Xwexapandina bi gotina “yekîtiyê”

Xwexapandina bi gotina “yekîtiyê”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di van demên dawîn de piraniya Kurdên dilsoz peyvika “yekîtî”yê ji devê xwe derdixin û belav dikin.

Erê rast e ku yekîtî xweş e, lê ew yekîtî wê li ser çi bingehê çêbibe?
Yekîtî wê demê çêdibe, gava dîtin û raman û xwestinên cuda ku nêzê hevûdu bin.

Dema ez zarûk bûm, rehmetiyê bavê min digote gundiyên xwe: “Di hevkariyê de yekîtî bikin.”

Di wan deman de rewşa jiyana gundiyên Kurdistanê pir lawaz bû; ne rê hebûn, ne pir hebûn, ava gundan weke kanî û golikên avê pir bêteşe bûn û gelek sergêjiyên dî…

Li gundan di kirina karên ji bo sûda gund û gundiyan de, hevkariyeke bêhempa di nava gundiyan de çêdibû. Çend mînak:
– Dema bavê min digote gundiyan: “Sibehê em ê riya ku diçe filan derê çêbikin…”, di sibeha wê rojê de zilamên gundî her yekê tevr û bêra xwe hildida û diçû wê devera ku rê lê tê çêkirin. Yan kaniya gund a vexwarinê çêdikirin, hin caran li ber çayên piçûk golek çêdikirin da sewal av jê vexwin…
Dema dibû çaxê firavînê, jinên gundî xwarin ji zilaman re dibirin cihê ku lê kar dikirin.
Zilamên gundî bi hev re heta ku ew kar kuta dikirin, bi hev re diman. Gundiyekî Kurdistanê tenê jî xwe ji ber karê giştî yê hevkariya gundê xwe nedida alî.

Baş e, niha naveroka yekîtiyê ji bo kurdên siyasî çi ye?

Çendî ku ez ji siyasetê dûr im, lê belê hevberkirina rewşa jiyana Kurdan di hemî waran de siyasî ye û dişûfin hevûdu.

Îro li dora 27-28 rêxistinên siyasî yên Kurdan hene, hemû dibêjin: “Ax yekîtî, wax yekîtî!..”
Eger siyasiyên Kurd mînaka gundiyên xwe jî werbigirin, yekîtî pir bi hêsanî çêdibe. Lê divê pêşî bingeha yekîtiyê ji bo wan hebe. Mixabin niha ew bingeh jî tune, ji ber hindê pir zehmet e ku ew niha yekîtî ava bikin. Lê eger bixwazin, dikarin di demekurtekê de jî bingeh amade bikin.

Bingeha yekîtinê:
– Divê daxwaza siyasî ya hemû siyasiyan, yek be. Wek daxwaza hemû gundiyên Kurd di çêkirina rê, kanî û golên avê de çewa ku yek bû. Eger na, yekîtî çênabe.

– Ji ber ku daxwaza siyasiyên Kurd ne yek e, hinek Kurdistaneke Serbixwe dixwazin, hinek Kurdistaneke Federal dixwazin, hinek Kurdistaneke ku tenê azadiya zimên hebe dixwazin, hinek jî mixabin Kurdistaneke azad dixin binê kelaşxaneya gemara bajarên mezin û çu tiştî naxwazin.
Baş e, eger rewş wisan be, wê yekîtî çewan çêbibe û wê bi çi navî be?
Hesabekî matematîkê heye, dibêjin: 3 sêv + 2 kartol + 4 hêk û 1 pîvaz = dikin çiqas. Encam sifir.

Pirsa duyemîn û herî girîng ev e:
– Li Bakûrê Kurdistanê piraniya kurdên ku xwe siyasî dibînin, hê jî bi zimanê Kurdî napeyivin û li gor toreya Kurdî nalipikin. Îcar eger rewş ev e, yekîtî wê bi çi zimanî û ji bo çi welatî bête çêkirin, ne diyar e.

Îcar tiştên mayî êdî bila kesên zana û bîrewer li yekîtiyê bisêwirin…

Di van rewşan de, ne yekîtî lê hevkarî bi yek tiştî çêdibe, ew jî ev e:
– Meriv guhên xwe bide wijdana xwe û rind bisêwire, ka dengê sûda welat û milet ji kurê û ji kê derdikeve, divê meriv alîkariya wirê bike.
Yanena, bila kes xwe nexapîne û di vê dema teknîkê de ku mejiyê Kurdan bi awayekî sedbare zêdetir bûye û êdî Kurd ku mijûlê siyaseta dinyayê dibin, ji bo wan sûda gotinên çewt û vala tune.

Min di çar îşkencexaneyên cuda de dek û dolabên ku li ser desteserkiryan dihatin kirin, di 178 rojan de dîtiye. Eynî ew dek û dolab li derva jî, lê ne bi rengê şideta hundirî têne kirin. Îcar ne tenê ez, ji 1980 hetanî dawiya 1984an, ji milyonekî zêdetir kesên wek min ew dek û dolab dîtine. Gelek ji wan niha jî dibêjin YEKÎTÎ, lê ji bo yekîtiyê yek ji wan jî dîtin û daxwazên xwe yên siyasî venakişe.
Di rastiyê de siyasiyên Kurd bi gotina “yekîtî”yê, tenê zeman wenda dikin.

Bi hêviya hevkariyê di karên baş û rast de, her şad bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Ro$ev sîtav

    Qezî mirîye.. Mala kekê Zeynelabidin hezar carî ava bî.. Erê, ti$tên ku pêk nayên, divê merî dev ji wan berde..

Şirovekirin hatine girtin.