”Teneke” ya Yaşar Kemal

”Teneke” ya Yaşar Kemal

Welat Agirî

Yaşar Kemal wek berhemên xwe ên din, di ”Teneke” ya xwe de jî çakûçê xwe hildaye destê xwe û dest bi çêkirina avahiyekî kiriye. Mijar bi keviran hatiye lêkirin û rexne jî bi xîçan di nav keviran de hatiye bicîhkirin. Lehengê romanê jiyan e, yanî rastiya jiyanê ye. Dema avahî diqede û hosta çakûç ji destê xwe datîne, realîteyeke qirêj derdikeve meydanê. Nivîskar bi xwe jî zane ku ew gemar û kirêta jiyanê bi ava heft çeman jî were şûştinê nayê pak û paqij kirin. Ji ber ku başî û xirabî xwe dizanin û nizanin di kefteleftê de nin û di vê cengê de xirabî herdem gavek pêş de bûye û pêş de ye.

Helbet bê herî tu tişt nayê lêkirin. Herî û gilka vê berhemê û berhemên wî ên din jî ji welat tê. Herçiqas bi Tirkî hatibin nivîsandin jî, bêhn Kurd û reng Kurdewarî ye. Yaşar Kemal Wanî ye, Kurdistanî ye. Bi derketina Şerê Cîhanê ê Yekemîn ve malbata wî koçî Edenê dikin. Piştî jiyaneke zor û zehmet ve, di Rojnama Cûmhûriyetê de dest bi kar dike. Dil bi derd û kula ve dagirtiye û ew jî êşên salan direşîne ser rûpelan û rûpel dibin berhem û berhem firê dikevin û xwe dighînin Çîn û Maçînê.

Erê ew Kurd bû û hevpeyvîneke xwe de jî dibêje zimanê me ê male Kurdî bû, lê zimanê derva Tirkî bû. Yaşar Kemal bi Tirkî nivîsî, eserên bêhempa dîyarî edebiyata Tirka kir. Nizanim çima Kurdî nenivîsî, sedem çi bûn. Dibe ku rewşa wê rojê an jî biserdeçûn û tehdekariya Tirka an jî qelsbûna zimanê Kurdî… Nenivîsî, lêbelê ev jê re birînek bû. Di berhemên wî de xuyaye ku birîn birîneke peyvan e û bê derman e. Peyv bûne fenanî gulokekê û qirêkê de mane. Dixwaze biqîre û bêje ku gelek heye jê re dibêjin Kurd û ew jî ji wan e.

Çawa di berhemên wî de xuya dibe, ew birîndarê Kurd û Kurdistanê ye?

Eyan û beyan li ber çawan e. Bersîva herî baş jî pirtûka “Siltanê Fîlan e”. Gêrikên bindest, welatekî dagirkirî, zimanê qedexe û helbet birayên me ên fîl… Dîsa dema em pirtûkeke din a bi navê “Firat Suyu Kan Akiyor Baksana” dinhêrin, welatekî wenda dibînin ku navê wî welatî Kurdistan e. Lê nivîskar nikare Kurdistanê tenê bikar bîne. Beriya vê peyva qedexe, ew jî hin welatên din rêz dike; Çîn û Maçîn, Hîndûstan û Turkîstan û pey re Kurdistan… Û dîsa di romana wî a “Demîrciler Çarşisi Cînayetî” de nivîskar mal, malbatî, mêvanperwerî, Kurdî û Kurdistaniyê direşîne nava rûpelan.

Heke em vegerin ser ”Teneke” ya xwe:

Ev roman jî li Çûkûrovayê derbas dibe. Navçe bê qaymaqam e. Cîgir Resûl Efendî li şûna qaymaqam wezîfê dike. Wextê çandina birinc hatiye. Divê ji bo çandinê destûrname were îmzekirin. Axa û zordestên herêmê zor li Resûl Efendî dikin ku îmze bike. Ew jî bêbiryar e, alîkî ve tirs û xofa axayan, aliyê din ve wijdana wî. Ji çinîna birinc hersal feqîr û xizan perîşan dibin, gund û gundî nav avê de dimînin, mezin û piçûk tayê dikevin, dimirin. Axayên zorbe nameyan dişînin Enqerê Resûl Efendî şikyat dikin û ser dikevin. Enqere qeymeqamekî nû dişîne, lê ev qeymeqam gelek ciwan e. Bi vir û derewan dixwazin bixapînin û destûrnamê bidin îmze kirin.

Dimêzînin ku qeymeqam îmze nake, rê û rêbaziyên nû digerin. Bi xwediyên devî, mal û malbatan re civînan pêk tînin. Axirîyê de eraziyên gundiyan bi peran dikirin. Herkes difiroşe, lê kesek heye ku daxwaza axayan qebûl nake û ew jî Kurdek e. Kurd Memed Alî rêbir û eşqiyakî berê ye û tirsa wî kesî nîn e. Ew axayên zorker jî Memed Alî baş nas dikin ku zanin tirsa wî tune. Buhayê mal û milkê Memed Alî sê çar cara zêde dikin, lê yê Kurd dibêje hûn deh cara jî zêde bikin ez nafroşim, gund gundê min e û malê min ê firotanê tune. Okçîoglî ku ew jî yek ji wan xwînxwaran e, merivan dişîne ser Memed Alî ku bikujin.

Zordestên herêmê diçin cem qeymeqam û dibêjin di gund de kes tune, gund vala ye. Û di vê rewşê de, li gorî qanûnan, divê hûn îmze bikin. Dû re qeymeqam heyetê çêdike ku herin tesela gund bikin ka kes heye an na. Ew derbasî gund dibin û dibînin ku Memed Alî birîndar e. Memed Alî dibêje ez gund dernakevim û kes nikare dest bide ser eraziyê min.

Axa dibînin ku çare nîn e, nameyan dişînin Enqerê û qeymeqam şikyat dikin. Bi derew û îftirayan tiştên nebûyî derheq qeymeqam de dibêjin. Û vê carê jî serdikevin û di nava sî û pênc sala de ev camêra dibe qeymeqamê çil û sêyemîn ku tê sirgûn kirin. Hukumat vî qeymeqemî jî mişextî Kaxizmana (Qaqizmana) Qersê dike. Sê sed  meriv û sê sed ”Teneke”. Axa û merivên wan amadene ku bi lêxistin û çinginîya  teneka qeymeqam verê bikin.

Û encam; başî dîsa çend hitika ji xirabiyê dixwe û bi nêrînên şêlû qirêjiya jiyanê temaşe dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev