ROJA NAVNETEWÎ A ZİMANÊ DAYÎKÊ

ROJA NAVNETEWÎ A ZİMANÊ DAYÎKÊ

Latif EPÖZDEMİR

Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Zimanê Dayîkê“ tê pîroz kirin. Vê rojê UNESCO bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, wek rojek giring beyan kir. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibûn kuştin, jîyana xwe ji dest dabûn.

Zimanê Kurdî zimanekî kevin û qedîme. Ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Turk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir. Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikaranîn. ÛNESCO vê yekê wek “jenosîd” dipejirîne.

Qedexebuna zimanan ji bo desthilatan rureşîyek mezin e. Bi salane li Komara Turkîyê, li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, hetanî îro, gelek xebat û çalakîyên sîyasî hatine dayîn. Şermekî mezine ku zimanek were qedexekirin. Komara Turk xwedîyê şermek wiha girane. Li berîyên Asya û Efrîqaye, di şertên kolonyalistî de jî, bi sedan ziman henin ku azad mane. Îro li Turkîyê zimanê Kurdî di bin tehdît û xetera windabûyînê de ye. Li welatek wekî Gîne yan Bîssao bigre heta Yeşil Burun bi sedan ziman hene û hemu jî azad in û di jîyana wan gelên navçe de têne bikaranîn.

Zimanên ku di hînkarî û perwerdeyê de neyêne bikaranîn, yan di jîyana civakî û karûbarên fermî de ne azad bin, bêguman di bin xetera nemanê de ne, ruberuyê jibîrbuyînê ne. Di serdema me de li cîhanê nêzîkî 2500 ziman di bin xetera nemanê de ne. Li Komara Turkîyê jî ya hindik 15 ziman hene, lê xencî zimanê Turkî yek ji wan jî, ne zimanê perwerdeyê ye. Turkîye bi peymana Lozanê ku bikaranîna zimana dest nîşan kiribu, wan xalan nepejirand û bikar ne anî. Sedem ew bu ku bi vê yekê wê zimanê Kurdî jî azad bibûya. Di qonaxê pêwendî û rageyandinê de ku ev sedem serdema rageyandinê tê hisabkirin, li welatekî eger niştevan ji mafên bikaranîna zimanê zikmakî bêpar bin, li wî welatî ne qabile ku mirov behsa azadî û demokrasîyê bike.

Azadîya zimanan mafek ji mafên sereke yê mirovan e. Ziman hebûna gelan e. Ziman ramana gelan e. Ziman mala ramanê ye. Wexta ku ziman qedexekirî be, raman jî tê miftekirin û qedexekirin. Li Turkîyê her çend zimanê Kurdî ne zimanê fermî jî be, lê dîsan jî xweşhalin ku li Turkîyê bi dehan kîtêbên dîrokî û edebî hatine weşandin. Ev yek jî dide nîşan ku zimanê Kurdî zimanekî erdgirtî û dewlemend e. Em xweşhal in ku zimanê me heta niha karîye hebûna xwe biparêze.

Dewleta Turk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetewî ye ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek heq û berjewendîyek xwezayî û insanî qebûl dike, lê makezagona Turkîyê mixabin hê jî, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. Kurdî heqe ku bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de wek zimanek bi sîyanet û bi rûmet were bikar anîn. Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerde û hînkarîyê de bibe zimanê fermi û yasayî. Divê ku yasayên qedexakar yên ku pêşî li zimanê Kurdî girtine, derhal werin rakirin.

Ev bang ji bo hemû Kurdan e: Zimanê xwe jibîr nekin û di jîyana xwe a civakî de bikar bînin. Ev bang ji bo hemû dayîkên Kurd e: Zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Bi wan re bi Kurdî qise bikin. Ez bang li hemû welathizên Kurd dikim ku di rêya azadîya zimanê Kurdî de di tevgerek hevpar de bixebitin ta ku zimanê Kurdî li Turkîyê bibe zimanê fermî. Kurdino, zimanê me hebûna me ye. Zimanê xwe geştir bikin û ji darê zilmê rizgar bikin. Ziman nîşaneke ji kesayeta Kurdan a neteweyî. Zimanê Kurdî qedr û qîmet û şanazîya gelê Kurd e.

Divê Kurd di rêya azadkirin û bidestxistina mafê perwerdeya zimanê xwe de yek bin. Divê li komara Turkîyê rewşa nîv-serbestîya axaftina zimanê Kurdî wek yasa di destûra giştî a Komara Turkîyê de were nîşankirin. Divê ya hindik ji seretayî û heta dibistanên bilind, zimanê Kurdî bibe zimanê fêrkirin, hînkirin û perwerdeyê. Zimanê Kurdî di gel zimanê Turkî bibe zimanê fermî ê dûyemîn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev