Têsîra Melayê Cizîrî li ser wêjeya kurdî

Têsîra Melayê Cizîrî li ser wêjeya kurdî

Mela Mihyedîn

Cizîra Botan bajarekî kevnare yê Kurdistanê ye û heta dewra Mîr Bedirxan jî bajarê sereke yê Kurdistanê bû. Navenda bazirganî, siyasî, wêje û perwerdehiyê bû. Li gorî dîn Cizîr piştî tofana Nûh pêxember bajarê pêşî yê hatî avakirine. Benîadem ji nû ve carek din tovên şaristaniya li Cizîrê reşandine.

Di dewra Mîr Bedirxan de jî paytextî ji dewleta kurdan re kiriye û eyaltên Serhed, Amed, Behdînan û hwd. bacên xwe ji Cizîrê re şandine. Ev yek dike ku Cizîr ji her alî ve pêş bikeve û bibe navenda hertiştî.

Kesên girîng ji ji axa Cizîrê derketine û bandorên mezin li dîrokê, li dîn, li ilm û li wêjeyê kirine.

Melayê Cizîrî jî yek ji wan kesayeta ye ku meskenê wî Cizîra Botan e û bê gûman kesayetê herî bi bandor ê wêjeya kurdî ye.

Bi çend gotinan jîna Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî di heyama dawî ya sedsala XVII’an û di heyama pêşî ya sedsala XVIII’an de jiyaye. Li ser dîroka bûyîn û mirina Melayî de li hevnekirinek heye. Lê dîsa jî bi piranî li ser dîroka 1567/1640’î tê rawestin.

Ehmed im sînê sîner pêşberî tîra felekê

                                            De’wedarê te me îro tu ji dehlê were der

Navê Mela yê rastî Ehmed e. Navê bavê wî Mihemed e û bi eslê xwe ji eşîra Botî (Buxtî) ne. Bavê wî melayê Medreseya Sor bû; li wir seydatî dikir. Bavê wî ji terîqata Nekşîbendiya bû. Mela dersên xwe yên pêşî li nîk bavê xwe di Medreseya Sor de wergirtiye.

Mela pîştî dersên xwe diqedîne, wek edetên wê dewrê ji bajarê Westanê (Cizîr) derdikeve û berê xwe dide medresyên dûr. Li pey şopa ilm bajar bi bajar û medrese bi medrese digere. Mela li Colemêrg, Îmadiye û herî dawî jî li Amedê perwerde dibîne. Li gundê Strabasê ji Mela Taha îcazeta xwe werdigire. Pişt re berê xwe dide gundê Sirba (Şilbê/Amed) û li wir demekê melatî dike. Mela Ji Sirbayê berê xwe dide Heskîfê û demek dirêj li Heskîfê seydatî û melatiyê bi hev re dike. Gelek îcazetan li feqiyên xwe belav dike.

Qonaxa Mela ya herî dawî jî bajarê wî ye. Piştî Heskîfê Mela li ser daxawaza mîrê Cizîrê carek din li bajarê xwe vedigere. Gava tê bajêr rêvebertiya Medreseya Sor hildide destên xwe û heta dawiya emrê xwe li medreseyê bi ilm û bi tesawifê ve mijûl bûye. Ji xeynî seydatî û melatiya Medreseya Sor, Mela şewirmendîtî ji mîrê Cizîrê re dike.

Wefata Mela jî li bajarî dibe. Li Kêleka Medreseya Sor, li aliyê rojava, di kumbetekê de tirba wî çêdikin û wî li wir diveşêrin. Li ser daxwaza Mela; gava ku qedera wan temam dibe, li kêleka tirba wî, tirba Xatûna Biskkek (Stiya Biskkesk) û tirba jinebiya pîr çêdikin û wan jî li wir vedişêrin.

Cih û bandora Melayê Cizirî di wêjeya kurdî de

Kêm an jî zêde di nav her qewman de kesên zana û xurt derdikevin. Ev kes di qadên dîrok, wêje û ilmê de milletên xwe temsîl dikin û ew millet jî bi wan kesan tên zanîn. Di qada wêjeyê de Îngilîza Sheakspear, Rûsa Dostoyevskî, Fransiza Vîctor Hugo, Ereban Îbnul Farid, Farisan Hafizê Şîrazi, Azeriyan Fizûlî (Hin çavkanî Fizûlî Kurd dihesibînin) û Kurdan jî Melayê Cizîrî temsîl dike. Bi awayek din Melayê Cizîrî opûs magnumê (Kesayetê herî naskirî) wêjeya kurdî tê hesibandin û di qada wêjeyê de milletê Kurd temsîl dike.

Di wêjeya kurdî de cara pêşî bi awayekî rêk û pêk Dîwan ji aliyê Mela ve tê nivîsandin û bi vê Dîwana xwe Mela dikeve nav helbestvanên herî xurt yên rojhilata navîn. Mela ji helbestvanên kurdan re rê qada helbestê vedike û gellek kes li pey şopa wî çûna û bi saya wî asta helbasta kurdî hildana jor.

Mela di wêjeya kurdî de bi hin navên cuda cuda tê zanîn û pesnê wî bi van navan tê dayîn. Ev nav ne ku wî li xwe danîne ji aliyê civakê ve ev nav li Mela hatine kirin û wek lîbasekî li ser wî mane. Ev nav: Pîrê Işqê û Reys El Şûara ne.

Di wêjeyê de kesê ku herî xweş evînê tînê ziman Mela bi xwe ye. Pîrê Işqê di beytek xwe de wiha pisporiya xwe ya evîndariyê tîne ziman: Yê ku noqî evînê bûyî û bi hemû esrarê evînê dizane ez im ez. Kesek nikara di warê evînê de bi min re avjeniyê bike. Hemû qulf û esrarên evînê min yek bi yek vekirine û ez pê dizanim. Vê yekê ne sed heb mela (molla) û ne jî alîgirên wan (musteîd) dizanin, tenê ez dizanim ez. Orjînala beytê wiha ye:

Tu ji Melayê Botî bipirs esrarê işqê hel dikit

           Çi zanîn vê sirrê sed mela û muste‘îd

Di nav nivîskar û helbestvanên kurdî û yên rojhilata navîn de Mela bi navê Reys El Şûara (Serokê Helbestvanan) tê zanîn û pesin û xurtbûna wî bi navî tê dayîn. Bêgûman ev nav belesebep li Mela nehatiye kirin. Ji dewra Mela heta niha hemû helbestvan û nivîskarên kurdan kêm an jî zêde di bin têsîra mela de mane. Di nav van kesan yên herî navdar: Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî û Cegerxwîn in.

  1. Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran

Cizîr bajarekî wisa ye ku navenda hertişti ye û rêya gellek kesan dikeve ser vî bajarê qedîm û kevnare. Yek ji van kesan Feqiyê Teyran bi xwe ye. Ta ji bajarê Wanê lê dixe tê Cizîra Botan û qesta hevalê xwe Melayê Cizîrî dike. Hevaltiyek xurt û jidil di navbera van hevalên qedîm de hebû.

Gava Mela û Feqî dighîjin heval bi gotinên xweş û helbestî dilê hev xweş û geş dikin. Çawa dighîjin hev di navbera Mela û Feqî de gotûbêj çêdibe. Herdu kes jî di vê gotûbêjê de hem hostatiya xwe bi peyvan anînê wicûdê û hem jî bi gotinên nazenîn û xweş pesnê hevdu dane. Ev gotûbêj hem di Dîwana Mela de û hem jî di Dîwana Feqî de cî girtiye. Di vê gotûbêjê de Mela 25 malikan, Feqî jî 25 malikan dibêjin.

Destpêka Gotûbêjê

Feqî                                                                                                                                                           Mela

Sela ma min heqîrî                                                                                                                                  Selamên Milyaketan

Sedefek divê têkin                                                                                                                                   Bê Hed û bê Hesab in

Îro li Cizîrê                                                                                                                                               Şibhetê ava şetan

Heqe li Melê kin                                                                                                                                       Li Mela li Mîm û Hê bin

 

Dawiya Gotûbêjê

Feqî                                                                                                                                 Mela

Birîndarê işqê me                                                                                                         Hindî ku digazehim

Dûrim ji siha bihan                                                                                                     Dikêşim sebr û xîrê

Dizanim meddahê kê me                                                                                           Şubhetê çeng û zeh im

D’hezar û yek û sehan                                                                                               Hîlak in j’derba tîrê

Senaxwanê Melê me                                                                                                 Senaxwanê Feqeh im

Li hemû erd û cihan                                                                                                  Îroke di Cizîrê

 

Meriv ji pesindayîn û gotinan wan baş fam dike ku wek Mem û Tajdînî hevaltiyek wan a mûazzam heye. Feqiye Teyran piştî mirina Melayê Cizîrî, li ser wî helbesta bi navê “Qewî Îro Girya Me Tê” dinivîse. Detpêka vê helbestê wiha ye:

Qewî îro ze’îf im ez

Dinalim ez li wî tayê

Di burhanan dihat fal im

Tilisma wesletan nayê

 

  1. Melayê Cizîrî û Şêx Ehmedê Xanî

Melayê Cizîrî di sala 1640’î de diçe ser dilovaniya xwe, piştî mirina Cizîrî 11 sal şûn de Şêx Ehmedê Xanî tê dinê. Ev her du kesên zana û xurt negihiştine hev du û hev du nedîtine. Lê dîsa jî ji bo tesîrê hewcedarî bi zindîbûnê nîn e.

Xanî piştî xwendina xwe diqedîne û tam kamil dibe, ew jî wek Feqî lê dixe û tê Cizîra Botan. Bêgûman Xanî methê Cizîrî bihîstiye û xwestiye were ziyareta wî; ji bilî vê yekê jî kesên ku di medreseyên Kurdistanê de dixwînin helbestên Mela rewa û jiberdikin. Xanî jî yek ji wan kesan bû ku hîn di medreseyê de bi helbestên Mela mezin bûye û têsîrek mezin lê kiriye.

Xanî gava tê Cizîrê, li vir di bin tesîra dîrok, çand û helbestên vî bajarî de dimîne. Xanî li vî bajarî, ji kalekî rûsipî çîroka Memê Alan guhdarî dike û gava vedigere welatê xwe biryar dide ku vê çîrokê bi awayê menzûm binivîse. Meriv dikare bêje ku Mem û Zîn bingeha xwe ji Memê Alan digire.

Xanî ewçend di bin tesîra Mela de dimîne ku, di Mem û Zîna xwe de wiha pesnê wî dide:

Bi navê rûhê Melayê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Dê keyfek bida Feqiyê Teyran

Heta Ebed bimaye Heyran

 

  1. Melayê Cizîrî û Cegerxwîn

Cegerxwîn hem bi helbestên xwe yên serbest û hem jî bi yên erûzê hatine nivîsandin ve tesîra xwe li gelê xwe kiriye. Helbet ev xûrtbûn û tesîr bi saya nivîskarên kevin e. Herçiqas di bin bandora Şêx Ehmedê Xanî de mabe jî, tesîra herî mezin Melayê Cizîrî lê kiriye.

Meriv dikare bêje ku navbavê Cegerxwînî Melayê Cizîrî bi xwe ye. Navê Cegerxwîn yê esil Şêxmûs e; di nav gel de bi navê Şêxmûsê Hesarî jî tê naskirin. Cegerxwîn bi saya medreseyên Kurdistanê Melayî naskiriye û gellek helbestên wî jiberkirine. Cegerxwîn gellekî di bin bandora helbesta bi navê “Xelqno Li Min Kin Şîretê” de dimîne û di beytek vê helbestê de leqayî navekî dibe û ev nav jiyana Şêxmûse Hesarî bi temamî diguherîne. Ji beytê navê “Cegerxwîn” digire û vî navî li xwe dike.

Hat der ji burc û penceran dil girt û da ber xenceran

Ev reng e halê dilberan lew aşiqan “xwîn bû ceger”

Riataza

                                                                                                                                                                                      

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 3

  1. Ro$ev sîtav

    Gelo Cegerxwîn li ser Meleyê Cizîrî helbest nivîsîne,?

  2. Mela Mihyedîn

    Belê, Seydayê Cegerxwîn li ser Melayê Cizîrî helbest nivîsandiye.

    1. Dîwan -2- (Sewra Azadî)
    Helbest: Hozan û Şaîrên Kurd
    Her yek e seydayê Melyê Botî (Cizîrî)
    Di xwoşxanê û evîndarî de totî
    Ji Kurdan re wî çêkiriye yek Dîwan
    Di belaxeta xwe de wek Qur’an

  3. Mela Mihyedîn

    2. Dîwan 8 (Aşitî)
    Helbest: Pênicika Min û Melayê Cizîrî
    Min can û ceger xwîn e ji ber derd û belayê
    ….
    Ser ta qedem ez bisojim şibhê Melayê
    Perwane sifet suhtim, bê sewt û his im ez

Şirovekirin hatine girtin.