HİN KES NİKARİN BİBÎNİN, HİN KES NAXWAZİN BİBÎNİN

HİN KES NİKARİN BİBÎNİN, HİN KES NAXWAZİN BİBÎNİN

Kemal Burkay 

Parlamena Tirk bi dengê piranî (Yên AKPê û MHPê) di Destûrê da 18 xal guhartin û di 16 Nîsanê da (2017) dibe referandûmê (raya giştî). Eger piranî bêje erê, ew guhartin derbaz dibe; bêje na, derbaz nabe.

Kurd jî helbet, wek Tirkan xwedî deng in. Lê gelo ewê di dengdanê da çi bikin?

Hin Kurd dibêjin ku ev destûr me eleqedar nake, ew ne destûra me ye; bona vê jî em neçin ser sindoqê, dengê xwe nedin, ango boykot bikin.

Em jî dibêjin ku, di vê destûrê da, mafên Kurdan yên bingehîn cî nagire. Ne heqê çarenûsî, ne jî federalî li ser esasê wekhevîyê. Heya heqê xwemuxtarî jî tê da tune. Bona vê yekê em biçin ser sindoqê bêjin na!

Terefterê boykotê dibêjin: “Di navbera erê û na da em nebin teref.”

Em jî dibêjin ku, dema em dengê xwe nedin, ew bi kêrî dengên êrê tê. Ango boykot bi kêrî terefekî tê.

Terefterê Boykotê dibêjin: “Ha destûra berê, ha ya teze; herdu jî wek hev in.”

Em jî dibêjin: “Em him dijî yê berê ne, him jî dijî yê teze; em herduyan ra jî dibêjin na.”

Boykotçî dibêji: “Kemalist jî dijî guhartinê ne, hûn jî bi helwesta na, di tenişta wan da cî digrin.” Heya hin ji wan dibêjin: “Hûn kemalist in!”

Em dibêjin: “Sedemê gotina ‘na’ ya wan û ya me cuda ye. CHP û herçî Kemalist sîstema berê diparêzin, AKP û MHP jî sîstemeke teze tînin gor xwe, ku sîstema yek merivî ye û ne demokratîk e, heya ji ya berê xirabtir e. Lê em dibêjin destûreke teze dive, ku mafê Kurdan, yê elewiyan nas bike, her usa jî cî bide hemû mafên demokratîk ên bingehîn. Em federalî dixwazin. Ango parlamen û hukumeta Kurdan ya herêmî hebe li Kurdistanê, Kurdî bibe zimanê perwerde ji dibistanê heya zanîngehê, her usa jî bibe zimanê fermî digel Tirkî.”

Hin kesê ku bi dilekî şewat terefterê boykotê ne, bona vê helwesta na, me gelekî gunekar dikin. Wekî em “Kemalist” in, heya “xayin” in, azadî û serbestiya Kurdan û Kurdistanê naxwazin!

Lê em kî ne, çi dixwazin eşkere ye. Bi vê helwestê meriv nabe Kemalist û nabe “Xayîn”. Lawo, zimanê we çi dibêje bila guhê we bibîhîse! Xwe nekin cîyê nezan û miftêriyan…

Helwesta wan kesên ku dibêjin “boykot”, gor me şaş e; Lê em bona vê helwestê wana ra gotinên xirab nabêjin.

Ew kesê ku dijî me ûsa êrişgerî dikin, bila fedî bikin. Nivîsên me û daxuyaniya HAK-PAR’ê bi Kurdî û Tirkî gelek zelal in. Yê ku ne famkor be û ne bê vîcdan be, gelek baş fêm dike, ku em ji bona çi dibêjin na. Ev na, berî hertiştî ji bo azadiya Kurdan e. Her usa bo aşitî û demokratî ye.

Gelek ji wan dibêjin: “Demoqrasî me eleqeder nake”.

Vê gotina şaş, mixabin em bi salan e dibihîsin. Lê demokrasî çi Kurd çi Tirk, çi yên din, hemû kesan eleqeder dike.

Azadiya bîr û bawerî xelkê vî welatî hemûyan eleqeder dike.

Heqê jinan, him jînên Tirk, him yên Kurd eleqeder dike.

Heqê xebatkaran, wek avakirina sendikayan û heqê girewê, çi Tirk, çi Kurd hemû xebatkaran eleqeder dike.

Azadiya çapemenî çi Kurd, çi Tirk herkesî eleqeder dike.

Heya başî û xirabiya der û dor, ne tenê mirovan, heya hirçên daristanê jî eleqeder dike!

Di salên borî da, gelekan digotin, “Faşizm me eleqeder nake!” Lê me dît piştî ku 12 Îlona sala 1980 faşizm hat vî welatî, çibû. Berê, qe nebe civîn û meş hebûn, gotin û nivîsandin hebû, heya rojname û kovarên Kurdî derdiketin, kemelên Kurdan û yên çep û demokratên Tirkan hebûn. Lê piştî ku faşizm hat, ev hemû neman. Bi deh hezaran kes girtin avêtin hundur, zulm û tedayeke ne dîtî dest pêk kir.

Bona vê yekê ye ku, li vî welatî guhartineke herî piçûk jî me eleqeder dike. Da ku ew destûr, ango qanûna esasî be… Eger guhartin ber bi pêş be, sînorên heq û azadiyan fireh bike, emê piştgirî bikin. Eger ber bi paş be, ango sînorê heq û azadiyan teng bike, emê dij derkevin; dengê xwe bi kar bînin û bêjin na.

Îro em dibêjin na, ji ber ku ev guhartin, wek yê sala 1982 him heqên Kurdan nas nake, him jî sînorên demokrasiyê gelek teng dike.

Ewê ku dibêjin, ji serxwebûnê pêve tiştek me eleqedar nake, ew xwe ji siyasetê izole dikin; dengê xwe, ango hêza xwe kar naynin; wekî dibêjin em tunin. Li himber bûyerên sîyasî bê helwest dimînin, lê gotinên mezin jî dikin:

“Em Kurdiistaneke serbixwe dixwazin!”

Gotina me Kurdan e : “Yê ku dil nake lêde, radihije kevrê mezin.”

Em jî dixwazin hevalno, em jî. “Lê bi gotin keştiyên penîrê nameşin”; ango bi gotin devlet çênabin; jê ra kar lazim e. Yê ku ji karê piçûk bireve, qet nikare karê mezin bike. Him jî dor û waxta her tiştî heye.

Binêrîn Kurdên Başûr, KDP û YNK bi salan şerê çekdarî kirin, lê daxwaza wan ev bû: “Xwemuxtarî bo Kurdistan, demokrasî bo Iraq!”

Kurdên Rojhilat (ya Kurdistana İranê) jî bi salan şerê çekdari kirin lê şîarê wan ê esasî ev bû: “Xwemuxtarî bo Kurdistan, Demokrasî bo Îran!”

Helbet reewş guharî, Kurdên parçên dinê jî daxwazên xwe guhartin. Kurdên Başûr belê federalî îlan kirin, nuha jî, gor rewşa herêmê û dinyayê dewleteke serbixwe dixwazin.

Lê xuya ye, hin kes gotinê fêm nakin. Hin kes jî naxwazin fêm bikin, bi hukmê pêşin in. Wekî perde kişandine çavê xwe û paç kirine guhê xwe. Tu çi bêjî bê feyde ye.

Bi gotineke din, “HİN KES NİKARİN BİBÎNİN, HİN KES NAXWAZİN BİBÎNİN!”

Mixabin, ne tenê îro, bi salan e ku halê me Kurdan usa ye. Eger halê tevgera Kurd ne baş e, eger nikarin bi piranî bidin ser rêyeke rast, sebebekî mezin jî ev e.

http://www.hakpar.org.tr/root/index.php?option=com_content&view=article&id=1458%3Ahin-kes-nikarin-bibinin-hin-kes-naxwazin-bibinin&catid=37%3Ayazarlar&lang=tr

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev