev tişt anîn serê te?
  • Dewleta Tirk, ji aliyê dewletê ve ev hemû tişt hatne serê min. Ji min re digotin: yan tê bêdeng bî yan jî tê ji vir herî. Tiştê ku hatin serê bav û kalên te wê bên serê te jî ku tu nesekinî û weha berdewam bikî. Heta malbata min jî li dijî min derdiket digot, tu çima weha dikî? Wê te bikujin.
  • Baş e diyar dibe ku te xebat û tekoşîneke pir daye, mebesta te ji bo vekirina vê Komelê çiye?
  • Ji ber ku Ermenî li vir li ser vê axê pir bûn. Me xwest em pêşiya wan vekin, ew jî xwe nasbikin ka Ermenî kê ne? Elbet em tev li vir hev nas dikin ka kî kîye. Em tev bi bavîtî hev nas dikin. Em qîz didin hev, ji hev tînin. Em qîzên xwe nadin kesên ne ji me. Pir zehmete ku em qîzên xwe bidin kesên din. Hima bêje em ji milletê xwe dizewicin. Em li ser esil û feslê xwe mane. Birayê min jî vî tiştî qebûl dike. Malbata min jî vî tiştî qebûl dike ku em Ermenî ne. Bi vekirina vê Komelê me rê li pêşiya ciwanên xwe vekir. Rojane bi sedan telefon ji me re tên, ji Bulanixê, ji Melazgirê, ji Vartoyêm, ji Xinûsê dibêjin em jî Ermenî ne û kêfa xwe tînin û dixwazin bibin endamê Komelê. Ew kesên ku wenda bûn, nasnama wan nexuya bûn, bi avakirina vê Komelê derketin holê û li nasnama xwe xwedî derdikevin û dibêjin we tiştekî baş kir ku we Komele avakir. Xwezî dikirin ku ev Komele çima berî bîst salan venebûye. Dilê me berê jî hebû ku em Komeleke weha vekin, lê taqeta me tunebû. Ne ji ber tirsê jî, îmkanên me jî tunebûn. Tiştên weha berî bîst, sih salî jî dihatin bîra min ku em tiştekî weha ava bikin, ku bikaribin kultura xwe, tora xwe, nasnama xwe, tirbên xwe, dêrên xwe têda bibînin û xwe biparêzin. Heta zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin. Di nav me de kesên temen mezin yên heftê salî hene, dixwazin bi zimanê dayikê xwe îfade bikin, zimanê xwe pêşde bibin. Em dixwazin kûrsên ziman vekin û kesên ku bixwazin fêrî Ermenî bikin peyda bikin.
  • Kesên ku Ermenî zanibin hene gelo?
  • Pir kêm kes hene û pir kêm zanin. Ez dizanim, zarokên min dizanin.
  • Tu çewa fêr bûyî?
  • Kalê min zanibû, ez ji kalê xwe fêr bûm. Zanîna min jî zimanê rojane bû. Min tiştên basît dizanibû. Zimanê siyasî, polîtîk vê dawiyê min xwe pêşve bir.
  • Başe we Komela xwe kengê vekir?
  • Me 10. Tebaxê vekir.
  • Çend endamên we henin?
  • Heta niha 30 ne, lê rojê sê, çar endam zêde dibin.
  • Şert û mercên we çi ne, kî dikarin bibin endam?
  • Yên ku ji me bin dikarin bibin endam. Şertê me ev e.
  • Yen ku ne ji we bin, lê dilxwazê we bin, nikarin bibin endam?
  • Belê, dikarin bibin. Kesên ku demokrat bin dikarin bibin endam. Kesên ku li cem sîstemê cih bigrin nikarin bibin endam û cihê wan li ba me tune.
  • Em dizanin ku Mûş di wextê xwe de navendek bû û cihekî giring hebû ji bo Ermeniyan. Niha li vir wê rola we ji bo derdorê, bajarên din çi be? Çi li Kurdistanê û çi jî li Tirkiyê? Heta li derveyî welat? Win dixwazin çi bikin?
  • Gotinek bi Ermenî û bi Kurdî jî heye, dibêjin kap, em dixwazin kapê xwe qewî, bi hêz bikin. Em dixwazin weke Komele lêkolînên zanistî bikin. Bo nimûne, kesên ku di sala 1915 de di dema fermanê de, kes û karên xwe wenda kirine bibînin û li ser wan lêkolîn bikin. Bibînin, merivên wan li ku ne, wan bigehînin hev. Mezelên me hene li vir, yên bav û kalên me. Belkî yên min li vir nebe, lê gorên Ermeniyan hene. Em dê dora wan dîwar û têl bikin û wan biparêzin. Li vir Dêreka me heye, Xwedê bêje erê em dê wê ji nû ve ava bikin. Resturasyonek lazime ji bo nujenkirina wê. Piştî wê em dê kultura xwe pêşde bibin.
  • Em dizanin piştî fermanê û qirkirinê gelek kes ji naçarî bûne musilman û ola xwe ji naçarî guhertine. Ji wan re bavfileh dibêjin. Hindek kes xwe weke Ermenî dibînin, hindek kes xwe weke Ermeniyên musilman dibînin. Herweha li vir Kurd hene. Têkiliyên we çewan in? Têkiliyên cîrantiyê, hun weke dost yan dijmin hev dibînin. Ev dê tesîreke çewa li ser we bike?
  • Niha mirovên demokrat çi yê me bin û çi jî Kurd bin, ev kesana li cem me cih digrin û piştgiriya me dikin. Kesên ku girêdayî sistemê bin ji xwe li dijî me ne. Raste rast li ruyê me nabêjin em li dijî we ne, lê bi rêya Internetê xêrnexwaziya xwe diyar dikin. Lê yên ku kêfxweş bûne û piştgiriya me dikin daha pirtir in.
  • Baş e, banga we çi ji bo Ermeniyan, dostên Ermeniyan be, yan jî Kurdan be, bi taybetî kesên ku li derve ne çi ye?
  • Wele bila her kes zanibe ku li vir ermenî hebûn, wenda nebûne û hene jî. Ev der welatê me ye a rastî. Temam, me û Kurdan bi hev re li ser vê axê jiyan kiriye. Kalê wan xayintî kirine bi sîstemê re kar kirine, bi Tirkan re bûne alîkar. Hima tê bêjî hemû Kurdan kiriye? Na. Lê dema ku bêjin ew şaşî bûye, em jî mirov in, meriv hev fêm dike û li hev dibûre. Tiştê ku bûye ji xwe bûye. Me xayîntî nekiriye. Berê Tirk hatine cem Ermeniyan gotine werin em li Kurdan xin, qira wan bînin. Lê Ermeniyan ev qirêjî, ev tişt qebûl nekirine. Em dizanin hindek Kurdan ev tişt kirine, yên hevalê sistemê. Mesela Seyîd Riza bi tevî çek û milletê xwe alîkariya Ermeniyan li dijî Tirkan kiriye. Fena Şêx Seîd dîsa wesa. Şêx Mehmûd, bavê şêx Mehmed Emin li vir li Golê alîkarî kirîye. Carna em dibêjin neyarên me hemû Melle û Şêx in. Na ew jî wesa nîne. Şêxan jî alîkariya me kirine. Ji bo min însan însan e, ji bo herkesî jî weha ye.
  • Niha ez dibînim ku parlementerek ji Hukmeta Herêma Kurdistanê hatiye vir bûye mêvanê Komela we. Tu ji bo vê vehewandinê çi dibêjî?
  • Em bi hatina wî pir kêfxweş in, ew li nav Kurdan dijîn, em jî dixwazin bi Kurdan re di nav Kurdan de bijîn. Min çi car dewleta Tirkan qebûl nekiriye, heta mirinê jî qebûl nakim. Ji ber ku ev der welatê min e, em jî di nava Kurdan de dijîn. Ez bi hatina birayê xwe ku ji xwîna min e, birayê min, pismamê min e ku di parlementoya Hukumeta Herêma Kurdistanê de, di ciheke bilind de cih digre, seba vê yekê ez pir kefxweş im ku me ew dawetî vir, vekirina Komela xwe kiriye. Gava din min behsa kapan kir. Ez dixwazin kapê me qewî be û kapê wan jî qewî be û înşellah em dê bi hev re ji heqê zulmê derkevin.
  • Zor sipasiya we dikim û ji we re serkeftinê dixwazim hêja Armen Kalo.
  • Ez jî sipasiya we dikim, hûn ser çavê min re hatin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev