Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Barzanî û Ebadî li Mûnîhê li hev dicivin

Barzanî û Ebadî li Mûnîhê li hev dicivin

Eşkere bû ku wê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Heyder El Ebadî li Konferansa Ewlekariyê ya Cîhanê hev bibînin.

Konferans sibê ango 17-ê Sibatê li Mûnîha Almanyayê li dar dikeve.

Li gorî ragihandina Ajansa Sputnîka Rûsyayê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ragihandiye ku Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî sibê bi awayeke fermî beşdarî li Konfransa Ewlekariyê ya li Mûnîhê dike.

Agahiyên derbarê hevdîtinên Serok Barzanî de di malpera dîwana Serokatiyê de hatine eşkerekirin.

Heman ajans xwe spartiye Tora Ragihandina Rûdawê û nivîsiye ku Hisên eşkere kiriye ku Barzanî û El Ebadî wê di konferansê de hevdîtineke taybet pêk bînin.

Tê ragihandin ku di hevdîtinê de wê mijarên sereke operasyona Mûsilê, kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê û mijara serxwebûnê be.

Divê bê gotin ku konferans sibê ango 17-ê Sibatê destpê dike û 19-ê mehê bidawî dibe.

Eşkere bû ku ji seranserê dinyayê bêhtirî 110 serokdewlet, serokwezîr û wezîr wê beşdarî konferansê bibin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev