
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heftêûheyştan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Dimdim – xanê kurda” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 79
Qasid hatin: yek milekî wî jêkirîye, yek çevekî wî korkirîye.
Xelîfe got:
-Were, were, qasidê kore
Halê xweda pore-pore
Hukumê vî xanî çiqa zore.
Were, were, qasidê qute
Halê xweda kurte-kurte
Hukumê vî xanî cegera dilê min disote.
Xelîfe go:
-Te dît, çawa sozê min hate sêrî,- û xwe minarêda avît.
Şah dibê:
-Kaxezê minra bîne
Huburê kaxezê bireşîne
Ser xanada bişîne.
Kaxezek şand ser xana, cîyê Îranêda, wekî esker berevkin. Esker kişîya:
Xanek hate Ormîyê
Zêr bela dikir temsîyê
Seferlixî ser xanê kurmancîyê.
Xanek hat ji Salmeste
Hinek dibên: “Derewe”, hinek dibên “Raste”
Sefer ser xanê Çengçoleste.
Xanek hate ji Tewrêze
Pênsid hezar top û tiving pê bûye rêze
Sefer ser xanê Çengqelêze.
Xanek hatîye kela xwêye
Xwedê neke xweda bêye
Wê bike gola xûnêye
Hetanî behra Wanêye.
Xanek hat Belûbuqarê
Diure mînanî ewrê derê nîsanê
Dibê: -Wekî ez bêm
Ne şîva mine, ne paşîve mine.
Esker berev bû, hat; pêncî xan, serekê xana, her xanekî pênsid esker li ser, hatin dora kelê girtin.
Evdila (Evla) beg kurê xanê Çengzêrîn bûye
Evdila beg sivekê zû rabûye
Qesta nimêja sibê kirîye
Ecêveke giran bi çevê xwe dîye
Nimêja sibê ne kirîye
Cahab bavê xwera anîye.
Go: -Bavo, go:
Çiqa sitêrkê ezmana
Çiqa çiloyê serê dara
Çiqa qûmê devê behra
Çiqa tûkê pişta kara
Haqa çadir-xêbet dora kela te girtîye.
Go: -Kurê min, wan çadira nefikirin
Ew hemû devene
Wê li cîyê bavê te danîne
Go, bacek bavê teyê ser wane.
Sibê bû şer. Bi gotina gotîya heft sala bû şer. Pîrejinek çû cem xan, go:
-Eger ez vî eskerî ser kela te bidime alîkî, tê çi bidî min?
Xan got: -Ezê te bikim tezaz, beramberî te zêr bikişînim, bidime te.
Pîrê dêlika xan dot, kire qatix, bir nava eskerê ecema, hine kils jî bi dîwêr reşand.
Pale û eskerêd xan dikirin şer. Êvarê hatin, nan xwerin, nan ji Memûdê Melekanêra nema. Ew rabû, çû otaxa xweda rûnişt. Kaxez nivîsî, avîte nava eskerê şah.
Go, kaxezê tîrê werkirî
Xêbeta kafirî dakirî
“Serekvanîyê bin kevirî”.
Go, kaxeza tîrê pêçayî
Avîte nav xêbeta şahî
Go: “Serekvanîyê bin çiyayî”.
Ewî qebûl ne kir, bi xwe rabû, çû, go:
-Avê ser bibirin, yanê na hûn nikarin alt bikin.
Şah got:
Ewî çi kêm qulixî ji tera kir
Wekî te eva wa kir?
Go: -Ez serkarê mala xan bûm
Seba paşîva şevekê min wa kir.
Şah got:
Memûd bigirin, bînin cem min. Lê xist kuşt, pirtî-pirtî kir Go:
-Te wîra çi kir, tu minra çi bikî.
Av ser xan birîn, dewsa avê, xûn berdan.
Evdila beg sibekê zû rabûye
Qesta nimêja sibê kirîye
Nimêja sibê bîr kirîye
Cav bavêra anîye.
Go: -Av sarincxana birîye
Xûn sarincxana qerimîye
Li mala me bûye şîn û girîye.
Xan li wêderê gote dê, go:
-Lê dayê, lê, lê dayê
Bike nimêja vê duayê.
Dê sekinî, dua kir.
Go: -Xwedê
Hîvîya me ewrê reşî dirêj
Tevî, baran hûr-hûr birêj
Mala xan pê bike ferz û nimêj.
Ewrê reşî tarî
Tevî-baran hûr-hûr barî
Mala xan kir ferz û nimêja êvarî.
Heft roja îdarekir pê avê.
Go: -Kaxezê bidine xanê Bedenşêre
Bibine şêrê pêsîra wîne sûre
Îsal heft sale çevê wîne kore.
Go: -Kaxezekê bişînine ji xanê Bedenreşe
Ew pêsîra wîna neqişe
Îsal heft sale ew nexweşe.
Ew kaxeza hubra şîne
Hubrê li kaxezê direşîne
Ew şandîye ser herdu xanane.
Wan xana wexta kaxeza xanê Çengzêrîn sitendin, kaxez nivîsîn, gotin: “Bira xan heft roja ber xwe bide, roja heyşta emê li cem wî bin”. Ewana wêderê gotêda: “Heft roja ber xwe bide, roja heyşta emê hewara wîda bên”.
Qasidê wî kaxez kire ber serê xwe, hat ber kelê raza; tirsa ecema newêribû bike gazî.
Seydayê ecema hebûn, remdarê wan hebûn, go: “Xan kaxez şandîye xanê Bedenşêrra û Bedenreşra, kaxez hela negihîştîyê”. Sibê rabû, hate ber nimêjê, dîna xwe dayê feqîrek razaye ber kelê. Kaxeza ber serê wî dixûne. Kaxeza ber serê wî hiltîne, dinihêre nivîsîne: “Bila heft roja ber xwe bide, roja heyşta emê bigihîjinê”. Ewî jî dewsa wî nivîsî: “Bila heft sala ber xwe bide, sala heyşta emê bigihîjinê”.
Sibê zû rabû. Çû kaxez da destê xan, go, gotîye:
-Bila heft roja berxwe bide, roja heyşta emê hewara teda bên.
Ewî go: -Xwedê mala te xiravke, vira nivîsîye: “Heft sala ber xwe bide, sala heyşta emê hewara teda bên”. Çima we ez wa xapandim, yanê ezê derketama minê şer bikira, yanê minê tivdîra xwe bidîta.
Diya wî wêderê ten lêxist, go:
Bes bikişîne vê xîretê
Kul ketîye eşîretê
Bi destşûr here xêbetê.
Bes bikişîne vê demê
Kul ketîye nava komê
Desteşûr herine nava Romê.
Ewî go: Lê dayê, lê, lê dayê
Te kurtekê ji lebayê
Bike nimêja duayê
Sibê diçine xezayê
Karek me naçe Somayê.
Xanê Çengzêrîn got, go:
Kuro, bikin, bilezînin
Qursê zêra mal derînin
Nav legana bihelînin
Misirîyê xana bikişînin
Paşî xanê Çengzêrîn
Ev zêr kêra bimînin.
Çar kurêd wî hebûne. Ew jî ser pênc bûye. Wekî dinê merivê wî zef bûne. Sibê karê xwe kirin, wekî derkevin.
Ha rabû, rabû, rabû
Xan Qiral ji kelê rabû
Derabê rawesta bû
Sîlih bejinê ava bû
Xencer bejinê duta bû
Çev rênga bira mabû.
Ha rabû, rabû, rabû
Xan Bukirî ji kelê rabû
Derabê rawesta bû
Sîlih bejinê ava bû
Xencer bejinê duta bû
Çev rênga bira mabû.
Ha rabû, rabû, rabû
Xan Evla ji kelê rabû
Derabê rawesta bû
Sîlih bejinê ava bû
Xencer bejinê duta bû
Ew çev rênga bira mabû.
Ha rabû, rabû, rabû
Xan Abas ji kelê rabû
Derabê rawesta bû
Sîlih bejinê ava bû
Xencer bejinê duta bû
Çev rênga bavê mabû.
Ha rabû, rabû, rabû
Xanê Çengzêrîn rabû
Derabê rawesta bû
Sîlih bejinê ava bû
Xencer bejinê duta bû
Çev rênga sitîya mabû.
Go: -Sitîno, ha sitîno
Paşî me kurmancîno…
Gava xan ew xeber digotin
Dilê bûka disotin
Gotin: -Mirin xweşe ji vê jîyînê.
Xan hatin dergê navê
Go: -Van derga hûn ber bavên.
Xan hatin dergê şeşa
Silavek dane feraşa
Gotin: -Şerê me û qizilbaşa.
Xan hatin dergê sisîya
Bû şinge-şinga misirîya
Gotin: -Şerê me papaxgenîya.
Xan kelê dimeşîya
Ecema tacek şande pêşîyê
Go: -Herê, xano, tu kurmancî
Xwera hilîne vî tacî
Hê min şer ne kirîye bo armancî.
Go: -Tacê te serê te be
Gû di nav meshebê te be
Her navê kurmancîyê bira hebe.
Xan Bukurî dike, dilezîne
Xwe wî tacîra digihîne
Ewî tacî didirîne
Nav kûkê san dixîne.
Dibê: -Kafir, tacê te serê te be
Gû nav meshebê te be
Kuştina mêra wê her hebe.
Bavê wî gotêda:
-Lawo, lawê çuxurî
Tu di şerda nesitirî
Go, bihêle ez xwe bigihînim xêbeta wî kafirî.
Go: -Bavo, ne beranim kozîkirî
Ne game te xweykirî
Ne golikim situ kapkirî.
Go, kurê mêran, her mêrin
Nav şerada nasebirin
Nav dewata xwe nagirin.
Go: -Kurê min, pirs-pirsyar bê eybin
Pirs. pirsyarê we kê bin?
Ew çûn mala xan û xelîfe
Xan Bukurî çûye
Xelîfe berva rabûye
Şûrek li bejina wî dîye.
Go: -Xelîfe, ew şûrê te çîye?
Go: -Şûrê min medenîye
Min kirîye bi heft gund, heft aşane.
Go: -Kanê, şûrê te çawane?
Ewî şûr dabû destane
Xelîfe bûye poşmane.
Go: -Xelîfe, go, şûrê te Misirîye
Qevza wî derzîye
Tîra wînî biçûsîye
Go, şûrê te minra bimbarek.
Go: -Tera dest nade. Şûr lê sitend. Xelîfe jêra teglîf kir, go:
-Xano, xanê Nisretê
Gavekê min bide moletê
Herim qonaxa şah
Tera derxim ezetê.
Ewî got:
-Xelîfe, kurê dêlê
Te tê, were dêla çêlê
Tu min dikî fende-fêlê
Te bikujim vê simbêlê.
Go, xelîfe, ha xelîfe
Go, tu bidî min sed top qedîfe
Go, ew pûşe, ew teglîfe.
Xanê Bukurî şûrê xwe kişandî
Hêdî-hêdî dihejandî
Serê xelîfe, herçar bira firandî.
Herçar bira kirine cinaze
Ordîyê gaze-gaze
Go: “Şerê piling û beraze”.
Bavê wan ji kelê jorda têye
Ecema lê kirîye şênîye
Lingekî wî lê firandîye.
Xan Qiral dike-dilezîne
Şeqê xwe situyê bavê datîne
Sêsid mêrî wêderê dixuşivîne
Pêlê xûnê ji wî hiltîne.
Xan Bukurî dike, dilezîne
Şeqê xwe situyê bavê datîne
Çarsid mêrî wêderê dixuşivîne
Pêlê xûnê ji wî hiltîne.
Xan Evla beg dike, dilezîne
Şeqê xwe situyê bavê datîne
Pênsid mêrî wêderê dixuşivîne
Pêlê xûnê ji wî hiltîne.
Xan Abas dike, dilezîne
Şeqê xwe situyê bavê datîne
Şesid mêrî wêderê dixuşivîne
Pêlê xûnê ji wî hiltîne.
Go: -Reme ne dê û bavê hostane
Nedaye seqê şûrane
Em bûne poşmane.
Bavê wî got:
-Lawo, lawê nezanî
Şûr bikişîne kalanî
Bavêje hesp-xudanî
Bifirîne, bavêje dera hanî!
Xan Abas şûr dikişîne kalanî
Davêje hesp xudanî
Dibire, davêje dera hanî.
Go: -Reme ne dê û bavê hostane
Dane seqê şûrane
Dibire hesp-xudane.
Bavê wî go:
-Lawo, lawê Berazî
Go, eskera bike gazî.
Ewî eskera kire gazî
Go, dor hate lawê Pîrê
Pênsid hev kuştîye tîrê
Qe yek jî nehatîye bîrê.
Dor hate lawê Perê
Bin palana derket derê
Pênsid hev kuştîye bi xencerê.
Dor hate lawê Hekarî
Li sêrî tora tarî
Ewî nig da hezarî.
Dor hate lawê Hertoşî
Te li sêrî qerepoşî
Ewî nigda koma berojî.
Dor hate lawê Divînî
Xudanê şeşxana mezinî
Tu şeradî, kesê minî.
Dor hatîye lawê Êzdî
Şer xweş kirîye li çadira sipî.
Dor hatîye lawê melle
Lê kirine hela-hela.
Dor hat lawê Beranî
Xudanê rima ziravî
Xwezîya wî şerî, tu li navî.
Dor hate lawê Tîmarî
Xudanê sore-savarî
Şûr hilda, çû qîfarî.
Eskerê şah çû tijî kelê bû. Wî çaxî şah tacek hilanî, anî bide diya xanê Çengzêrîn; go:
-Emê avê berdin ser kelê, werin teslîm bibin.
Diya xanê Çengzêrîn dîna xwe dayê, ku hatine kelê. Top-cebirxane dike rikinê kelê, xwe jî diçe serê kelê. De rabinêda. Miştika xwe tijî titûn kir, agir danî ser. Şahra got:
-Kafir, paşî van nevîya, paşî van kura ez tac nadime serê xwe, ez xwe dikujim, nayême cem te.
Cixara wê sor bû. Jorda nav cebirxanêda kuta. Lêda kela bela-belayî kir, avît, ew muxulqetê têda qir kir. Her otaxek ma. Jineke hemle têda ma. Ew jinik jê xilaz bû – jina Evla begê bû. Mala bavê wê li Hekarîyê bû. Çû nava hekarîya. Wêderê Xwedê kurek dayê. Silsileta wê malê hê heye. Salê carekê li wêderê, hema wê rojê padişê ecemra û yê Romêra şer dikin û kuştîyê kelê bîr tînin.
Got: -Hemê Mamed, ji gundê Sabûnçîyê li ser nehîya Talînê, 50 salî, xwendî, kilama û serhatîya gelekî zane.
Nivîsîn: Cerdoyê Gênco û Hecîyê Cindî: 26.10.1931, gundê Sabûnçîyê, li Ermenîstanê.
Riataza