Zembîlfiroş

Zembîlfiroş

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 76an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em berhema bi sernavê  “Zembîlfiroş” raberî we dikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

Ji nimûneyên zargotina me – 76

Zembîlfiroş, lawikê delal,

Te sine’ta selikê dual,

Hinek husinê Ûsib li bal.

Zembîlfiroş, tu selikan tînî,

Soqaq-soqaq digerînî,

Nan û avê pê distînî.

Zembîlfiroş selikan tîne,

Mal bi mal digerîne,

Xatûn ji bircê dibîne.

“Zembîlfiroş, lawikê dîndar,

Tu keremke em herin mal,

Mîr te dixweze mexsûs dîndar”.

“Hûn carîngên mine delal,

Min bihîstîye mîrî ne li mal,

Selikan kê ra bikim bazar?”

“Zembîlfiroş, lawikê feqîr,

Te sine’ta selikên hejîr,

Tu gotina neke ji bîr”.

“Lawik lawikê rewal e,

Kerem ke em herin li mal e,

Xatûn dixweze mexsûs dîndar e”.

Ewan carîyan ew law danî,

Derî dadan dergevanî,

Law nizanibû ku da anî.

Zembîlfiroş hatibû der da,

Selamek li xatûnê veda:

“Tu ser seran, herdu çevan!”

“Hey xatûna mine delal!

Ez selikan kê ra bikim bazar?

Zarên min birçî ne, dikin zar-zar…”

“Kuro, bese bike vê gotinê!

Min tu neanî bona selikên firotanê,

Min tu anî bona eşqa dinê”.

“Xatûna mine husin delalî,

Ez nakim wan hubanî,

Tu xatûn î, çî min ra nî!”

“Kuro, were misile’tê,

Çima ketî vê hucetê?

Vî şuxulî da kara te tê”.

“Ez nayême misile’tan,

Heta mîr tê ji welatan,

Jê ra bêjim gilîyên rastan”.

“Zef xeberdan ji te ra ne pak e,

Wê bedewîyê rûyê te rake,

Îro ji te ra çiqas pak e”.

“Hey xatûna bejina li bazî!

Ez nizanim çi dixwezî,

Tu çima van selikan ne razî?”

“Hey lawikê min î kubar!

Min tu anî ku bibî yar,

Qe nekişîne xem û xeyal!”

“Xatûna mine bi dewletê,

Were em xeber din ji cimaetê,

Ev xeber ji min ra bê qeyde tê”.

“Zembîlfiroş, lawikê feqîr,

Tu kerem ke ser doşeka mîr,

Tu bikişîne qelina wezîr”.

“Min ne lazim e wê hurmetê,

Tu car nakim wê meremetê,

Çiqas sax bim heta-hetê!”.

“Xatûna mine gerden herîr,

Hedê min çîye, ez bême ser doşeka mîr,

Bikişînim qelina wezîr!”.

“Lawik, were misile’tê,

Vê xeberê kara te tê,

Esilê te ra gune ne tê”.

“Xatûna mine birû reşbam,

Tu şerbeta kas ji mircan,

Tu ser da pê li min heram”.

Xatûn kenîya, xwe xwar kir,

Sur li carîya eşkere kir,

Ewê tirê gele pak kir.

Zembîlfiroş avek dixwast,

Çil carîyî ber da dawest,

Xatûnê av anî, da dest.

Gede ji dest girte ave,

Ji kerba daye dil û nave,

Hêsir ketîye herdu çave.

“Lawik lawikê dewrêş e,

Kerem ke were pêş e,

Ji bona te dilê min dêşe.

Ezê te bi kinc û rihal bikim,

Te bi zêr û malê dinê bikim,

Te ser malê da verêkim.

Lawik lawikê feqîran,

Were ser doşeka mîran,

Dest dayne memik herîran.

Lawik rengî mîna hêvan,

Were ser sîngê mînanî sêvan,

şekir bimêje herdu lêvan.

Lawik lawikê beyanî,

Ez bêjim, tu bizanî,

Min tu ji bona xwe anî.

Zembîlfiroş, lawikê Dereketê,

Qapûtê mîran li xwe ke, rind te tê,

Ezê te xwey bikim heta roja qiyametê”.

“Xatûna sûret xal bi mor,

Îdî nêzîk bû xewa hingor,

Tu çima li min dikî zor!”.

“Lawikê bedew, tu nebêjî belê,

Ezê te bavême nava kelê,

Tuyê bikişînî gele xedelê!”.

Ew çend roj bûn Zembîlfiroş girtî,

Kelê da rûniştibû tî û birçî,

Kesekî nizanibû sax e, yan mirî.

Zembîlfiroş hevraz dinihêrî,

Rûnişt, halê xwe da girî,

Go: “Xwezila mine xelqê mirî!”.

Go: “Meriv carekê dibe, ne hezar,

Ezê xwe kelê da bavêjime xwar,

Herim, bibînim jinik û zar”.

Lawik li dil bû meremetî,

Ewî xwe kelê da avîtî,

Çû, jin û zarên xwe dîtî.

Zembîlfiroş çûye mal e,

Elê pê ra şer û dal e:

“Îro çend e tu nayêyî mal e!”.

Xatûn çûyîna Zembîlfiroş hesîya,

Jor da berjêr hat, bezîya,

Dergevanan kire gazîya.

Xatûn şand, ew anî mal e,

Jê pirs kir hewal e:

“Tu çewa çûyî mal e?”.

“Zembîlfiroş, lawikê pexîl,

Te riya malê çawa kir delîl?

Te ji kê ra kiribû bertîtl?”.

“Min bertîl kesekî ra ne kir,

Riya malê xwe xwe vekir,

Min çû, kulfetên xwe mêze kir”.

Wextê mîr hat ji seferê,

şa bû memikê delal Benîyê,

Kete kêf û henekên dinê.

Rojekê mîr dît Benî ne li mal e,

Li şuxulê Benîyê bû eyan e,

Ji carîyan pirs kir: “Çi hewal e?”.

Mîr carîya çûk cem xwe xwey kir,

Hemû gilî-gotin jê pirs kir,

Ewê şuxul tev eşkere kir.

Mîr şand pey Zembîlfiroş xulamek,

Jê ra hazir kir kûr zîndanek,

Qe ne hişt Zembîlfiroş bike xeberdanek.

şev mîr xencer hilanî,

Çira li destê xulam danî,

Qesta der va kire manî.

Benî xatûn pey mîr derket,

Go: “Were meke zulumet,

Nava baxçe tuyê bibî rehet!”.

Benî xatûn ji tirsana lerizî,

Ewê tirê lingên wê da diçin derzî,

Dixwest Zembîlfiroş bike xilazî.

Mîr derê zîndanê vekir, hate der da,

Zembîlfiroş qe ranebû di ber da,

Mîr kir ku bi xencerê lê da.

Benîyê ew girt, wekî mîr neçe pêş da,

Zembîlfiroş hate nêzîk, carekê lê da,

Ji destê mîr ket xencera qabê da.

Xencer zikê mîr ra derket alîyê dinê,

Wisa mîr li wêderê hate kuştinê,

Zembîlfiroş xilaz kir merîyêd girtinê.

Zembîlfiroş dora xwe nihêrî, kesek nemane,

Go: “Bira heram be eva mikan e,

Ezê herim cîkî wisan e, ku lê tunebe mîr û sultan e”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev