Berhemek ji romana ”Yar û Mirad”

Berhemek ji romana ”Yar û Mirad”

Radyoya Rewanê bi çavê kurdekî bakurî

Welî Sebrî

Roman ji salên 1916 dest pê dike û ev para han jî ji rûpelên dawiyê ye. Sal derbas bûne û dem êdî 1960 – 196…an e, li malabatek Kurd babet bûye Radyoya Rewanê, kar û barên wan û xizmeta ku  wan ji vî gelî ra kiriye û dikin.

 

Werhasil, hema tu bibêje dilê wê ne teze, lê di zû da bibû hêlîna êş û derdan û ha Xeloyê kalik gotiye û ha negotiye.

Xwelîdanka wî her tim li ber wî û ji destên wî jî tu yê bibêjî cixare bikeve, nebû.

Belê, ew cixarekêş bû, lê wî tu car cixara qedyayî nediavêt erdê û timî di xwelîdanka ber xwe da vedimirand. Tu bibêjî nebêjî kal ku axifiye, axaftina xwe didomand û gotina xwe jî dikir.

Digot:

“Deng û behs û klam û şîroveyên vê radonê jî nebin halê min kalî ne hal e, Muhbê.

Eha, wê çaxê jî ji kalî ra dimîne yek lorîn û de bila ji xwe ra kalê min here were û bilorîne. Na, na! Ne zêde û hema weha hebûna vî kalî yek ev radon e. Tu ji min wer bawer bike, Muhbê.

Ez vê radonê nadim bi heftê û heft radon û rojname û nûçeyên Tirkan û bi vê hebûna xwe jî razî me û bila mala xizmetkarên vê xebatê ava be…”

De Xeloyê kalik bû, car jî hebû qure qure li Muhba jina xwe mêze dikir, bêşera xwe xweş dikir û digot:

“Muhbê, radon jî radon e, ha! Belê, wele radon e û radon jî yadîgar a…!”

Digot, lê nedikarî axaftina xwe bidomîne û bi dawî bike. Ji xemginiya xwe nedikarî. Ji wî ra êş bû û êşa dilî jî rê nedida wî ew hevoka xwe bi dawî bike.

Meriv her tim ne bi şayiya dil û car heye bêhnteng, bi xemgîniya xwe ye.

Pirî carînan kal diponijî û sedem jî ji wî ra ne xerîb bû.

Bi qasî demekî bi wê xemginiya xwe dima û piştra jî dîsa dihat babeta xwe û gotina ku dixwest bike, dikir.

Digot:

“Ecêba xwedê ye, îca hewqasî agahî û xeberan ji ku tînin gelo?

Erê, hema tînin û li ber Keremê Seyad jî datînin û dibêjin; eha, em bi heyrana te Kerem, de îca jî tu kerem bike û tu bibêje.

Weha dibêjin nabêjin nizanim, lê tiştê ku ez dizanim Kerem Beg, her bi axaftin û tu yê bibêjî biqedîne, nîne. Camêr, geh bi kilamên dengbêjan û geh bi dengê xwe yê zêrîn têêê ji Rewanê berê xwe dide me û di pey ra jî dilê me dihelîne û êvara me xweş dike.

Kerem jî ku nebe ne kal heye û ne jî bi aramiya dilê xwe ye. Eha, dengê wî heye û ew deng jî ji min ra bes e. Erê, wele! Wele, kal bi dengê wî heye û bêyî wê jî timî bêhal û perîşan e.

Qîzê, xêra vê radonê ye ku ev jî nebe îca kal çi zane camêrê birûmet Xelîlê Çaçan kê ye. Na, na! Ne tenê birêz Xelîl, lê haya min ji tu navî nedibû. Her yek bi qasî xebata xwe rûmetdar û hebûna vî gelî ye. Ji wan her yek bi wî navê xwe yê ezîz, xizmetkarê çand û kultur û edebiyata me ye.

Ezê ji te ra qala kîjan navî bikim û kîjanî nekim, jinik.

Camêr in û lawên bavên xwe ne. Ezê ji te ra hema weha qala çend navan bikim û tu jî guh bide û bibêje xwedê kêmaniya wan nede.

Belê, nav bi nav û ji wan navan jî ezê ji te ra çend mînakan bidim;

Emînê Evdal, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Ahmedê Mîrazî, Qanatê Kurdo, Mîroyê Esed, Şekroyê Xudo, Wezîrê Eşo, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen û her weha ên ku min bi nav nekirine jî, bila min bibexşînin û daxwaza lêborînê ji wan dikim.

Dînê! Deng hene ji dengan û stran jî hene ji stranan xweştirîn in. De tu were ji xwe ra guh bide dengê Şebabê Egîd, Bêmalê Keko û xemgîn nebe. Xêra vê radona ye, Muhbê. Xêra vê radon û Keremê Seyad e ku ez qala navan dikim. Nav nebin dil germ nabe û gotin nebin dil nahewe. Ezê çawa qala navê Ezniva Reşîd nekim, Muhbê. Di destpêka vê xebatê da bi navê xwe ye. Ezniva Reşîd, xanima Xelîlê Çaçan e, ha. Herduyan jî xizmeta vî gelî kiriye û gel minetdarê navê wan e. Wana destpê kirîye. Camêr Xelîlê Çaçan jî, serokê vê xebata pîroz û hema bibêjim Keremê Seyad jî û Eznîva Reşîd jî bi rûmeta xwe û em nikarin navên wan ji bîr bikin. Ma îca kê dikare xebata wan ji bîr bike. Ku bîr jî bike eslê xwe înkar dike û bêguman yê ku eslê xwe jî înkar bikin, heramzade ne…”

Di wê navbeynê da Muhba Xelîl jî xwe bi xwe digot:

“Erê, erê! Mêr hene mêrok û jin jî hene bedelê sed mêran e. Xwedê jê razî be, jinek weha birûmet û xêrxwazê miletê xwe mixabin, ne zêde ne. Dêmeg, Eznîva Reşîd jî jineke çê û şîrhelal e ku wê kar û xebata miletê xwe kiriye. Mala wê ava, ku bû bêjera yekem li radyoyê, Ezdanê Dilovan me ji hebûna wan bêpar neke.”

Piştî gotina wê jî Xeloyê kalik, dîsa dest bi axaftinê dikir.

Dikir û digot:

“Eha, çaxa ku dem tê û ez bi guhê vê radonê va digrim û badidim jî, teze tu were min û vê şayîyê û ji alikî va bi dengê xwe Eznîva Reşîd û ji alikî va jî dengê Keremê Seyad bilind dibe û de deng jî ji dengan xas û xweştirîn in, Muhbê. Êêê wext hatiye û îca Kerem Beg nebêje qet dibe. Jinik! Wele, rastî ev e ku ez timî dibêjim; konê mirov ji qesra xelkê çêtir e….”

Kerem e, deng li me dike û weha dibêje:

“Guhdarên hêja, îro pêşem e, guh bidine xeberdana me yê ji cêrga pêşema edebiyatê. Nava xeberdana me ya îro da jî hûnê guh bidine parekê ji romana Heciyê Cindî ya Hewarî. Em bêjîn wekî ev a para jî dûmayîk peyhatina xeberdana me ya derbasbûyî ye. Nava xeberdana me ya derbasbûyî da we guh da me û pêhesiyan wekî çawa eskerê Romê êrîşî ser malên cemaata Axbaranê kiriye û bi destê zorê çi bibêjî, çi nebêjî anîne serê wana, ew kuştine, xwîn rijyaye. De kerem bikin, gelî guhdarên hêja guh bidine me….

Piştî vê axaftinê jî Keremê Seyad û dîsa dibêje:

“Radyoguhdarên ezîz, cimet!

De kerem bikin û em niha jî guh bidine helbesteke helbestvanê me, Ferîkê Ûsiv.

 

KURÊ MIN RA 

Car-carna têm melûl,

dilxor û mirûzim,

Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…

Şaş nemîne, berxikê min…

êh, kî zane…

Dinê heye kaşkişika dest îsane:

Dive rokê Kurdistana mezin vebe,

Bavkê teyî hisret dilda lê tunebe…

Bira hingê lingê te bi hisreta min

Bigere nav ax – topraxa cimeta min…

 

Guhdarên ezîz!

Nava emirê miletekî yanî dewletekê da carna derecêd wisa diqewimin wekê yêd ne bîrkirinê ne, lê…’

An jî bi wî dengê xwe yê xas carînan jî:

“Guhdarên Ezîz! Dawî li bernameya me hat û we guh da Keremê Seyad. Her şad û bextewarî û heta bernameyekê din, bi xatirê we…’

Jinik! Ger ku bi dengê xwe Keremê Seyad jî nebe, ne dikarim guh bidim Reşîdê Baso, ne Egîtê Têcîr û ne jî Memoyê Silo û Mecîtê Silêman…

Wele, çaxa ku ez guh didim Efoyê Esed jî, tew ne tu bipirse û ne jî ez bibêjime te; geh li Çiyayê Kox û li ber belekê berfê û geh li Mexelê Sor û li gel te me. Belê, wele bi guhdariya strana Berîvanê û Şirîn Şêxê jî, ji xwe ji xwe dûr dibim û car heye di bîranînên borî da li Kevirê Qûl û car jî heye li ber belekiyan û bi hizkirina dilê te me, lê tu jî bi ya xwe dikî û tew guh nadî min.

Na, heyran! Na, ne tenê camêrên ku min ji te ra binav kirine û wek din jî gelek hunermend û helbestvanên me ên birûmet hene. Belê, min navê Fêrikê Usiv da û qala camêrê birûmet kir.

Na, qet nabe meriv qala helbestvan Mikayêlê Reşîd jî neke. Her yek biqasî xwe camêr û bi helbestên xwe jî rûmeta vî gelî û xizmetkarê çand û edebiyet û kultura me ne.

Pirs ku zimanê Kurdî be, di wî warî da xizmeta wan jî pîroz e. Îca ezê rabim derewan bikim, jinik? Êvar êvar ji xwe ra kal guh dide vê radonê û geh stran, geh şîrove û geh helbest in û îca kal çawa jê dilxweş nebe. Guh didim helbestan rih tê min û dil pê şa û mest û mestane ye.

Qey îca ew giriyên te jinikê qet nayên bîra te, Muhbê. Şeva ku li ber dengê Aslîka Qedir, Zadîna Şekir, Sûsîka Simo, Fatma Îsa, Sîsa Mecît, Cemîla Çawîş û Belga Qado xemgîn nebûyayî, hebû.

Ma qey hîn jî ne wisa ye. Na! Ne tenê tu, lê kal jî bi te ra xemgîn dibû û hîn jî wisa ye.

De dem û dewran e, jinik. Tê û derbas dibe. Ax, lê de êdî ew jî nema. Na, nema…!”

Dema ku kal diaxifî, her daîm lingekî xwe ber bi xwe va dikişand û di bin xwe da dihîşt.

Gewriya xwe paqij dikir û wer diaxifî.

Digot:

“Qîzê, camêr û ciwanikên ku min bi nav kirine qey îca weke min û te ne. Ji xwe ra xwendina wan heye û wek min û te jî ne pîtnenas in. Bi berhemên xwe ne û xizmeta welatê xwe kirine û hîn jî dikin.

De îca tu were bibêje ka min û te çi kir. Her şev ya ez berê xwe didim te û hêrs dibim û ya jî tu di ser min ra digrî û min ditevizînî. Halê min û te jî ev e; te got, min got û hew. Meriv ku nexwîne îca çi zane çi çi ye…? Ew ji xwe ra zana ne, lê îca ez û te?

Ez û te jî em wer hatine û wer jî diçin. Ev jî rastiyek ji rastiya me û îca tu dawa çi dikî, jinik. Ne îlm û ne îrfan e û qaşo em jî em û em jî hene.”

 

Di wêne da: Serok û barpirsyarê radyoya Kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov û serokê giştî yê radyo û têlêvîzyona Ermenîstanê A. Ayvazyan behsa zêdekirina wextê weşanên radyoya kurdî dikin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev