Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariya Cîhanê dibe

Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariya Cîhanê dibe

Serokê Kurdistana Federal Mesûd Mistefa Barzanî piştî Civîna Davosê, vê carê jî beşdarî kongreyeke navneteweyî dibe.

Çapemeniya kurd û biyanî eşkere kir Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, çend roj paşê diçe Mûnîha Almanyayê û beşdarî Konferansa Ewlekariya Cîhanê ya 53-an dibe.

Li gorî tora ragihandina Ajansa Spûtnîkê Kongre 17-ê Sibata 2017-ê bi beşdariya 500 kesayetiyên payebilind ên siyasî, leşkerî, aborî û medyayê destpê dike.

Hate ragihandin ku wê Konferansa Ewlekariya Cîhanê 3 rojan bidome.

Li gorî çavkaniyên medyaya kurdî Mesûd Barzanî wê di vê civîna girîng de hevdîtinan bi gelek lîderên dinyayê re pêk bîne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev