SERHİLDANA ŞÊX SEÎD: RÛPELEK VEŞARTÎ

SERHİLDANA ŞÊX SEÎD: RÛPELEK VEŞARTÎ

Berî 92 salan roja 13’ê Sibatê dest bi serhildana Şêx Seîd bû

Latif EPÖZDEMİR

Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe berîya 92 salan roja 13’ê Sibatê dest bi serhildana xwe a pîroz kiribun. Wan rojan eger yekîtîya Kurdan hatibuya çêkirin bêgûman Kurd îro xwedî dewlet bûn. Lewra Serhildan cûdabûn û serxwebûna Kurdan ji xwe re kiribu mebest û armanc. Rexistina AZADÎ a di bin serokatîya Dr.Fuat de ne dixwest ku Şêx dest bi tevgerek gelêrî bike. Lewra AZADÎ radigeyand ku wext hê zûye û tênegeyiştîye, hê yekîtîyek netewî pêknehatîye. Sedem ku Şêx Seîd kane bike Fehmî Bîlal (Fehmiyê Licêyî, Fehmî Firat) şandin cem Şêx. Fehmî Bîlal bi şev û rojan li ber xwe da.

Lê nekarî Şêx qane bike ku dev ji serhildanê berde. Li dawîyê Fehmî na, lê Şêx Fehmî qane kir û Fehmî Bîlal bû sekreterê serhildana Şêx Seîd. Kemalistan bi derewan gotin leşkerên Şêx talankerî, şêlandin û dizîyê dikin û vî navê xerab li serhildêran kirin. Hemu jî dîndarên baş bûn û bi merjemet bûn, tirsa Xwedê di nava wan de hebu. Ew makîne ku qaşo dibêjin rêbirî lê hatiye kirin, tê de tenê taximek cilê postvanan hebûye ku leşkerên Şêx tenezul nekirine wergirin.

Leşkerên Şêx heramxwer û heramzade nebûn. Ew Zazayên ku berî hemû kesî ketin nav sûrên bajarê Diyarbekir, li wir tu dizî û talanek nekirin. Dîtin ku hêza wan ji eskerê dewletê der e, xwestin ku derkevin der, hatin girtin û paşî jî bi dirindehî hatin kuştin. Leşkerê dewletê anîn hin tişt miştên dikanan xistin berîka wan û paşî bangî rojnamevanan kirin, berikê terma nîşanî wan dan û gotin dizî kirine, dikan şelandine. Ev buxdan û bêbextîyek mezine. Şêx Sîd sedem ku yekîtiyek netewî nema pêk hatibu, şikestin xwar û binketî bu. Lê Şêx tu carî poşman nebu. Ji Melayekî xwe re got :

“Mela, me dest bi tiştek kir lê me nekarî em bibin ser. Kurda arîkarî nekirin. Lê vaye ez diçim, tu carî jibîr neke, wê rojek Kurd bibin xwedî dewlet”. Şêx baş dizanîya ku Şêx Selîm û Cemîl destebira û mirovên Mistefa Kemal in. Lê neçar ma û xwe avête Şêx Selîm ji bo ku were hewara wî. Şêx Selîm xwedî êl û eşîrek mezin bu. Gelek bihêz bu. Mixabin Şêx Selîm alikarî neda Şêx Seîd Efendî. Şêx Seîd bêumud vegerîya û berê xwe da baregeha xwe. Ew kesên ku wek eskort bi Şêx re ketne rê û berê xwe dane baregehê serhildanê, xîyanetê bi Şêx re kirin, wî dane dest. Şêx gelek bi berxwe ket, sîyaneta wî şikestibû û dilxem bibû. Lê, pêş ku derketiba vê rêya pîroz encamê hizir kiribu.

Lewra bi qedera xwe qaîl bu. Mistefa Kemal dema ku qasidek şandibu ba Şêx Sid, Şêxê nemir li ser nimêje, li hizûra Xwedê bu. Qasid ji pê ma heta ku Şêx silav da û berê xwe dayê. Mistefa Kemal digot ku Şêx bila yek carek bêje ku “mebesta serhildana min, ne helwesta avakirina dewletek Kurdî ye”, ezê wî bibexşînim. Dema ku Şêx vê teklifê bihist, di dilê xwe de got: Na, ez nikarim derewan bikim ku li qata Xwedê werim gunehkar kirin. Eger ez derewa bikim wê Mistefa Kemal min bibexşe, ezê sernizm bim. Hergî ez derewan nakim bila Xwedê min bibexşe û Kemal min bi darve bike. Mebesta min dewletek Kurdî bu li ser binyatek İslamî. Lê ez serkevtî nebûm. Ez ji darve kirin û sêdareyan natirsim.

Şêx û hevalên wî bi rûyekî sipî li bin dara çinarê hatin îdam kirin. Şêx Seîd nimêja leşkerek dewletê ku hatibu kuştin, kiribu. Hevalê wîyê birîndar jî şandibû nexweşxanê ji bona tedawîbunê. Dilovanîya Şêx dest nedida ku mûriyek jî were kuştin. Lê dewletê navê Şêx danîbu kujer, eşqiya û rêbir. Xwedê jî pê dizane ku Şêx mirovek lewend û minewer bu. Terefdarê kuştin û mirinê nebu. Lê dewletê guh neda helwesta Şêx Seid Efendî.

Şêx Seîd: Jîyanek zelal, mirinek melûl bu. Dûa û wesyet û helwesta Şêxê Kurdan vaye bicî dibe. Di nêz de, li Başûr dewletek serbixwe çê dibe. Aqûbet li beşên din yên Kurdistanê be jî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev