Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 17

Slav û Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskovayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.
Guhdarên delal! Bernameya Civak û seyaset mêvandariya zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dike, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me ya îro derbarê kar û encamên Yekem civîna, dîdara Lalişê bi sernivîsara “Êzdî û Projeyê Dewletbûna Kurdistanê” ku 11ê Sibata 2017an, ji alîyê desteya bilind a bingeha Lalişê ya rewşenbîrî û civakî ve li Duhokê pêk hat. Ev civîn bi mêvandarîya sîyasetvan û rewşenbîrên bi nav u deng; Cehfer Îbrahîm – cîgirê Serokê Parlamênta Herêma Kurdistanê û Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Dêmokrata Kurdistanê, Ferhad Emîn – Walîyê Duhokê, Mueyed Teyîb – rewşenbîr û helbestvan û endamê berê yê parlamênta Îraqê û Kerîm Silêman – Endamê Civata Ruhanî ya êzdîyan, şareza û pispor di pirsa êzdîyan da. Her wisa hejmareke sîyasetvan û rewşenbîr û kesatîyên êzdî ji Mala Mîrî û Baba Şêxî û parlamêntarên Kurdistanê û yên Îraqê û berpirsyarên leşkerî û îdarî, rewşenbîrî, kesayetîyên civakî beşdarî rûniştinê bibûn. Dîdara Lalişê ji du beşan pêk hat; beşa yekê jibo “bixêrhatinê û deqîqeyek rêzgirtin jibo gîyanê şehîdên Kurdistanê” ji alîyê desteya bilind a bingehê Lalişê ve û beşa duyêm de li ser babeta civînê gotûbêj hatin kirin.

Di destpêkê da Şêx Şemoyê serokê bingeha Lalişê peyva bixêrhatinê xwand û armanc û meremê vê kombunê ji hazira ra dîyar kir.

Wî di nav peyva xwe da ev gotin jî kir: “Divêt em hemî jibo peşîgirtina her rûdaneka dijmin hevra bin û hemî li himberî wan kesên ko dixwazin êzdîyan ji Kurdistanê veqetînin, yekdeng bin û reya wan bigirin”. Diha bi hûrgilî derheqa wê civinê, kar u xebata bingeha Lalişê, derbarê rewşa dawî ya êzdîyên Şengalê, derheqa nakokiyên partiyên sîyasî derbarê êzdîyên Başûrê Kurdistane, hebûna hêzên şervanan li Şengalê û rola wan, planên sarokatîya Herêma Kurdistanê derbarê paşeroja deverê, derheqa projêye avakirina bajarê nû, ser mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê, herwiha mijarên din yên rojane Nûnerê Êzdiyan di Parlamêntoya Kurdistanê de, Serokê desteya bilind ya bingeha Laleşê ya rewşenbîrî û civakî li Duhokê Şêx Şamo dema mêvandarîya xwe li bernameyê de radyoguhdarên me re şirovekir .

Birêz Şêx Şamo re ji studyoya radyoya Ria taza bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Nûnerê Êzdiyan di Parlamêntoya Kurdistanê de birêz Şêx Şamo bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. bekir yalçın

    serfırazı hévi dıkım.bernameke zelal u xaşıke ez sıpasiya xwe jı amedekarara péşkel dıkım. bı dıl germi sılav u réz.

Şirovekirin hatine girtin.