Di salvegera 10an a wefata Prof. ŞEKROYÊ XUDO de

 

Çend gotinên bîranînê û vîdeoyek

Haluk Öztürk

Di ser wefata dîrokzanê Kurd Prof. Şekroyê Xudo re 10 sal derbas bûn. Mamoste Xudo di roja 1ê Sibata 2007an, di 77 saliya xwe de çûbû ser dilovaniya xwe.

Prof. Şekroyê Xudo, di warê dîrokzanîyê de yek ji zanayên kurd yên herî navdar bû. Wî bi xebateke bêwestan gelek berhemên ser dîroka kurdan û Kurdistanê afirandine. Gelek lêkolînên wî bi zimanê kurdî, rûsî û ermenî hatine weşandin.

Mamoste Şekroyê Xudo, bi salan di Beşa Kurdzaniyê ya li Înstîtuya Rojhilatzaniyê ya Ermenîstanê da serokatî kiriye.

Ew herwisa serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bû. Wî li kêleka karê xwe yê fermî yê li zanîngehê, bi hinek hevalên xwe re xebatên akademîk û çandî jî organîze dikir û dimeşand.

Sala 1991ê Akademik Şekroyê Xudo Mihoyî û Akademik Nadir Nadirov hatibûn li Stockholmê di konferanseke navnetewî ya li ser pirsa kurdan de beşdar bûn. Konferans ji alî ’’Komîteya Swêdî ya ji bo mafên mirovî yên Gelê Kurd’’ hatibû civandin. Hingê ji me re mecal çêbû ku em wî bêtir û ji nêzik ve nas bikin. Me bi wî û Prof. Nadir Nadirov re hevpeyvîneke vîdeoyê çêkiribû. Em gelekî kêfxweş in ku îro ew vîdeo wek dokumenteke dîrokî di arşîva me de heye û wê ji nivşên nû re bimîne.

Dîsa cîyê şanazîyê ye, ku me di nav ’’Weşanên Roja Nû’’de berhemeke wî û Navenda Lêkolînên Kurdî, bi navê “KURDISTANA ÎROYÎN-Problemên Tevgera Netewî” li Stokholmê weşandîye.

Prof. Şekroyê Xudo ewladekî gelê kurd yê gelekî hêja bû, wî bi xebatên xwe yên li ser dîroka gelê kurd navê xwe derbasî nav dîroka zanyarî û rewşenbîrîya Kurdan kirîye. Em bawer dikin rojek wê bê, li Kurdistanê bi navê Şekroyê Xudo zanîngeh, dibistan, înstîtut wê bêne vekirin.

Min bi xwe cara pêşin ew di sala 1986a de li Rewanê dît û naskir. Bi naskirina mamosteyê hêja, rîspîyê qedirbilind ez xwe bextewar dibînim.

Navê wî û berhemên wî ê herdem bijîn û bên bîranîn.

Di salvegera dehemîn wefata mamosta Şekroyê Xudo de em careke din wî bi rêz û wefadarî bibîr tînin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev