Amerîka zextan li PKKê – PYDê dike

Amerîka zextan li PKKê – PYDê dike

Bas – Destêwerdanên PKKê li Herêma Kurdistanê,hevpeymanîya Qendîl û Tehranê,derneketina PKKê ji Şengalê, kirdarên PYDê yên dijî ENKSê û bûye cîyê nerazîbûna Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Çavkanîyeka haydar ku nexwast navê wî bihête eşkere kirin ji heftenameya Basê re ragihand,Amerîka zextên xwe liser PKK zêde kirîye û hişdarî daye Qendîlê ta ku sinorekî jibo destêwerdan di karûbarên Herêma Kurdistana Rojava de dayne û ajendayên Îranê cîb cî neke.

Ligor wê çavkanîyê dîyar kirîye, Qonsolosxaneya Amrîka li Hewlêrê ku ev demek e serperştîya doza dûrxistina Hêzên PKKê dike li Şengalê, karîye PKK neçar bike ji Şengalê derkevin.Ligor heman çavkanîyê, Ken Groos Serqonsolê Amerîka li Hewlêrê ku bixwe roja 11ê Kanûna 2016 serdana Şengal û Sinûnê û Çîyayê Şengalê kiribû, gehîştîye encamek giring liser yekalîkirina doza dûrxistina PKK li Şengalê.

Ligor wê çavkanîyê, dawîn guhertin di wê mijarê de, biryara Serokê Hêrêma Kurdistanê ye ji bo rêkxistina Hêzên Heyder Şeşo di çarçoveya Hêzên Wezareta Pêşmergeyên Herema Kurdistanê de.Heman çavkanîyê daye xûya kirin, wê biryara Serokê Hêrêma Kurdistanê Qendîl şoke kirîye.

Her çiqas ku PKK du hêz bi navê YPŞ û YPJ li Şengalê çê kirîye jî, lê di rastîyê de hesabê wê liser Hêza Heyder Şeşo bû ku wekî mezintirîn hêza derveyî Wezareta Pêşmergên Kurdistanê tê danan di wê herêmê de û berê di rêya peywendîyên xwe bi Bexdadê re, PKK hewl dabû Bexdad bi fermî danûstendinê pê re bike û bûdce û pêdîyên wan yên serbazî dabîn bike.

Ew çavkanî dibêje, hesaba sîyasî ya PKK li Şengalê liser Heyder Şeşo û hêza wî bû, ku navbirî çend caran serdana Qendîlê kiribû û bi Cemîl Bayik re civîyabû, lê bi guhertina helwêsta Heyder Şeşo û nêzîbûna wî bi PDK re û biryara Serokê Hêrêma Kurdistanê jibo rêkxistina wê hêzê di çarçoveya Wezareta Pêşemrge de,PKK wusa dizane zîyaneka mezin lê ketîye, jiber ku piranîya endamên wê hêzê xelkê wê heremê ye û bandorîya wan liser sînordarkirina statûya PKK de heye. Lewra jî ew çavkanî dibêje, PKK wê yekê bi derbeyek mezin temaşe dike liser xwe.

Li gor wê çavkanîyê, Ken Groos ku roja yekşemê 11.12. 2016an serdana Şengalê kiribû nexwstûbû hevdîtinê bi Heyder Şeşo re bike û peyamek ji wî re şandibû ku eger ew hêz di çarçoveya Hêzên Wezareta Pêşmergeyên herêmê de neyê rêkxistin kirin, bi tu awayî mamile pê re naken û wekî beşek wê pirsgirêk dihête temaşe kirin ku PKK di Şengalê de çê kirîye.

Çavkanî dibeje; ew helwêsta PYD ku dixwaze êdî bi awayekê pragmatîk sîyasetê bike bi karvedan û bertekên PKK re rû bi rû maye û hêj Qendîlê ew mijar qebûl nekirîye.

Êzdîyên tevlî PKKê bûne jê vediqetin

Li alîyê din, fermandarê pêşmerge li enîya Şengalê Hekar Muhsin radigihîne, xelk êdî dest ji PKKê berdidin, jiber ku rûyê wan ê rastîn ji her kesî re eşkere bûye.

Emîd Hekar Mûhsin ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, xelk berdewam ji refên PKKê vediqetin;ligorî yasaya PKK her kesek dest ji wan berdide,jîyana wî dikeve metirsîyê, lê dîsa jî ew kesên ku ji wan vediqetin pûte bi wê metirsîyê nadin, jiber ku rastîya PKKê ji wan re eşkere bûye.

Fermandarê pêşmerge herwiha gotîye, ew hêceta ku PKK dibêje; ew jibo parastina xelkê Şengalê mane qet ne rast e, jiber ku ew tenê li Şengalê mane ku astengîyan li pêşîya avedankirina Şengalê derxînin. Hêzek bi navê Şengalê avakirine û jibo armanc û meramên xwe wê hêzê bikar tînin, ku bi vî awayî xelkê Şengalê dikevin metirsîyê de.

Fermandarê Pêşmerge li enîya Şingalê Hekar Muhsin daye zanîn ku Pêşmerge Şengalê diparêzin,lewma pêwîst nake ku PKK li vê navçeyê bimîne.

Amerîkayê PYD hişyar kiriye

Ligor wê çavkanîyê, di çarçoveya hewlên PYD jibo rêkxistina peywendîyan bi Amerîkayê re, nûnerê Amerîkayê li Sûrîyê hişdarî daye Hevserokê PYDê Salih Muslim ku peywendîyên xwe bi Qendilê re qut bikin û daxwaz ji navbirî kirîye jibo normalkirina têkilîyên Amerîka bi Rojava re, mercên Amerîka ew e ku PYD bi yek carî ji Qendîl dûr bikeve.

Ligor wê jêderê, mercê Amerîka ji PYD re û danûstandînên sîyasî bi wê re di çarçoveya gotûbêj û çareserîya navxeya Sûrîyê de, ew e ku PYD bi yek carî dest ji PKK berde.

Li gorî wê jêderê, yek ji xalên ku Amerîka wekî hişdarî daye PYD û wekî xala sor bi nav kirîye ew e ku nabe bi ti awayî hêzên Rojava li Sûrîyê şerê artêşa Tirkîyê bikin.

Ew çavkanî dide zanîn, PYD di wê mijarê de nermî nîşan daye û ligor pisporan jî, daxuyanîyên berpirsên Rojava derbarê Tirkîye de hatine guhertin û ew jî jiber wan guvaşên Amerîkayê bûye.

Heman çavkanî dide xûya kirin, niha berpirsên PYD di nav xwe de gotûbêjan liser biryardan jibo daxwaza Amerîkayê dikin ku Fransa û Rûsya jî pêre hevbîr in û beşeka zêde ji berpirsên PYD jî gehîştine wê encamê ku eger peywendîyên xwe bi PKK re qut nekin dê azmûna Rojava rastî karesateka mezin bihêt.

Heftenameya Bas

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev