DYA: Berendamê Wezîrê Xebatê Puzder xwe ji kar kişand

DYA: Berendamê Wezîrê Xebatê Puzder xwe ji kar kişand

Giregirekî din ê ji kabîneya nû ya muhtemel dev ji berendamtiya wezaretiyê berda.

Piştî Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Michael Flynn, niha jî Andrew Puzderê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Wezareta Karp êşniyar kiribû, xwe ji endametiya wezaretê da alî.

Puzder daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ji bo ku wî pêşniyar kiriye, spasiyên xwe pêşkêşî Donald Trump kir. Puzder di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku piştî ku bi malbata xwe re şêwiriye, ev biryar daye.

Milyarder Andrew Puzderê ku serokê zincîre restorantên bi navê Hardee’s û Carl’s Jr. e, ji ber gotinên xwe yên li ser jinan û xebatkarên restorantên xwe, bibû hingava êrîşên tûnd û dijwar.

Andrew Puzder di kabîneya Donald Trump de yekemîn endamê wezîr bû ku beriya erêkirina Kongreyê dev ji endametiyê berda.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev