Daxuyanîya Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê

Daxuyanîya Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê

Birêz Eskerê Boyîk ev nûçeya derheqa Konferansa Navenda Lêkolînên Êzdînasîyê ji malpera me ra şandîye, em wê wek heye çap dikin.

Dr. Eskere Boyîk, serokê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê

Çend roj berê, 11-12 meha sibatê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê li Mala Ȇzdiyan bajarê Oldênbûrgê da Konfêransa xwe ya salane derbas kir. Eva Konfêransa Navendê ya șeșan e. Her konfêransa xwe da Navend hewl dide guhdarya civakê û zanyaran  bikșînin li ser pirsgirêkeke here aktûal ya dîrok, çand, bawarpya Kurdên êzdî.

Babetê vê Konfêransê, çawa di pirogiram û daxuyana da hatiye ragihandin, pirsgirêkên pêșîroja êzdîtiyê ne, yanê civaka êzdî û êzdîtî  bi van pirobilêman vir hada wê berbi ku here, çawa bê parastin?

Mesele çiye?

Eva devedevî 40-50 salan e, ji ber gelek  sedeman, Kurdên Ȇzdî  gund û şênê kal-bavan, milk û mal, goristanên pêșyê xwe dihêlin, temamiya cihanê bela dibin, li ber astengiyên koçberiyê, asîmlasiyonê, helandinê disekinîn. Niha cihanê da dijwer welatek hebe ku êzdî nerevya bûnê. Civaka Ȇzdî di nav demeke pir kin da ji  civakeke  rojhilatî  bûn civaka  cihanî. Berê  jî jiyana  êzdiyan  rehet  nîbû. Tim li nav  zulmê û komkujiyan da bûn. Eger berê ji dest xezeba olperestiyê û zulma der- doran  ji cîkî direviyan  cîkî  din, payê pirê hevra diçûn, bi êl-eșîr, pêşîkêş, oldarên xwe va.  Nikaribûn  dûr biçûna. Gelên  dihatine navê  jî bi asta  pêşvaçûyînê  ji wan  bilindtir û pirr  cudatir nîbûn. Cûrê  mijûlbûna  wan  jî nedihat  guhestin. Astengiyên  ziman û nişteçîtiyê  kêm  bûn. Hêviyên  vegerê tim dilê  wan da  hebûn.

Lê  koçberiya vê dewranê teherekî din e. Kê  çawa  kare  wusa  çara serê  xwe  dibîne, rêya  hezara  kîlomêtira didin e ber xwe. Carekêva  cûrê  jiyana  wan  tê  guhestin, gundiyê duh, çavgirtî dibin  bajarîyê  bajarê  dewra 21î  modêrn.

Ew jî ne ser hev, welatekî, bajarekî yan herêmekî da. Malek yan çend mal, ji hev dûr, tenê di nav vê derya mezin da bela dibin. Wan guhestina ra ne civak hazir e, ne  oldarî, ne jî rêvabira Ȇzdiyan. Qewlên jiyana nû dibin sedemên gelek nakokiyan, nexweşiyan, heta helandin û asîmlasiyayê. Ew nikarin civaka nû û qewlên nû ra normal rêva herin. Astengiyên koçberyê yên der ra tevayî wusa jî erf-edet, astengiyên navxweyî yên civakî, xetên sore xeyset û bawariyê li nav malbeta û civakê da nexweşiyan pêşda tînin. Nakokî wusa jî navbera endemê malbetê yên ahil, gênc, zarokan, jin-zilaman da çê dibin. Gelek caran ahil, cîwan û zarok qewlên jiyan û perwerda nû da ji hev fem nakin, nikarin bi zimanekî biaxivin, jin-mêr dest ji hev berdidin, zarok, gênc ji malê direvin û ew dibin sedemê tiragêdiyan, ji hev belabûna malbetan.

Raste, halê koçbera yê aborê xwaș dibe, ji zulm û zora  olperestyê xilas dibin, wan ra derfetê kûlttûrî, perwerdê yê pêșketinê vedibin lê heyîtya bawarya wan, ezditiya wan, ziman dikevin bin xetere. Vekirina hinek Malên Ȇzdiyan ku bi wan dixwezin vê valayê tijekin lê pirsgirêk wusa pirin û berbi kûrbûnê diçin ku karê wan MALA jî têrê nake.

Buyarên Șengalê ew pirsgirêk aloztir kirin, civak ser û binî hev bû, tevî tragêdiya mezin û malwêraniyê li ber gelek pirsgirêkên navxweyî da dekinandin. Civaka bê serî, rêvabir,  neyartî û hovîtîke wusa bêwîjdan ra hazir nî bû, ber wê zolmê bêpișt șerpeza ma. Bûyarên komkujiyê nîşan dan ku rêvabirî  ȗ serokên Ȇzdiyan roja wane teng da ji ber gelek sedeman va nikaribûn bi aktîvî  kêrî civaka xwe bên, hêza civakê bikin yek, di navbera êzdiyên Welêt û dervayî welêt da  bibn pira  hevgirtinê-tifaqê, tevaya hêza êzdiyan rakin  dijî wê zulma îslamê. Keresetê temamya neçarî  û bêkarya civakê û “rêvabirya” wê derxistin ber çavan.  wusa jî rind hate xanê ku rêvabirî ne bûye merkeza tifaq, yekîtî, hevgirtinê.

Ȇzdiyê cihanê bi hizra-xîreta êzdîtiyê û dengê xûnê wek mirovekî rabûn dijî wê neheqiyê, bo parastina nirxên xweye netewî û olî, lê ji rûyê bêkariya rêvabirîiyê serokatya parastina Șengalê kete destê hinek partiyên kurdî, șexsyetên êzdiyaye tarîye dijî hev, malbetên desthiletdar.

Wan ji gorî berjewandiyê xwe   hizra tifaq û xîretê Ȇzdiyên cihanê bo nav û kara șexsî, girûpî dane xebatê. Berê her komeke Ȇzdiyan dane alîkî. Tifaq û yekîtiya Ȇzdiyan wêran bû. Alîkarya ku ji cihanê da êzdiyên ziyankêșa ra dihate berevkirin û șandin pak negihîște meremê xwe. Heta niha jî tifaq û yekîtiya  civakê wek hêzeke hev girtî nîne  ku xwestinê Ȇzdîxanê çawa Herêmê Kurdistanê, dewleta Ȋreqê wusa jî asta navnetewî da bi xemxurî biparêze. Navê êzdiyatiyê niha bûye karteke siyasî, biçûk û mezin, zane û nezan, qenc û xirab bo kara xwe  pê dilîzin.

Komkujiya Şengalê ji hêlekê ve Ȇzdî pir êşandin, lê ji hêla din va  jî tiştên erênî anîne holê. Gelê li cihanê belabûyî nirxê xwe yê olî û netewî hisya, le xweyî derket. Dewlet, welat û gelan Ȇzdî nas kirin, tiragêdya wane dîrokî hisyan, netewa wan jî ji doza olperestiya kor hișyar bû. Gelek, di vê tengasiyê da Ȇzdyan xweyî derketin, destê alîkarya moralî û madî dirêjî wan kirin. Lê hê jî berpirsyarîke bi xurt û jêhatî nîne wê berbirbûna raya cihanê ya xêrxwez bo kara vê civakê bide xebatê.

Hinek ji van  pirsgirêkan bûn  babetên Konfêransa  Navendê. 

Rojava  Konfêransê pir serecen û  dewlemend bû. Bi  Def- șibaba Ȇzdiyan ya dewranaye pîroz û peyva xêrhatinê ya Serokê Malê va ( Șahab Dag) xebatên Konfêransê dest pê bûn. Gotar ev bûn: “Civata ruhanî ji despêkê heya niha” (Ȋdo Babê Șêx, nivîskar, têolog, êzdînas) ,Parastina Ȇzdiyatiyê” (Profêsora Ûnîvêrsîtêta bajarê Romayê, Îtaliya, Êmanûêla Dal Rê, zanyar, rojhilatzan, êzdînas), „Mûzîka Ȇzdiyan li Ermenistanê“ (Dr. Nehro Zagros, Ûnîvêrsîtêta Soran,  Hewlêr, Herema Kurdistanê, zanyar, rojhilatzan, êzdînas) “ Êzdiyatî  berbi  êzdîtiyê” (Kovan Xankî, nivîskar, lêkolînvan êzdînas), “ Perwerda  êzdîtayê” (Pîr Xidir Silêman, nivîskar, êzdinas, têolog),“ Ȇzdî û çakasazî /Çakasaziya  system û yasayên, çîn û grûpên  zewacê li cem Êzdiyan”, (Bedelê Feqîr Hecî, nivîskar, lêkolînvan, êzdînas), “Êzdîtî-ziman-elfeba” (Newaf Mîro, nivîskar, lêkolînvan) ,”Êzdî di diyaspora Alman da”,(Têlîm Tolan, Serokê Nayenda Șêwrdarya Ȇzdiyan li Almanyayê, yê berê, êzdînas, lêkolînvan), “ Rewșa êzdîtiyê di nav weletên  Sovêta Berê da”, (Pîr Dîma, nivîskar, têolog, êzdînas, Gurcistan), “ Rewșa Ȇzdiyatiye li Ermenistanê” (Dr. Têmûrê Hesen, zanyar, lêkolînvan), “Șengal, Ȇzdiyatî, rewșeke dijwer û pêșîrojeke mijewî” (Dawîd Șengalî, rojnemevan, lêkolînvan).

Heyf gotarvan Kovan Xankî û Pîr Dîma bi menyê vîzayê nikaribûn beșdarî konfêransê bibûna, gotarê wan hatin xwendin.

Gotareke gelekî barkêș derheqa êzdiyên Bakûrê Kordistanê û dîroka êzdiyan da, nivîskarê Kurdî emekdar, zanyar birêz Șekir Ȇpözdemir șandibû. Gotar Konfêransê da hate xwendin.

Konfêrans bi serketin derbas bû. Belgeyên Konfêransê, bi pirtûkekê, zûtirekê wê bêne weșandin.

Xebata konfêransê  ji alyê serokê navendê da hat tomerkirin.

Helbet konfêransek waye biçûk nikare van piirsgirêkên ber civaka Ȇzdiyan sekinî çareser bike, ew pêvajoke dûr-dirêj dixweze. Eva hewildan yan cêribandinek bû ku guhdarya vê civakê bikșînin ser halê wê yê îroyîn î dijwer. Wusa jî gerekê bê zanîn ku pirsgirêk tek ya civaka Ȇzdî nîne, dîrokî ye û ya temamya gelê kurd e,  ya netewî ye. Eger xîreta netewî hebe gerekê temamya gelê Kurd vê pirsgirêkê wek birîna xwe ya netewî bibîne û pirsgirêka Șengalê wek dilê civaka êzdi ya birîndar çareser bike, ku carke din ev tiragêdiya dewrana dubare nebe.

Konfêransê hewaskarîke hêja çawa di nav civaka Ȇzdî, wusa jî netewa kurd da pêjda anî. Ser navê komîtêya rêvabir bi seda nivîsên balkêș, pîrozbahî, masaj û pêșniyar hatin stendin, gelek rewșenbîr, nivîskar, siyasîmedar nînerên partiya, komelên netewî û êzdiyan, zanyarên kurd û biyanî beșdarî konfêransê bûn.

Xebatên Konfêransê bi firetî û zêndî Kurdistan-24 TV belav kir. Ser navê șêwra zanestî ya Navenda Lêkolînên Ȇzdînasyê em razîbûna xwe didine rêvabirya wê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev