HEVGIRTIN Û HEVKARIYA GUNDIYÊN KURDISTANÊ

HEVGIRTIN Û HEVKARIYA GUNDIYÊN KURDISTANÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di nava Kurdan de hevgirtin û hevkariyeke pir xurt heye, ev hawe jî şaxek ji şaxên Toreya Kurdî ye ku bi hezarê salan hatiye bikaranîn.
Ez dîdevanê gelek bûyeran im ku hevgirtin û hevkariya gundiyên Kurdistanê gelek ji ya sîyasiyên Kurd ên niha çêtir û baştir dihate domandin.
Di dawiya salên 1950, salên 1960 û 70yî de min pir caran dîtiye ku têkiliya gundiyên Kurdistanê bi hevûdu re bi hawayekî pir baş û xweş, bi rêkûpêk, wisa bi biratî, mirovatî, demokratî, mirovperwertî û bi rêzûbend danûstendinên wan dihatin kirin.
Hin hevkarî û alîkariyên gundiyan ku bi hev re dikirin, çend mînak ev in li jêrê:

– Şêwra ji bo sûda gundê xwe, zilam tev bi hev re li malekê kom dibûn û nîqaş dikirin, dîtina her kesî werdigirtin û piştre li ser ya baştirîn dîtinê biryar werdigirtin.

– Dema karê çêkirina tiştên weke rê, kanî, medrese û wekî din ên xizmetguzariya giştî diket rojevê, kesî ji bo çêkirinê xwe nedida paş û zilamên gundî tev bi hev re dest pê dikirin û wî karî kuta dikirin.

– Dema malbateke gundî diket tengasiyê yan teşqeleyek bi ser ve hatibûna, gundî tev bi hev re alîkariya wê malbatê dikirin.

– Dema hewarek an êrîşek çêdibû, gundî çendî dizanibûn ku dibe kuştin jî çêbibe, tev pê ve diçûn.

– Bihevretiya gundiyan di hin karên kirêt de jî, mîna şerên li pêşber hin gundên dî, dîsa tev bi hev re radibûn.

– Alîkariya nexweşan di rojên zehmet de, hemû zilamên gundî xwe wek berpirs didîtin û dibûn alîkar.

– Jixwe di mesela miriyan de alîkarî û hevkariyeke wisa zêde dikirin ku meriv li camêrî û ciwanmerdiya gundiyan şaş dima.

Û gelek xeysetên baş û rind, gundiyên me bi hev re û ji hev re dikirin.

Niha sîyasetmedarên me karên wisa bi hev re û ji hev re nakin. Mixabin gelek kiryarên xirab jî hene ku ev li dijê hevûdu dikin.

Îcar pirs ev e:
– Gelo gundiyên Kurdistanê baş in, an sîyasiyên Kurd?

Mixabin hin karên kirêt ên sîyasiyan hene ku bi bihîztina wan ruyê meriv diçe erdê, lê bila bimîne û wijdana giştî navekî li wan bike…

Bi hêviya ku ciwanên me xwe babetê bav û kalên xwe bibînin û bihevretî, hevgirtin û mirovatiyê ji xwe re bikin pîşeya sereke. Her şadan û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev