Kongreya êzdîyên ji binemala Dawûdîyan-Reşîyan

Kongreya êzdîyên ji binemala Dawûdîyan-Reşîyan

Hevgirtina kurdên êzdî li her deran xurttir dibe

Li Almanîyayê bi hereketê Salih Çeteyê di nav gel da navdar Komeleyeke êzdîyên ji binemala Dawûdîyan, ku eşîreta Reşî jî dikeve nav wê binemalê, hatîye sazkirinê bona çareserkirina pirsgirêkên di nav binemalê da, derbazkirina eyd û erefatên êzdîyan, parastina erf û edetên êzdîyan, pêwendîyên binemalê bi hemû êzdîyên welêt – Kurdistanê û dervayî welat ra, hevdunaskirin-hevgirtina endamên binemalê, hilanîna kêmanîyên di nav milet da, wek qelen, lihevanîna êzdîyên ku ji hev xeyîdîne û di nav wan da rikberî heye. Balkêş e, ku êzdîyên ji vê eşîreta navdar xwe bi nav dikin wek “Êzî”.

Kongre di 19ê sibatê sala 2017an li bajarê Hannoverê hate derbazkirin. Di nav zêdeyî 300 kesî da mêvanên qedirgir jî hatibûn teglîfkirin.

Serekê Komeleyê Salih Çete bi gotineke silavkirinê va xêrhatina amadekaran kir û derbarê karê di nav salekê da hatî kirin malûmatî dan û destnîşan kir, ku komele ji bo tifaqa di nav gel da hatîye sazkirin, ku endamên wê binemalê li ku jî dijîn, di nav wan da yekîtîyeke germ û xurt bê sazkirinê.

Armanceke vê kongreyê ew bû, ku xebat bikin bona hemû kesên ji vê binemalê, ku li Serxetê û Binxetê, Yekîtîya Sovyet û hemû warên Kurdistanê dimînin, hevdu nas bikin, bi hevdu ra kar bikin bona gulvedana binemalê û tevaya kurdên êzdî.

Ev mêvanên qedirgir di civînê da xeberdan û kongre silav kirin, ji wan ra serketin xwestin: Feqîr Kalo, Şêx Hadî Abeiyê şêxê Şêxobekiran, Şêx Teme, ji eşîra Hemzoyan Xidir Gören, ji eşîra Merhoyan Hesen Abacî, ji Êzîyên Kurdistana Îraqê Adil Feqîr Hecî, êzdîyê ji Ermenîstanê nivîskar Têmûrê Xelîl û yên din.

Di kongreyê da 3 kes ji ciwana, du kes ji jinan, 3 kes jî ji rîspîyan ketine nava rêvebirîya komelê.

Ev kes di kongreyê da hatine hilbijartin:

1.Salih Çete (serokê komelê) 2.Halis Kina 3.Reşat Gömlek 4.Alî Hesso 5.Güley Çolpan 6.Bedriye Çete 7. Îsmaîl Bikcak 8.Özgül Toprakli 9.Behcet Toprakli 10.Sebrî Çolpan 11.Hayat Çete 12.Ferhad Toprakli 13.Cemîl Hesso 14.Ceylan Çete 15 Samîr Awdî. 16.Xalid Hesso 17.Mustefa Çete 18.Faîz Reşo

Di kongreyê da beşa Ciwanên Êzî jî hate damezirandin, sereka wê Ceylan Çete hate hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye, ku alîkarîya madî a Salih Çete, Mistefa Çete û yên din ji bo Êzîyên Dawudî û herwiha tevaya êzdîyan nêzîkî Hannoverê xanîyekî bi 600 mêtrên çargoşe hatîye çêkirinê, ku wê bibe Mala hemû êzdîyan. Bira pîroz be!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev