Serbazê doza ‘Kuştina Erdogan’ got: “Min derbe kir, îdam jî bibim ne xema min e!

Serbazê doza ‘Kuştina Erdogan’ got: “Min derbe kir, îdam jî bibim ne xema min e!

Şukru Seymenê ku di doza ‘Suîqasta li dijî Erdogan’ de îfade da, diyar kir ku ew beşdarî hewldana derbeya leşkerî bûye, derbe kiriye û îdam jî tê de ew ji tu tiştî natirse.

Seymen piştî ku hatibû girtin, di îfadeya xwe ya yekem de wiha gotibû: “Min fermanên Gokhan paşa bi cih anîn, tu têkiliya min bi Cemaeta Gulen re tuneye.”

Şukru Seymen got min fermanên herdu generalan; Semîh Terzî û Gokhan Şahîn Sonmezateş bi cih aniye û ne poşman e.

Seymen li dadgehê wiha got:

“Ez ji tiştekî natirsim. Min derbe kir. Cezayê vê îdam jî be, canê min qet naêşe. Heke bizanibim ewê nebe xwekuştin, minê bixwe pehîn li kursiya îdamê bixista. Tiştê ku min kiriye ev e, min fermanên herdu paşayên xwe bi cih aniye. Peywira me ev bû ku em Serokomar Erdogan bi saxî bigirin û bînin Enqerê.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev