Du model

Du model

Yûrayê Şamil Nabîêv

Di van demên dawî da, weke ku deng dane hev, rêxistinên cuda-cuda ku bi PKK va girêdayîne, destbi kampanîya bona derbazkirina konferansa hemkurdîyê kirine. Bi vê ra girêdayî dixwezim çend bîr û bawerîyên xwe bêjim.

-Hilbet, her kurdek dixweze di nav gelek partî û rêxistinan da yekîtî û hevgirtin çê be, lê li vira pirs serî hildidin: Ser bingehê çi bigihîjine hev? Gelo ew rêxistin, ango Konferansa kurdan ya hemmiletîyê, gerekê xwedî çi armancê be?

Di praktîkê da her tişt wa xuya dibe: -PKK xwe li îdêologîyakê girtîye, ku dijî damezirandina dewleta miletîyê ye û di praktîkê da li Kurdistana Rojava hewil dide modela xwerêvebirîya kantonan pêk bîne. Ezê ser wê nesekinim ka ji wê çi derket, bawer im xwendevanên Riataza rind haj ji bûyerên li wir diqewimin hene. Werin em rast xeberdin, ew model bi zora çek li situyê binecîyên Kurdistana Rojava alandine. Rast e, em di navên rêxistinên PKK da li her deran rastî gotina ”dêmokratîzekirin”ê tên (PYD, HDP, Tev-Dem û yên din), lê tu kesî li herêmê ne pirsyarkirin daye derbazkirin, ne jî rêfêrêndûm, ku bi riya dêmokratîyê fikira binecîyan bihese.

Ez bawer im, ku piranîya kurdan, di nav wan da herwiha endamên PKKê û terefdarên wan jî, rind derc nakin ka daxweza çend serokên PKKê çi ye. Ewana ji dilsaxîya xwe bawer dikin ku ew taktîkên demkî ne, ku bi rewşa sazbûyî va girêdayî ye. Di encamê da gelek welatparêzên kurd, ku ne bi îdêologîya PKKê ra ne, di hebisên wan yên ”dêmokrat” da hatine zindankirin, bona a xwe bi ser xin. PKKê eynî tişt xwest li Tirkîyê jî pêk bîne, lê ji wê tu tişt derneket. Qasidên PKKê li gelek welatan bi her awahî propaganda modela xwerêvebirîya dêmokratîk dikin, lê ew li tu warekî cihanê nehatine naskirinê.

PKKê heta proêkta Konstîtûsyona Sûrî jî amade kirîye, bona bide xuyakirin ku nimûneya wê ya here dêmokrat û pêşverû ye bona çareserkirina pirsgirêkên li Rohilata Nêzîk. Di wê modelê da meseleyeke din a giring jî heye – eger hûn dijî dewleta miletîyê ne, wê demê hûnê çawa cîyê xwe li NY bigirin? Ne axir Neteweyên Yekgirtî rêxistina dewletên serbixwe ye. An bona we wê tevaya qeyde û qanûnên cihanê biguhêrin? Modela din a çareserkirina pirsgirêka kurdan li Kurdistana Başûr tê pêkanînê. Li wira xwe li riya sazkirina dewleta miletîyê girtin.

Li wir nerazîbûnên navxweyî hene jî, lê ew model diha baş û rast e. Her kurdek wê modelê fêm dike. Ezê li ser pirsgirêkên Kurdistana Başûr jî nesekinim, bawer im ku gelek kes wê yekê rind zanin. Ezê tenê tiştekî bêjim: Kurdistana Başûr ji alîyê hevalbendîya navnetewî da hatîye qebûlkirin.

Modela dewleta miletîyê – ew ne îdêologîyake serokekî kurdan ya jiberxwederxistî ye. Dewleta Miletîyê – ew encama pêşketina mirovayîya medenî ye. Îro li cihanê 200 dewletên miletîyê hene û ez fêm nakim, bo çi gerekê tenê kurd dijî damezirandina mala xwe a serbixwe bin? Ji bo serketina îdêologîya PKKê?

Eger em behsa tevgera kurdan a millî ji bo azadîyê dikin, gerekê fêm bikin, ku di her deman da ji bo her miletekî armanca sereke şerê ji bo azadîyê bûye, ku dibe bingehê sazkirina dewleta miletîyê. Lema jî dema em behsa Konferansa kurdan ya hemmiletîyê dikin, gerekê yekser destnîşan bikin ka armanca wê çi ye. Kurd gerekê bigihîjine çi – damezirandina dewleta xwe a serbixwe an pêkanîna daxwezên dijî kurdan bo çêkirina konfederasyona dêmokratîk li Rohilata Nêzîk û sazkirna kantonên xwerêvebir yên ne miletîyê?

Lê bikaranîna îdêya derbazkirina konferansa hemmiletîyê, ku di nav milet da deng daye, bona daxwezên xwe yên îdêolojîk bi situyê milet va bikin, bi bawerîya min qîmetê îdêya wê konfêransê bi xwe diêxe. Hevgirtina kurdan gerekê ne li dora partîyakê û serokekî pêk bê, lê gerekê li ser bingehê daxwez û armancên tevaya milet pêk bê. Bi kurtî – em wê armancê ha dikarin bînine ber çavan: YEK MILET, YEK ALA, YEK DEWLET! Kê dijî vê yekê ye, wê demê cîyê wî li Konferansa miletîyê a hemkurdîyê tune.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev