Prezentasyona pirtûka dersan a Zimanê Kurdî a nû

Prezentasyona pirtûka dersan a Zimanê Kurdî a nû

Fêrî xwendin û nivîsandina kurdî (kurmancî) bibin

19ê sibatê, roja yekşemê, sieta 16an li paytextê Gurcistanê Tbîlîsîyê, ”Mala Êzdîyan” wê prezentasyona pirtûka nû a rengorengî a bi sernavê ”Fêrî xwendin û nivîsandina kurdî (kurmancî) bibin” û herwiha rasthatina bi parlamentarê Parlamêntoya Gurcistanê Îsko Dasinî, bi serekê Yekîtîya ”Navbenda êzdîyan ya çandî-perwerdehîyê – Mala êzdîyan”, bi sponsorê weşandina pirtûkê Sûlîko Sîmayêv û bi xudanê pirtûkê Keremê Anqosî bê derbazkirinê.

Pirtûk bi zimanên kurdî (kurmancî) û gurcî derketîye. Di dawîya pirtûkê da nivîsên bona xwendinê û wêneyên kevin yên komên folklorî, sazbendan û dengbêjan hene.
Fermo, werin, pirtûkê wek hediya bistînin.

Organîzatorê wê heyteholê Rêxistina bê alî ”Navbenda êzdîyan ya çandî-perwerdehîyê – Mala êzdîyan” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev