
HÎOB: Romana Zilamekî Asayî
Van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Rûpel”ê berhemeke nivîskarê alman Joseph Roth a bi sernavê “HÎOB: Romana Zilamekî Asayî” bi wergera kurdî çap bû. Nivîskar Husên Duzen bi zimanekî kurdîyî ewqas xweş û dewlemend ew roman ji zimanê almanî wergerandîye kurdî, ku meriv dibêje qey nivîskarê alman bi kurdî nivîsîye.
Gerekê bê destnîşankirinê, ku weşanxenya “Rûpel” di nav demeke kurt da bi alîkarîya madî ya welatparêzên kurd gelek pirtûkên delal û kêrhatî çap kirine, wek “Ferhenga Kurdî (kurmancî) – tirkî” (ji bo rastnivîsînê) ku M. Malmîsanij bo weşanê amade kirîye, ya Mistefa Aydogan bi sernavê “Rêbera Rastnivîsînê”, şeş cildeyên “Hikyatêd cimaeta kurda” yên ku bi saya hereketê Hecîyê Cindî hatine berevkirin û çapkirin (tîpguhêzîya ji tîpên kurdîya kirîlî ser tîpên latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine) û gelek pirtûkên din.
Sipas ji bo weşanxaneya “Rûpel”ê û sipas ji bo nivîskarê delal Husên Duzen ra ji bo van karên bo pêşxistina wêje û çanda gelê me.
Riataza