Şêx Seîd Efendî û Serhildana 1925an – 2

Şêx Seîd Efendî û Serhildana 1925an – 2

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar
Beriya ku Kemalîst desthilatdariyê ji Osmaniyan bigrin û bibin xwediyê dewletê, hewcedariyên alîkariya miletê kurd bûn. Ew jî bi rêya mîr, şêx, serokeşîr, axayên kurdan dibûn. Loma jî Kemalîst çûbûn ber lingên wan. Di heman demê de soz dabûn ku dewleta nû ya bê avakirin, dê bibe dewleta kurdan û tirkan; di heman demê de sîstemeke demokrat û ne merkezî ava bibûya.

Hezar mixabin piştî ku Kemalîst bûn desthilatdar û xwediyê dewletê, hebûna miletê kurd înkar kirin. Gotin ku “miletê kurd tune ye û kurd tirk in.”

Dewletê ev înkarkirina kurdan ji bona îdeolojiya xwe ya fermî kirin nazariyek û fikrek gelekî esasî. Îdeolojiya fermî, nîjadperestî pejirand. Encama ev nêrîna şaş û nîjadperest, hemû mafên miletê kurd qedexe bûn. Îzin nedan ku kurd zimanê xwe jî bi azadî li gundan, li bajarokan, li bajaran biaxivin. Ew kesên ku li derve bi kurdî axivîn jî bi pereyekî mezin hatin cezakirin.

Kurdan ji bona ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û nîjadperest têkoşîn bidin, dest bi rêxistinbûnê kirin. Encama vê xebatê “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê”, wek min li rêzên jor jî qal kir di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî yê Wartoyê de ji aliyê mîr, şêx, serokeşîr, mele, rewşenbîr û axayên Kurdistanê de ava bû. Lê beriya ku xebata serîhildanê dest pê bike, Xalid Beg û Yisûf Ziya Beg li Bedlîsê hatin girtin û bi lezûbez hatin darizandin/mehkemekirin û hatin îdamkirin.

Piştî ku Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg hatin îdamkirin, encama prowakasyona dewletê, di sala 1925-an de di 13-ê Sibatê de serîhildanê di bin serokatiya Şêx Seîd Efendiyê Qolxesarî/Pîranî/Xinisî de dest pê kir.

Tevgera 1925-an di demeke kurt de piştgiriya gelê kurd qezenc kir û bû tevgerek kîtlewî. Tevgerê gelek bajarên Kurdistanê xistin bin desthilatdariya xwe û jê re rêvebirî kirin. Vê serîhildanê demeke dirêj dom nekir. Encama siyaseta dewleta Kemalîst hat serkûpkirin û temirandin.

Serokê tevgera 1925-an Şêx Seîd Efendî û hevalên wî dema xwestin ku derbasî Îranê bibin li ser rêya Wartoyê dîl ketin.

Ew di Dadgeha Îstîqlalê de bi lezûbez ji derveyî hiqûqê û bi awayekî milîter û gelek keyfî hatin darizandin. Di derbarê wan de biryara îdamê hat dayîn.. Îdama wan jî bi lezûbez pêk hat.

Dewleta Kemalîst li dijî kurdan û grubên etnikî bû, li dijî bawermendan bû û îslamiyan bû. Li dijî karsazan, karmend û taciran bû.

Şêx Seîd Efendî jî, hem kurd bû, hem şêx bû û serokekî olî bû, serokê medreseyan bû, muderis bû, hem jî tacir bû. Tacîriya wî jî ji sînora Kemalîstan wêdetir bû.

Loma jî diviya bû ku bi lezûbez ji holê bê rakirin û bê kûştin.

Kemalîstan, li hemberî vê tevgerê lîstikek mezin û propagandeyek derewîn meşand.

Kemalîstan ji bona ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê ya 1925-an bi hêsanî bigrin, ji dinyayê re gotin ku “ev tevgera îslamî û kevneperest û şerîatparêz e.”

Li hundir jî, ji gel re gotin ku “ew dixwazin welat perçe bikin, Kurdistaneke serbixwe ava bikin. Loma jî bi Îngilîzan re xwediyê pêwendiyê ne. Şêx Seîd Efendî sixûrê Îngilistan e.”

Tevgera 1925-an tevgerek milî ya miletê kurd bû. Loma jî bi dinyayê re xwestin ku danûstandin bikin û alîkarî bixwazin. Ew tiştekî gelek xwezayî bû. Loma jî mimkûn e ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî xwestibûn ku bi Îngîltereyê re danûstandin bikin. Lê piştî Darbeya Bolşewîkan li Rûsyayê, îngilîz ji M. Kemal û hevalên wan re dibin alîkar.

Serokatiya Tevgera 1925 ya Kurdistanê dixwazin bi Yekîtiya Sovyetan re jî danûstandin bikin. Lê Hikûmeta Bolşewîkên Komûnîst jî, ji Mustefa Kemal û havelên wî re alîkarî dikin. Ew di wê nêrınê de bûn ku Mustafa Kemal û hevalên wî li dijî emperyalîzmê û rojavayê ne.

Ev siyaseta Kemalîstan serkeftî bû. Di serî de Yekîtiya Sovyetan piştgiriya Kemalîstan kir. Dinyaya kapîtalîst jî, hem ji bona ku li dijî Yekîtiya Sovyetê Kemalîstan bi kar bînin, hem jî ji bona ku gotin ku ev tevgera kevneperest e, piştgirî nekirin. Çavên xwe ji îdama serokên tevgerê re girtin.

Kemalîstan ji bona ku ji nufûz û îdeala Şêx Seîde Efendî ya serxwebûna Kurdistanê ditirsiyan; ji nûfuza wî ya olî û terîqetbûna wî ya Naqşibendiyê xeter didîtin ku gorên wan dê bibin ciyê ziyaretgehê; di nav gel de hezkirên wan dê bi milyonan bin; mezelê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên din, veşartin. Ciye mezelê wan wenda kirin.

( IV )

SEKRETERÊ ŞÊX SEÎD…

Mele Hesenê Hişyar, ji Lîceyê û ji gûndê Serdê ye. Ew jî şervanekî Tevgera Milî ya Kurdistanê (1925) bû. Ew, ji Şêx Seîd Efendî re sekreteriyê jî dike. Piştî ku serîhildan bi qetlîamê têk diçe, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî li Wartoyê dîldikevin, ew jî diçe li Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê dibe penaber û sirgun.

Min Mele Hesenê Hişyar, di sala 1979-an de nas kir. Dema ku min ew nas kir, wî di derbarê taybetiyên şexsiyeta Şêx Seîd Efendî de ku min li rêzên jorîn pêşkêş kir, di derbarê Tevgera 1925-an de gelek bûyerên balkêş û hêja pêşkêşî min kir.

Min ji wî pirsî ku “Şêx Seîd Efendî pirs û mafê kurdan çewa dianî ser zimên û terif dikir? Aliyê wî yê giran oldariya wî bû an milîbûna wî bû.”

Wî bi awayekî gelek sade ev yeka ji min re neqil kir:

“Şêx Seîd Efendî, serokekî milî û olî û civakî bû. Beriya ku serîhildana 1925-an dest pê bike ji gel re wisa digot: Tirkan em xapandin. Tirkan di destpêkê de digotin ku meclîs û hikûmet mişterek e, meclîs û hikûmeta Kurdan û Tirkan ya mişterek e. Kurd û tirk bira ne û wek hev in. Lêbelê nûha tirk kurdan înkar dikin. Dibêjin ku kurd tune ne, her kes tirk e. Zimanê kurdî û navê welatê kurdan Kurdistan qedexe kirin. Her terefa Kurdistanê dagir kirin. Ji bona ku li Kurdistanê desthilatdar bin, li her devereke Kurdistanê qereqol û qişleyên leşkerî ava dikin. Li ser dewlemendiya welatê me mafê me yê em qise bikin tune ye. Di medresan de zimanê perwerdayî kurdî bû. Di medreseyan de di derbarê dîroka me, çand û edebiyada me de perwerdeyî dibû. Nûha medrese qedexe bûn û hatin girtin. Di dibistanan de jî kurdî qedexe ye. Bi zimanê tirkî zarokên kurdan perwerde dibin. Di navbeyna me û tirkan de dezgeha Xalifetî hebû. Nûha ew jî ji holê rabûye. Loma jî di navbeyna me de tu hêjeyeke ku me bi hev re girêbide tune ye. Êdî avakirina dewleta me Kurdistanê bûye ferz. Divê em tirkan ji axa xwe derxin. Em bibin xwediyê axa xwe. Ji bona vê jî cîhad ferz e. Şêx Seîd Efendî ji bona ev armancê gel rêxistinî dikir. Berjewendiya milî derdixist pêş Ji bona vê bi mezinên civatê re danûstandin dikir. Ji bona ku berjewendiya milî derdixist pêş, li hemberî miletên ne misilman jî xwediyê tolerenaseke fireh bû. Loma kesekî ne misilman û nebawemend weke Fehmiyê Bilekê Lîceyî ji xwe re kiribû şewirmen. Loma dixwest ku bi dewletên Ewrûpayê yên xirîstiyan re û bi Yekîtiya Sovyetê re danûstandin bike ku Yekîtiya Sovyetê dewleteke komûnîst bû.”

Ev nêrînên Mele Hesenê Hişyar jî gelek bi zelalî diyar dikin ku Şêx Seîd Efendî weke kesekî pêşengekî olî û şêxitî, serokekî milî ye.

Lê hezar mixabin gorî protokolên dadgehê rewş bi awayekî din xuya dike.

“Li gor protokol û dokumentên mehkema Îstîqlalê ku niha eşkera bûne, di prosesa mehkemê de hem Şêx Seîd hem jî hemû hevalên wî bi yek dev û dengî gotine “me ji bo dîn û xîlafetê qiyam (serhildan) kiriye. Dozger, serokê mehkemê û endamên wê yên din di hemû rûniştinan de bi pirsên xwe îdîa dikin û Şêx Seîd û hevalên xwe rastiyê nabêjin, wan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe dest bi serhildanê kirine. Di serî de Şêx Seîd û hemû hevalên wî hukumeta nû bi qanûneke li dijî dîn û diyanetê ye, medresan qedexe kir, xilafetê rakir, em dixwazin bila şerîet neyê rakirin. Partiya muxalefetê ku navê wê Teraqîperwer e û serokê wî jî Kazim Karbekir e, ew jî wek me şerîetê dixwaze. Rojname jî heman daxwazan dinivîsînin…”

Mehkeme gelek li ser têkiliyên Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya radiweste. Îdîa dike ku têkiliyên şêx bi wan re hebûye û Şêx Seîd endamê rêxistina Azadiyê ye. Li paş serhildana Şêx Seîd, rêxistina Azadî heye. Bi tenê Qasim Begê hevlingê Şêx Seîd û mirovê dewletê, di mehkemê de dibêjê “têkiliyên Şêx Seîd bi Yusif Ziya û Xalid Begê re hebû û li pişt vê serhildanê rêxistina Azadiyê heye û şêx Seîd rastiyê nabêje…”

“Weha xuya ye ku Qasim Beg û mehkema Îstîqlalê jî di vê mijarê de soz dane Şêx Seîd û hevalên wî ku behsa doza kurd û Kurdistanê nekin û bêjîn “me ji bo dîn û diyanetê serî hildaye,” dê werin berdan an jî cezayeke sivik bigrin. Dema bêjin doza me ne ya kurdî ye, ya dîn û şerîetê ye, dê Teraqîperwer jî alîkariya wan bike. Partiya (firka) Teraqîperwer li parlamentoyê xurt e û partiyeke muxalîf e, dikare wan xilas bike. Piştî îfadeyên wan Mistefa Kemal û hevalên xwe partiya Terakîperwer jî digrin û serokê wê Kazim Karabekir dişînin mehkemeya Îstîqlalê. Kazim Karabekir xwe zor bela ji îdamê rizgar dike.”

( V )

Piştî Serîhildana Milî ya Kurdistanê (1925) Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên pêşeng û şervan di 29’ê hezîrana 1925’an de li Diyarbekîrê hatin darvekirin. Piraniya wan pêşengên olî û şêxên Kurdistanê bûn.

*Şêx Seîd: Serokê serîhildanê
*Şêx Evdilayê Melikan: Qumandanê Varto û Mûşê
*Qamil Beg: Kurê Xalid Begê Toqyanî û bi eşîra xwe ve erîş biribû ser Vartoyê.
*Baba Beg: Birayê Qamil Begê
*Şêx Şerîf: Qumandanê cepha Xarpêtê û qeymeqamê milîsê berê. Birayê Şêx Seîd e.
*Feqî Hesen Fehmî: Qumandanê înzibatê Darahênê û waliyê Şêx Seîd ê Darahênê. Hinek dibêjin Darahênê paytaxt hatiye îlan kirin û Hesen Fehmî jî serokwezîrê Şêx Seîd bûye.
*Hecî Sadiq Begê Valirî: Li herêma Gencê di hemî erîşan de amade bûye.
*Şêx Îbrahîmê Çanî: Di cepha Palo, Cebexçûr û Xarpêtê de xebitiye, li ser navê serhildaran birêvbiriye Cebexçûrê girtiye ser milê xwe.
*Şêx Elî: Di Cepha Harpêtê (Xarpêtê) de roleke mezin lîstiye.
*Şêx Celal: Di cepha Harpêtê de roleke mezin lîstiye.
*Şêx Hesen: Sedemê ku propaganda û bandor li ser serhildêran kiriye, hatiye girtin.
*Mehmed Begê kurê Îzed Begê Garibî: Di cephê Amed û Licê de qumandanê mufrezeyê bûye.
*Salih Begê Hênî: Di serîhildana Sêx Seîd û bi taybetî dorpêçana Amedê de roleke wî mezin hebûye û mirovekî zane û kurdperwer bûye. Bi kurdî, tirkî, erebî, farisî û fransî zanibûye. Di roja 15. 6. 1925an de ew bi Mistefa Begê Hênî re li bakurê Hênê di şerekê dijwar de hatine girtin û teslîmê mehkemaya Îstîklalê kirine.
*Mistefa Begê Hênî: Di cehpê Hênê de roleke mezin lîstiye, ew û Salih Beg di şer de dîl ketine.
*Şêx Evdilayê Çanî: Li çiyayê Nezîbê dil ketiye.
*Şêx Emerê Çanê: Ew jî di şerê çiyayê Nezîbê de bi şêx Evdila re dîl ketiye dest.
*Şêx Ademê Hênî: Di tekya xwe de propagandaya serhildanê kiriye.
*Qedrî Begê Madenî: Li madenê qumandarê înzîbatan bûye.
*Mele Mehmûdê Pîranî: Li Madenê berpirsê serhildaran bûye.
*Şêx Şemsedînê Farqînî. Berpisê herêma Siliwanê bûye.
*Şêx Şamîlê Termilî: Bi propaganda û beşdarbûna serhildaran hatiye sûcdar kirin.
*Şêx Evdillatîfê Termilî: Ew jî wek Şêx Şamilê Termilî hatiye tawanbar kirin.
*Mele Emînê Bakilanî: Mirîdê Şêx Evdila bûye. Di erîşa ser Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
*Elî an jî bi leqeba Evdiyê Ereb: Di darbenda Cebexçûrê de, bi Nado û Faris re erîş biriye ser eskeran û zerareke mezin daye wan.
*Mehmedê Qerqebazarî kurê Xelîl e: Bi 100 suvarî erîşî ser Vartoyê kiriye.
*Silêmanê Şinikî – Kurê Hesenê Cendirme. Katibiya Şêx Şerîf kiriye
*Mele Cemilê Musyanî: Mamoste bûye. Di êrîşên ser Palo û Xarpêtê de beşdar bûye.
*Silêmanê kurê Emerê hesingerê, ji eşîra Az: Bi awayekî aktîv beşdarî serîhildanê bûye.
*Silêmanê kurê Şerîf: Beşdarî şerê Gêxîyê bûye.
*Taharê Licî: Katibê waliyê Darahênê û piştre bûye katibê Feqî Hesen Fehmî.
*Mehmûd beg kurê Mistefa Begê Hênê.
*Şêx Elî: kurê Şêx Mûsayê Vartoyî.
*Hecî Xalidê Belikanî: Ji serhildana vartoyê ye, dema xwestiye ku bireve û here xwe bigihêne Xalid Begê Hesenanî dîl ketiye.
*Tîmûr Axayê Dîyadînî:Di Serhildana Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
*Evdilletîf: Kurê Kamil Begê Xinûsî. Ew di nav şervanên şêx Evdila de bûye.
*Mehmedê Mûşî: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Silêman Beg: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Behrî Beg: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Şêx Cemîlê Zorabadî:
*Yusivê kurê Silêmanê Cebexçûrî: di şerê darbenda Cebexçûrê de beşdar bûye.
*Elîyê Babanî: ji eşîreta Yamacî bûye û di şerê Cebexçûrê de rol lîstiye.
*Xalidê Qerqebazarî: Bi Şêx Evdila re di gelek cephan de şer kiriye.
*Xalidê kurê Nadir: Hevalê Şêx Elî bûye û di cephê Xarpêtê de şer kiriye.
*Taharê kurê Mehmed: Di şer de bi birîndarî ketiye dest.
*Tayib Elî: Mudûrê nehyê bûye û ji bo şer xebitiye û organîze kiriye.
*Yusivê kurê Çerkez: Xizmetkarê Şêx Seîd.
*Hemîdê Cendirme.

Diyarbekîr, Sibeta 2017an  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev