Wezîrê Karên Hûndir: Me qeyyûm danî ser 79 şaredariyan

Wezîrê Karên Hûndir: Me qeyyûm danî ser 79 şaredariyan

Wezîrê Karên Hûndir ê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir ku di operasyonên li dijî PKK-ê de heta niha 2603 kes hatine girtin û ji bo 79 şaredariyan qeyyûm hatine tayînkirin.

Soylu li Semsûrê axivî û got ku wan di serdema zivistanê de li ser 125 baregehên PKK-ê operasyon kirine û di 5 mehên dawî de li 22 bajaran 661 kozik hatine tunekirin.

Li gorî Wezîrê Karên Hûndir Soylu di 5 mehan de 49 rêveberên heman rêxistinê hatine girtin, 8477 kes hatine binçavkirin û ji wan jî 2603 kes hatine girtin û ew şandine hepsan.

Soylu her wiha diyar kir ku wan dest daniye ser 79 şaredariyan ku têkiliyên wan bi rêxistinê re hatine tespîtkirin.

Wezîr her wiha got ku ewê 11 hezar polîs, 28 hezar 550 jenderme, 635 ewlekarên deryayê û 21 hezar û 716 cerdevanên nû bigirin kar.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev