Pirsa we û bersîva me – 16

Pirsa we û bersîva me – 16

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a nû ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Roja Olê

Pirs: -Dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin û hevokên mezinên xwe dixwînin, behsa yekîtîyê dikin. Mînak: “Ger dê hebûya îttîfaqek” (Ehmedê Xanî). “Eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek” (Cegerxwîn). “Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin…” (Bedîûzzeman Mele Kurdî). “Ji bo xatirê Xwedê, êdî dijminayîya hev nekin û pişta xwe bidin hev” (Qazî Mihemed).

Dîsa gotineke pêşîyan heye, dibêje: “Yekîtî hêz e”. Em dibînin ku nexweşîya di nava me da ya herî mezin tunebûna yekîtîyê ye. Heya niha em ewqas hatine xapandinê, gelo em çima jê ders/şîreta nagirin? Yekîtîya me wê çawa bibe û em ê kengî bibin yek?

Bersîva Nura Şane

Bersîv: -Ji bo bersîva vê pirsê lazim e pirtûkek bê nivîsar. Ji bo pirtûk bê nivîsar, sponsor lazim in. Ji bo pirtûk bê çapkirin, gerekê di nav kurdan da hemfikirî hebe, da ku weşanxaneyek xwe bide ber vî karî. Ji ber ku hemfikirî tune, pirtûk wê çap nebe. Ji ber ku pirtûk wê çap nebe, tu kes jî wê pirtûkê nenivîse. Ji ber ku wê tu kes pirtûkê nenivîse, hewcedarîya sponsoran jî tune.

Vêca yekîtî çawa çê dibe? Dema daxweza me hemûyan yek e, lê fikirên me ji hev cuda ne, wê demê dikare yekîtî çê be. Eger di pirsa yekîtîyê da piranî şaş bin û yên din rast bin, bo çi gerekê yên rast bi yên şaş ra yekîtîyê çê bikin? Yekîtîyeke wisa ji gelê me ra ne lazim e. Dimîne ku em li bendê bin heta daxwez û armancên me hemûyan bibe yek. Fikirên me ne wekehev bin jî, çareserkirina wê rehet e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Botî

    Erê erê, wekî demê berê
    Ew jî çû û ew jî hat
    Tim û tim em xapand

    Dê çêbibe yekîtî
    Dê azad bibe welatê rengîn

  2. bekir yalçın

    dıhelbestıkeda dıwe lı hewraza baré aşan bıkşinım. hewraz bın féM nekır kerema xwe hune jı mınra şirove bıkın. hewraz té çı wateyé bı dıl germi gırame

Şirovekirin hatine girtin.