Gelo çima -ku- di klaman de hema bêje nayê bikaranîn?

Gelo çima -ku- di klaman de hema bêje nayê bikaranîn?

Welat Agirî

Kurda evîn, xiyanet, biratî, serhildan, rastî, sedaqet, dostanî, neyartî, mêrxasî, tirsonekî, birakujî, komkujî, derd û kulên xwe bi zar û zimanê xwe, bi hunereke xwezayî hûnandin. Di zeviyên klaman de toximê serpêhatiyan hat çinandin. Zevî, zeviyên dêm bûn, bê av bûn. Û Kurda dest bi avdanê kirin, bi axîn û nalînan ve koriyên zeviyê ava jiyanê kişand nava dil û hinavên xwe. Toxim bi wê avdanê ji pûçbûnê, rizîbûnê xilas bû. Serhatiyan di nav Kurda de reh û rîçal berda û xwe ji sedsalekê spartine yeke nû. Bêhna weyê, lêê yê, hayêê wî yê ji Serhedê firê ket û xwe gîhande hemî herêmên Kurda. Li vir tiştekî balkêş heye ku bêhn li Serhedê dest bi firê dike.

Dema qal û behsa klaman dibe Herêma Serhedê derdikeve pêşiyê û xwasma bajarê Agiriyê xîmê klaman e. Heke em ji Evdalê Zeynikê dest pê bikin; Gula File, Mistefayê Xelê Heyran, Ferzê, Reşo, Şakiro, Şeroyê Biro, Nûroyê Meter, Bedîhê Çavzêrîn û gelek dengbêjên din agirê gurçik û kezebên xwe bi ava Serhedê a sar hênik kirine.

Baş e, heke em vegerin ser pirsa xwe ;

Çima ku di klaman de peyva “ku” tune ye?

Wekî me got, xîmê klama Serhed e û di zimanê Serhediyan ê rojane de jî ku nayê bikaranîn an jî gelek kêm e. Dewsa ku; eger, heke, wekî û bona tê bikaranîn. Bi çend mînakan dê bêtir zelal be;

Serhedî; Heger tu werî gundê me, em ê têr têr bigerin.

Kurdiya hevpar; ku tu bêyî gundê me, em ê têr têr bigerin.

Serhedî; Ehmed bona xwe bighîne trenê zûka çû îstasyonê.

Kurdiya hevpar: Ehemd zûka çû îstasyonê ku xwe bighîne trenê.

Serhedî; Wekî tu jî zanî ewna hersal diçin zozana.

Kurdiya hevpar; Tu jî zanî ku ew hersal diçin zozana.

Serhedî; Heke ez werim, tu ê aciz bibî.

Kurdiya hevpar; Ku ez bêm, tu yê aciz bibî.

Bi van mînakan ve, em têdigêjin ku sedema yekemîn zimanê rojane ê Serhedê ye. Sedema duyemîn jî; rîtm û ahenga klama ye. Yanî di navbera klam û gotara de ferqeke mezin heye. Di gotara de gelek hevok ên ji hev cuda hene ku divê bi hev re werin girêdan û têkiliyek navbera wan de bê danîn. Û ev girêdan û têkilîdayîn jî erk û wezîfa “ku” yê ye. Lê klam û stran wek helbestan in. Di stran û helbestan de huner ew e ku bi çend kelîman gelek tişt werin bilêvkirin. Dengbêj di hevokekê de gelek tişta radixe li ber çavan. Wekî me got, di klama de rîtm û aheng esas e. Û tiştekî balkêş heye ku ev aheng, harmonî, lihevhatin, lihevkirin û melodî bi yiê yiê yiê, haî haî haî, lê lê lê, lo lo lo tê bikaranîn. De em hin klaman binhêrin ka ev rîtm û melodî çawa cihê “ku” yê digirin.

Dengbêj Şakiro, Kuro Delalîko

Ez ê vê sivêngê bisekinim derê konê jêrîn yêî yêî yêî konê we ye

Ez ê vê sivêngê bisekinim derê konê jêrîn ku konê we ye

Li vê hevokê de tê dîtin ku yeî yeî yeî li şûna ku yê hatiye bikaranîn.

Dengbêj Zahiro, Li min lo lo

Lê lê dîlber sibe ye, ez îro navê te nizanim heyran, ez ji te re dibêjim lêêê qîza filan û bêvan

Lê lê dîlber sibe ye, ez îro navê te nizanim heyran, ez ji te re dibêjim ku qîza filan û bêvan

Dîsa vê klama Zahiro de lêêê dewsa ku yê digire.

Dengbêj Şakiro, Emro

Min dit cote pîrê melumê kezeb serê min sekinî bûn wîîîîîîî yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê nav da difesiland

Min dît cote pîrê melumê kezeb serê min sekinî bûn ku yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê nav da difesiland

Ev hin mînak bûn ku klaman de derbas dibin. Hêvîdar im ku di pêşerojê de ji bo vê pirsê bersîvên çêtir bên dayîn. Vê gavê, bimînin nava xêr û xweşiyê de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev