Bedbextîya sedsalê

Bedbextîya sedsalê

Rojnamevanê navdar, berpirsyarê radyoya kurdî ya bi navê Aştî, ku li Stockholmê weşanan dike Hacî Kardoxî, ji zarê zureta ermenîyên ku di destpêka sedsala buhurî da ketine ber devê şûrê Roma Reş, behsa bûyerên wan deman dike û tevaya rûyê tirkan yê reş derdixe ber çavên me.

Hacî Kardoxî

Sal 1914 e. Rojekê xulamê Avak Axayê misilman dibîne ku axayê wî li ber pencera xwe rûniştiye û ketiye nav hizir û xeyalên kûr. Ev rewşa Avak Axa ya neasayî bala xulam dikşîne û ew bi hêdîka xwe nêzî axayê xwe dike. Ew tavilê xwe nagire û pirs ji wî dike:

“Axayê min, belkî ne hedê min e û bila li hember te bê rêzî jî nebe, lê ez ê pirsekê ji te bikim. Ev heft sal in ku ez li cem te kar dikim, lê ti car min te ewqas di nav hizir û bîrên kûr de nediye. Ev ne rewşa te ya asayî ye. Tu îro pir xemgîn xuya dikî. Şêl û sekna te ji rojên berê pir cuda ye; ka ji kerema xwe re ji min re bêje Axayê min, te xêr e?”

Axa bersiv dide û dibêje ku tiştekî wî nîne û ew piçek nerihet e. Lê xulam bawer nake û pir li dora Axayê xwe diçe û tê. Dawiyê Axa mecbûr dimîne ku bersiveka rast ji xulamê xwe re bêje.

“Kurê min ê hêja, ez dibînim ku îsal ji salên berê pir cudatir e. Xwedê ti car ewqas xweşî û hatina malê dinyayê nedaye min. Ez dibînim her yek ji pez û mihên min cot cot dizên. Xwedayê mezin ê dilovan bereketa xwe xistiye nav malê min. Tu dibînî ku berx û karik ewqas pir bûne ku cih di nav govê min de nemaye. Weke sitêrkên ezmanan li deşta Mûşê pezê min sipî dike. Herweha ji zarokên min, malbata min, ji qewmê min jî çi nexweşî, astengî û aloziyek hemd ji Xwedê re nîne.

Lê ez weha pir bi tirs û fikar im ku ev dewlemendî û xweşî ji min re nemîne û tirsa min ew e ku ez di vê hatina pir û dewlemend de tirsekê dibînim. Ez wisa dihizirim ku wê belayek bi ser me ve were û ez tûşî belayeke mezin bêm. Lewra jî ez di nav xem û xeyalên vê bobelata veşartî de dimînim. Tiştê ku ez ji te re bêjim ev e.”

Hê sal derbas nabe, ev şik û fikarên Avak Axa rast derdikevin û ev bobelata mezin ya sedsalê bi serê Avak Axa û êla wî û hemû gelê deverê ve hat. Alayiyên dewleta Osmanî bi navê Sûpayên Hemîdiyan û çeteyên herêmê yên birçî û kirêgirtî bi ser wan ve digirin û dikevin nav şerekî mezin û dijwar. Şer bi mehan diajo, lê felek xayin dertê û berxwedan têk diçe. Alayîyên Hemîdî bi ser dikevin û herêmê bi giştî dixin destên xwe. Hemû salmezin li serê çiyan de di şer de tên kuştin, bi tenê jin, zarok, kal û pîr dimînin. Piştî bi demeke kurt ku berxwedan têk diçe, dewlet ferman derdixe ku talankirina ermeniyan, mal û milkê wan helal û rewa ye.

Xelq bi ferman û alîkariya dewletê ji bajarên derdorê diçin û li deşta Mûşê bi cih dibin. Paşê jî ew dest datînin ser mal û mulkê Avak Axa. Zilamên eşîra Avak Axa bi giştî tên kuştin, bûka wî û neviyê wî Mirzeyê dehsalî û birayê wî yê piçûk dimînin.

Dema ku ferman radibe, bavê Mîrze di bin sîleh de leşkeriya Osmaniyan dikir. Mezin hemû tên kuştin, jin û zarok jî ji aliyê talankeren ve tên xenîmetkirin. Mirzeyê dehsalî û dêya xwe ji hevdu vediqetin. Mirze li gundekî dibe golikvan û dêya wî û birayê wî yê pêncsalî jî li gundekî din bi cî dibin. Dêya wî jî dibe xizmetkara xwediyê gund ku ji ber talanê hemû terş û tariş li gund kom kiribû. Dêya wî bûka Avak Axa ku ji horiyan delaltir û bedewtir bû, dibe nesîbê axayekî devkilotî û ji wî re dibe çêlekdoş û xizmetkar.

Mîrzeyê piçûk bi hesreta dêya xwe û malbata xwe, dêya wî jî bi evîna xweşdiviyê ber dilê xwe Mîrze dişewite. Neviyê axa Mîrze êdî bûye golikvanê axayê xwe. Ew bi sibehê ve diçe ber golikan û berêvarê jî vedigere mal. Piştî demekê dêya Mîrze pê dihise ku kurê wê Mîrze li gundê cîran golikvaniyê dike. Ew jî ji axayê xwe yê nû re dibêje here kurê min Mîrze birevîne bîne vir, bila ji te re xizmetkarî, golikvaniyê bike, ji xwe pêwîstiya te jî bi golikvanekî heye.

Berêvarekê ku êdî roj ber bi ava ve diçû, Mîrze dîsa haziriya xwe ya malê dike ku golikên xwe bibe malê. Mîrze çawa dibîne ku ji nîşka ve siwarekî şînboz li ber wî disekine, yekser bi çepilê Mîrze digire, li ser hespê diavêje pey xwe û mîna birûskê ji ber golikan dûr dikeve. Siwarê hespê her bi wê lezê jî berê xwe dide gundê xwe. Mîrze şaşmayî û matmayî dimîne. Ne ew ji Mîrze re tiştekî dibêje û ne jî Mîrze ji tirsan tiştekî dipirse. Jixwe ji tirsê ew ji zimên dikeve.

Êvar û bêdengiya Mîrze û siwarê hespê boz di nav tarîtiyê de hêdî hêdî wenda dibe. Mîrze tim di tirsa ku dê siwêr tiştekî bîne serê wî de ye. Piştî nîv saetekê Mîrze xwe li nav gundekî din dibîne. Siwêr li ber deriyekî peya dibe, bi çepilê wî digire û ew peya dike. Mîrze çewa peya dibe, dibîne ku dêya wî di bin çêlekekê da ye û şîr didoşe. Dêya Mîrze bi tirs û heyecan ji bin çêlekê radibe, bi hêdîka nêzî Mîrze dibe û ew bi evîndarî himêz dike. Wê qasê tirs û heskirin di nav hevdû de wenda dibe. Piştî demeke kurt, ji bo ku kes bi Mîrze nehise, dîsa vedigere ku çêleka xwe bidoşe.

Êdî Mîrze û dêya xwe li cem hevdu dibin xizmetkar. Mîrze jî li gundê ku dêya wî dimîne dest bi golikvaniyê dike. Piştî demeke kurt Mîrze nexweş dikeve û tenduristiya wî pir xerab dibe. Nexweşiyeke weha dijwar bi serê wî ve tê ku pirça serê wî hemî diweşe, keçel dibe. Dêya Mîrze ji tirsa ku xelqê gund pê nehise ku kurê wê li cem wê ye, ji bo ku piçek nerm bibe li axurê di nav afirê gamêşan de piçek pûş û ka radixe, derman didê û ew xwedî dike. Afir dibe lîs û doşeka wî. Dêya Mîrze bi heftîyan bi dizî xwarin û av tîne û dide ber Mîrzeyê xwe. Dayik ji xwarina xwe kêm dike û xwarina devê xwe dide Mîrze. Dêya Mîrze bi duayên têkel û fedekariyeke mezin, di nav tirs û sehmên mezin de Mîrze di axurê de xwedî dike û Mîrze hêdî hêdî tê ser xwe. Ew paşê careke din digihîje tenduristiya xwe ya berê.

Dem diçe û Mîrze jî hêdî hêdî mezin dibe û bêhtir bîra tiştan dibe. Jîrbûna wî û jêhatîbûna wî bala axayê wî dikişîne; ew fêm dike ku dê Mîrze di demên pêş de bi kêrî kar û xizmeta wî bê. Jixwe ew difikirî ku kesekî sivik ku karibe li ser destê şivan û gavanan bazde pêwîst bû. Malê talanê, terş û tarişên ermeniyan pir bû. Ev terş û talan nikarîbû di werza zivistanê de li deşta Mûşê bimana. Lewma jî ji bo peydakirina terş û tarişan berî ku zivistan were, diviyabû biçûna deşta Silîva û Amedê. Deşta Mûşê havînan honik û zivistanan jî pir sar e. Zivistanan du sê metre berf dibare û sê mehan li erdê dimîne. Lewma jî cihekî germ pêwîst bû. Kerîyên pez, terş û tariş, berî zivistanê berê xwe didan deştê, cîyên germ û bi destpêka biharê re jî vedigeriyan desta Mûşê.

Axayê Mîrze ewle dibe ku Mîrze xortekî sivik e û dikare bi karwan re here deştê û xizmeta karwanî bike. Ew ferman dide ku Mîrze xwe ji bo çûyina deştê amade bike. Her çiqas dêya Mîrze li hember derdikeve û dîyar dike ku ew hê piçûk e jî, axa bi ya xwe dike. Dema roja çûyina karwan tê ku bi rêkevin, dêya Mîrze û birayê wî yê piçûk jî dixwazin Mîrze bi rê bikin. Dêya wî pir bi dilgermî Mîrze himêz dike û ew bi rê dike. Ew ferq dike ku doxina Mîrze qetiya ye, şalwarê wî jê dadikeve. Dêya wî doxîna birayê piçûk derdixe û dide Mîrze û hê ew bi rê dike.

Karwan bi rojan di rê re diçe û di geliyê kûr û asê re derbas dibe. Dem tê ku karwan bêhna xwe bidin. Mîrze û karwanê pê re jî weke karwanên din dikevin bêhnvedanê. Di gelî de bi sedan karwan hene, hin diçin deşta Mûşê ku talanê terş û tariş bînin, hin jî ji Mûşê vedigerin. Rêya gelî mîna rêya kûrmoriyan e. Dê weledê xwe davêje. Mîna roja mehşerê ye. Çawa dibe Mîrze ferq dike ku ew wenda bûye. Vir de diçe û tê, digere û nagere hevalên karwanê xwe nabîne. Li kêleka rê karwaneke din sekiniye û dibîne ku zarokekî piçûk weke ku ji karwanê xwe veqetiyayî, weke serxweşan doş dibe û digere. Serokê karwan gazî wî dike û dipirse bê ew kî ye, li çi digere û bi ku ve diçe.

Mîrze xwe pê dide nasîn, navê bavê xwe tîne ziman û dibeje ku wî hevalê xwe wenda kiriye. Piştî ku Mîrze navê bavê xwe dibêje, zilam ew himêz dike û paşê xemgin dibe û digirî. Mîrze li ser vê dipirse bê ew çima wisa xemgîn bû. Zilam bi kesereke kûr bersiva wî dide:

“Wele ez û bavê te bi hev re leşker bûn. Min ji eskeriyê firar kir, lê bavê te li eskeriyê ma. Lê ez niha çi tişt ji rewşa bavê te nizanim.”

Paşê mêrik xwe pê dide nasîn; navê wî Şukrî bû û yê birayê wî jî Elî bû. Şukrî ji Mîrze dipirse bê ew pê re nayê. Mîrze bersiv dide ku ji bo wî ferq nake, ha bi wî re, ha jî bi karwanekî din re. Ew biryara xwe dide ku bi Şukrî û Elî re here. Piştî ku karwan bêhna xwe berdide û xwe hebekî rihet dike, Mîrze bi wan re dikeve rê. Mirze dibîne ku di nav talanê herdu birayan Elî û Şukrî de gamêşa wan jî heye. Lê Mîrze ji tirsa re nabêje ku ev gamêşa wan e. Di rê re Mîrze dibe evîndar û hevrêyê gamêşa xwe. Mîrze bi qasî dayika xwe ji gamêşa xwe hez dike. Ew gamêşa ku her roj dayika wî ya şêrîn şîrê wê didot û dida Mîrze. Ma wê çewa Mîrze jê hez nekira?

Mîrze bi Elî û Şukrî re diçe deşta Silîva, paşê jî diçe navçeya Licê gundê Balicin û li Balicin bi cî dibe. Paşê Elî û Îsif ji aliyê dewletê ve tên surgûnkirin bo deşta Konyayê û ji wir venagerin. Mîrze bi wan re naçe Konyayê, dev ji Elî û Şukrî berdide û dibe kurê Îsif. Li gundê Balicin mezin dibe û dizewice, dibe xwedîmal û xwedîzarok. Paşê jî diçe hecê û dibe hecî. Mîrze heta dawiya emrê xwe li Balicin dimîne û qet dêya xwe û birayê xwe nabîne. Lê Mîrze li gundê Balicinê û derdorê dibe mirovek bi nav û deng û kesekî hezjêkirî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]a.com

Qeydên dişibine hev