Serokê Meclîsa Almanyayê: Li Tirkiyê hikûmet derbe li makezagonê kir

Serokê Meclîsa Almanyayê: Li Tirkiyê hikûmet derbe li makezagonê kir

Serokê Meclîsa Federal a Almanyayê Norbert Lammert diyar kir ku hikûmeta Tirk li dijî makezagona Tirkiyê derbe kiriye.

Lammert beriya Konferansa Ewlekariya li Mûnîhê, li Berlîna paytext di civînekê de axivî û li ser siyaseta global fikir û ramanên xwe parve kirin.

Norbert Lammert, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rexne kir û diyar kir ku bi qasî Trump ew ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi endîşe û fikar e.

Lammert got ku di dema dawi de li Tirkiyê li ser hev du derbe pêk hatine. Li gorî Lammert pêşî li dijî hikûmeteke hilbijartî hewldana derbeyeke leşkerî pêk hatiye, paşê jî hikûmeeta hilbijartî li dijî makezagona xwe derbe kiriye.

Li gorî Lammert Erdogan dixwaze bi reforma makezagonê, sîstema serokatiyê bîne ku hêza xwe xurtir bike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev