“Hişyarbûna Asîyayê” û kurd – 1

“Hişyarbûna Asîyayê” û kurd – 1

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we beşa pêşin a bi sernavê ”Hişyarbûna Asîyayê û kurd” amade kirîye.

Ev berhema me ya 79an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 79

Di salên pêşin yên sedsala XXî da him li Împêratorîya Osmanîyê û him li Îranê bîna şoreşê dihat, ya ku dihate wê manê, ku hilweşîna desthilatdarîyên zordest, ku di van împêratorîyên pirmilet da hebûn, nêzîktir dibe. Di vê rewşa tevlihev da nerazîbûnên di navbera mileta da bi carekê va zêdetir û tûjtir bûn, di nav wan da pirsa here xedar jî pirsa kurda bû.

Berî gişka kurdên Împêratorîya Osmanîyê serî hildan. Tiştekî text-bext (tesedûf) nîne, ku ew sala 1905a qewimî, gava destbi şoreşa rûsa ya pêşin bû, ya ku tesîreke mezin li ser temamîya Rohilata dagîrkirî kir (di rohiltazanîya Sovyetî da temamîya dewrana ji sala 1905a bigre hetanî destpêka şerê hemcihanê yê yekemîn dihate binavkirinê wek dewrana “Hişyarbûna Asîyayê”). Desthilatdarîya “zulumê” li Tirkîyê, herweha rêjîma şah jî li Îranê, destpê kir bin zordayîna gelên tirk û ne tirk, ku çav dabûne gelên Rûsîya padşatîyê (qeyserîyê), hildiweşîya. Kurd keda xwe ya mezin kirine di nav ji kokê va hilweşandina xanîyê zordestîyê, ku Ebdul Hemîdê xwînxwar çê kiribû. Payîza sala 1905a kurdên Dêrsimê, Bîtlîsê û Bayezîdê jî rabûn û wana bi ermenîya ra tevayî şerê eskerên tirka yên cezakar dikirin.

Sala 1906a bi êrîşên nû yên kurdên wilayetên Erzurumê û Bîtlîsê va destpê bû. Di nav serekên şervana da xwesma Bişarê Çeto (ji senceka Sîîrtê) berbiçav diket, yê ku tevgera xwe gîhande heta wilayeta Dîyarbekirê. Li Kurdistana Başûr li hinek cîya kurd û ereb bi tevayî derdiketine dijî nîrê tirka. Di salên 1907-1908a heta şoreşa cantirka jî, şerê çekdarî di navbera kurda û eskerên hukumetê da li Dêrsimê, Bîtlîsê û navçeyên der-dorên wan da nedisekinîn.

Di wan sala da tevgera kurda xwesma li Kurdistana Başûr gumreh û xurt bû û belayî li ser axeke fire bû – ji Bîrêcîka ser Feratê bigre heta Mûsila li ser Dicleyê û li wan dera serokatî di dest serekeşîrê milla Îbrahîm paşa da bû, ku rêwîyên welatên dereke navê “qiralê Kurdistanê yê ne resmî” lê kiribûn. Hukumê wî ji hukumê sultan zêdetir bû. Îbrahîm paşa, ku serokatî li du alayên hemîdîyan dikir, temamîya binecîyên wan herêma, him xaçparêza, him jî musulmana (di nav wan da kurda jî), di nav tirs û sawê da hîştibû, xelq dişêlandin û zordestîyên mezin li wan dikirin (ewî payîza sala 1907a Dîyarbekir jî zevt kiribû). Em dikarin navê sêparatîstê herî mezin di nav dîroka Kurdistanê da li wî bikin, yê ku kursîhizî û nefsa canê xwe ser berjewendîyên gelê xwe ra digirt. Lê di hêleke din da jî serketinên wî hukumê hukumeta Împêratorîya Osmanîyê li navçeyên kurda da gelekî dane sistkirinê û ew yek alî xurtbûna tevgera kurda ya miletîyê-azadarîyê dikir. Bi kurtî, rewşa li Kurdistana Tirkîyê berî hilweşîna rêjîma sultanîyê pir tevlihev bû.

Dîwana sultanîyê, ku bi zehmetî ji heq-hesabê Îbrahîm paşa hate der, careke din dest avête fêlbazîya: hewl da kurda û ermenîya rake dijî hev. Lê vê carê helandvan (ewên ku pînc dikirin) bi ser ne ketin. Hela di ser da jî, bêlî bû ku tilîya çend nûnerên kurda yên ji malbeta Bedirxana, ku li paytext diman û di dîwana sultan da kar dikirin, di nav kuştina serekê parastina Tirkîyê û serekbajarê Stembolê Redwan paşa da hebû, û wana bi xwe jî tivdîra kuştina sultan dîtibûn. Ango, ji tirka ra li hev nehat serokatîya kurda bînine hêla xwe, hela di ser da jî nikaribûn usa bikirana, ku kurd loyal bin.

Li Kurdistana Rohilatê (Îranê) jî sala 1905a saleke guhastina rewşê bû. Tirka rewşa li wira, ku bêy tevbûna wan jî sincirî bû, ji bo berjewandîyên xwe gurr dikirin. Rewş havîna sala 1905a piştî wê yekê gelekî xirab bû, gava li Tewrêzê serekê opozîsyona kurda li Îranê, serekê eşîra xerqîya Cefer axa bi nemamî (xayîntî) kuştin. Destxweda li temamîya Kurdsitana Îranê destbi tevrabûnên kurda bûn. Serokatî li tevgera kurda dikirin bavê Cefer axa – Muhemmed axa û birayê wî Îsmayîl axa Simko (Smîtko), yê ku di 25 salên pişt ra serokatî li hemû serhildanên eşîrên Kurdistana Îranê dikirin. Ew herdu revîne Tirkîyê û ji wira êrîşî li ser axa Îranê dikirin û bingehê wan jî li Kotûrê bû.

Di meha çileya pêşin sala 1905a li Îranê destbi şoreşa dêmokratîyê bû, ku dijî zordestîya şah bû. Eşîrên kurda jî tevî pevçûnên desteyên şoreşger-fîdaya bi eskerên hukumetê û cerdên terefdarên şah dibûn, ku li ser temamîya axa Îranê bela bûbûn, lê li hinek cîyan kurda di alîyê herduyan da jî şer dikirin, gelek cara mêlgirtina xwe ya sîyasî diguhartin. Ew bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku civaka kurda li Îranê bi tevayî paşketî bû, heta em wê nikarin himberî kurdên Tirkîyê jî bikin, di hêlekê da jî serokatîya eşîra pey daxazên xwe yên şexsî diketin û sebebeke mayîn jî ew bû, ku ji der va tirk, rûs û îngilîs bi aktîvî tevî karên wan yên hundur dibûn. Lê piranîya kurda dîsa jî xwe dida alîyê hêzên pêşverû. Zûtirekê piştî şoreşê kome serekên kurda bi daxaznameyekê berbirî şah bûn û navê “konstîtûsiya kurda” li wê daxaznamê kiribûn, lê ew bê bersîv ma. Ji ber wê jî piranîya kurdên bakur-roava Îranê piştgirîya konstîtûsyonlîstên Îranê dikirin, bi aktîvî tevî zevtkirina dîwanê dibûn li Ûrmîyê, ku di dawîya sala 1906a encûmanê destpê kiribû, alîkarîya binecîyên Makûyê dikirin, yên ku dijî hukumdarê wira Murtaz Qulî-xan serî hildabûn. Hinek serekên kurda îdî wî çaxî de’wa otonomîyayê dikirin û daxaza wan ya sereke ew bû, ku Tehran tevî karê kurda yê hundur nebe. Lê serekên usa ne pir bûn.

Piranîya rêvebirên kurdên Îranê hewl didan tevlihevîya li welêt da pêşdahatî ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin, û ji bo serketina xwe hêvîya xwe danîbûne ser piştgirîya ji derva. Wek mînak, serekê eşîra heydêran Huseyn paşa, serekeşîrê zîlana Selîm paşa û yên mayîn  hêvîya xwe danîbûne li ser Rûsîyayê. Şêx Muhemmed Sadiq îlan kir, ku “temamîya Kurdistanê, ji Bayezîdê bigre hetanî Kêrmanşahê, ji zordestîyê û bêqanûnîyê dizêre, û daxaza binecîya ew e, ku bikevine bin bandûra Rûsîyayê”. Serekên Kurdistana Mukrî û Kurdistana Başûr hêvîya xwe danîbûne li ser piştgirîya Îngilîs, ya ku hewl dida bi alîkarîya opozîsyona Îranê û bi piştgirîya eşîrên kurda tebîyên xwe li wî welatî bide qewînkirinê. Lê gelek eşîrên kurda, xwesma yên li ser sînor, wek berê hewl didan daxazên xwe bi alîkarîya tirka bi ser xînin, ku ne dihate hesabê daxazên tevaya gelê kurd.

Ev yek li Stembolê bi kar anîn bona rewşa ji dest çûyî rast bikin û hurmeta sultanetê bilind bikin û ji bo wê armancê di tebaxa sala 1905a bi ordîya xwe û alayên hemîdîya va êrîşî li ser Kurdistana Îranê kirin. Desteyên kurda jî tevî ewê êrîşê bûn, ji ber ku bêlî bû, ku ji hemîdîya, ku bêterbîye bûn û şervanîya wan ser dereceke nimz bû, tu feyde tune. Nîveka sala 1908a tirka axa roava û başûrê gola Ûrmîyê zevt kirin, dor li bajarê Kurdistana Rohilatê yê sereke – Soûcbûlakê girtin û hela ser demekê jî di dest xwe da xwey kirin. Temamîya herêmê da destbi xiringêleyê, zordestîyê, qaçaxîyê, talanê bû.

Sebebekî herî bingehîn yê êrîşa Tirkîyê li ser Îrana Roava ew bû, ku problêma kurda ji binî va ji holê rake, qe na serttîyê bide hilanînê, berê tevgera kurda bide berbi Îranê, wek ku ew berê bûbû, û bi serketinên biçûk va hêvî bixe dilê wan serekeşîrên kurda, ku xwe didane ser tirka. Stembolê da biryar hate girtinê, ku temamîya Kurdistanê bixine bin hukumê tirka û bi wê yekê va pirsa tevlihevîyên li ser sînorê xwe yê rohilatê ji holê rake.

Dawî şerletanîya tirka li Îrana Roavayê bi ser neket û felişî. Rûsîya û Îngilîs bi aktîvî tevî wê bûyerê bûn; dakutana tirka ji bo berjewandîyên wan yên li wî welatî û li Kavkazê (bona Rûsîyayê) talûke bû û bîna xeterê jê dihat. Di nîveka sala 1908a Rûsîyayê bi alîkarîya Îngilîs d’ew ji Tirkîyê kir, ku “gema kurda bikişîne” û eskerên xwe ji axên Îrana Roava, ku ewî zevt kiribûn, derxe. Tirk mecbûr man bi a wan bikin, lê şertê xwe danîn, ku hinek axa li ser sînor bin destê wan da bimîne.

Ev hemû qewmandin tenê alî sertbûna problêma kurda dikirin him li Tirkîyê û him jî li Îranê. Serekeşîrên kurdên Tirkîyê û serleşkerên alayên hemîdîya, ku tevî êrîşên li ser Îrana Roava bûbûn, rewşa xwe ya eskerî, aboî û sîyasî dane pakkirinê, êdî tam ne di bin hukumê dîwana merkezî bûn. Lê eger em bêne ser Kurdistana Îranê, piştî êrîşên tirka derkete ser avê, ku dîwana şah nikaribû ber zerpa wan êrîşa ber xwe bida, pêşîya karê tirka yê casûsîyê di nav kurdên Îranê da bigre û ewê yekê hurmeta wana di nav kurda û gelên mayîn da, ku li wê herêmê diman, pir êxist. Him desthilatdarîya sultanîyê, him jî ya şah hew dikaribûn problêma kurda çareser bikin, hukumê xwe wek berê li ser kurda biparêzin, serkarîkirina mentîqên kurda di dest xwe da xwey bikin û ev hemû bûne sebebên bingehîn, ku ew rêjîm hilweşîyan.

Di nîveka sala 1908a şoreşa li Rohilata Nêzîk gihîşte xala xwe ya here bilind. Li Împêratorîya Osmanîyê 23ê tîrmehê sala 1908a cantirka hukumet welgerandin (derbe kirin), ku partîya “Îttîhad ve terakkî” teşkîl kiribû û nasyonalîstên kurda jî piştgirîya wan kiribûn, sultan Ebdul Hemîdê IIa ji ser text avîtin (saltira dinê ew ji sultanîyê jî hate avîtinê). Di wan deman da li Îranê dijîhevtîyên hêzên rêaksyon û dêmokratîyê gihîşte serê jorin û dêmokrata çend serketinên giring bi dest xistin (tevgera Tewrêzê, serketina dêmokrata di çend bajarên mezin da, di meha tîrmehê sala 1908a ji ser text avîtina rêaksyonêr Mohemmed Elî şah). Ev bûyer bûne sebeb, ku di nav dîroka Kurdistanê da destbi êtapeke nû bû û tevgera kurda ya miletîyê xemleke kaw û rewşeke bedew wergirt.

Usa xuya bû, ku guhartinên di nav rewşa navnetewî jî wê alî zêdebûna tevgera kurda bikin. Du blokên eskerî-sîyasî, ku li wan çaxa li Awropayê hatibûne sazkirinê – Hogirtîya Sêalî (Antanta) û Yekîtîya Sêalî – destpê kirin careke din cihanê perçe bikin, di nav wê cihanê da – Rohilata Nêzîk jî. Ji ber wê jî wana destpê kirin piştgirîya hin tevgerên miletîyê-nasyonalîstîyê li cihana dagîrkirî da bikin, di nav wan da li Tirkîyê û Îranê jî, û daxaza wan ew bû, ku bighîjine armanca xwe ya sereke – perçekirina wan welata. Di nav wan tevgera da ya kurda di cîyê dawî da nîbû. Kurd dikaribûn hêvîya xwe daynine li ser alîkarîya ji der va (paşê xuya bû, ku xeyalên wan bi ser ne ketin).

Di mehên pêşin yên serkarîkirina cantirka da pêwendîyên hukumetê bi nasyonalîstên kurda ra gelekî germ bûn. Serekên kurda (Mîr Elî Bedirxan, seyid Ebdul Qadir, Şerîf paşa) bi hêvî bûn, ku xwedîyên împêratorîyê yên nû wê mafê gelên kêmjimar bidin. Serekên komîteya “Îttihad ve terakkî” bona qewînkirina tabîyên xwe bi gotina bi her awayî ber daxazên kurda û gelên mayîn yên kêmjimar da dihatin. Ebdul Qadir heta hate bijartinê wek serekê meclîsa parlamêntoya Osmanîyê.

Piştî şoreşa cantirka di nav demeke kurt da rêxistinên kurda yên sîyasî û ronahîdarîyê çê bûn û navbera wan û hukumetê gelekî xweş bû. Ji wana ya mezin komela “Daxuliqandin û pêşveçûna Kurdistanê” bû, ku rojnama xwe ya bi zimanê tirkî “Kurt teavun ve terakkî gazêtesî” (“Rojnama kurda ya alîhevkirinê û pêşveçûnê”) derdixist. Endamên wê komelê “Rêxistina bona bi zimanê kurdî belavkirina zanebûnê” saz kirin, û ewê li Stembolê “Dibistana Konstîtûsyon” ya kurdî saz kir. Li her dera, ku kurd lê diman komelên kurda hatine vekirinê. Ji wana ya here mezin ya Bîtlîsê bû, ku 8 hezar endamên wê hebûn. Lê zûtirekê di nav wan da destbi propoganda dijî hukumetê bû û ewana hatine girtinê.

Dostanîya di navbera cantirka û nasyonalîstên kurda da dirêj nekişand. Piştî welgerandina dewletê ya di nîsana sala 1909a ra, dema ku Ebdul-Hemîd ji ser text hate avîtinê, di nav sîyaseta komîteya “Îttihad ve terakkî” da, di sîyaseta cantirka ya di pirsa miletîyê da daxazên şovînîstîyê diha geş hatine xuyakirinê. Qasidên cantirka, ku dişandine Anatolîya Rohilatê, qestbende di nav ermenîya û kurda da, herweha di nav serekên kurda da jî, ku şerê serokatîyê dikirin, dijminayî pêşda dianîn. Îdî sala 1911a hukumetê hemû komelên kurda yên ronahîdarîyê û sîyasî, serekên wan, rojname û dibistanên wan dane girtinê. Lê ji cantirka ra li hev nehat karkirina nasyonalîstên kurda yên di hêla propogandayê da tam ji holê rakin. Ew kar bi awayê nelêgal û nîvlêgal piranî di medresa da dihate derbazkirinê, li ku kurd pirsên xwe enene dikirin û rêyên karkirina xwe yên paşerojê kivş dikirin.

Bi wê yekê ra tevayî, ew dema “bahara” şoreşa cantirka hemû sistîyên nasyonalîzma kurda ya nûçêbûyî derxiste ser avê, û sistîya here sereke jî di serokatîyê da bû, ku karê îdêologî û praktîkî bi hev ra ne dimeşand (piranîya serokatîyê li şaristana, an jî di paytextê Împêratorîya Osmanîyê bû), ji reh û koka xwe qetîyabû, pêwendîyên wê bi tevgera gelê kurd ra ya dijî neyar û dijmina sist bû.

Di paytext da bi çavekî fesal û herweha bi awakî dijminayî li guhartinên şoreşgerîyê li Kurdistanê mêze dikirin. Kurdên sade ji guhastina hukum tu feyde ne didîtin, wek berê di rewşeke xirab da bûn. Ew parîyên biçûk yên azayê û dêmokratîyê, ku binecîyên Stembolê û navbendên Împêratorîya Osmanîyê yên mezin stendibûn, hema bêje ne digihîştine çiyayên Kurdistanê. Lê serokên eşîra, ku her pêşdaçûyîneke nûjen ne bi dilê wan bû, hatina hukumê nû bi kulzikî qebûl kirin û tirs ketibû dilê wan ku nişkêva serdestîyên wan ji dest wan neçe. Wana jî serokatî li tevrabûnên eşîrên kurda yên dijî hukumetê kirin, ku piştî şoreşa cantirka bi hêztir bûbû.

Berî gişka Îbrahîm paşa serî hilda. Ewî serokatî li alayeke hemîdîyê û desteya eşîra milla dikir û bi alîkarîya wan axa ji Êrzîncanê bigre heta Dêrezorê, heta Demişq jî xiste bin destê xwe. Tenê di dawîya sala 1908a tirka bi alîkarîya eşîra ereba şemmer karibû Îbrahîm paşa bîne rayê, ku revîbû çiyayên Sincarê û hema li wir jî hate kuştin.

Li Dêrsimê dîsa destbi serhildanê bû û li wira binecîyên kurd bi bawer bûn, ku rêjîma nû dixweze desthilatdarîya xwe ser wana bide qewînkirinê. Cezakarên tirk nikaribûn ji heq-hesabên kurdên şervan bêne der.

Xwesma tevgera li Kurdistana Başûr xurt bû û belayî ser axeke mezin bû. Di meha çirîya pêşin sala 1908a eşîra hemewanda bi piştgirîya zîbarîya û barzanîya serî hilda û di şerê partîzanîyê da pir xurt bû. Di salên 1908-1909a da merkeza serhildanên kurda Suleymanî bû, li ku serokatî di dest serekê ruhanîya dînî ya “kakayî” Şêx Seîd da bû, ku ji malbeteke bi nav û deng bû li Kurdistanê. Piştî şehîdbûna wî kurê wî – Şêx Mehmûd Barzincî serokatî li serhildanê kir, ku cara yekemîn bû derdikete li ser meydana dîrokê û paşdemê navê wî di dîroka tevgera kurda ya ji bo azadîyê da pir deng da. Qumandarê tirka Mehmed paşa pir hereket kir, heta karibû ser demeke kurt kurdên Suleymanîyê milahîm bike (aş bike), û ji bo serketina wê armancê ewî xênji cezakarîyê, gelek pelepistûkî û tewlebazî jî kirin û bi kurda ra kete kompromîsê.

Mehên pêşin yên piştî şoreşa cantirka di navçeyên Kurdistanê yên mayîn da jî rewş nerehet bû, xwesma li ser xeta sînorê Tirkîyê-Îranê. Karkirina casûsîyê ya komên Tirkîyê yên konsêrvatîv û rêaksyon, ku piştovanên rêjîma Ebdul Hemîd bûn, nerazîbûnên di navbera kurda û dîwana cantirka ya nû da da kûrkirinê. Wana hewl dida nerazîbûnên serokatîya eşîrên kurda, xwesma rêvebirên hemîdîyê, hindava cantirka da bi kar bînin, bona careke dinê vegerine ser qeyde-qanûnên berê. Serekeşîrê êla heydêrana Kor-Huseyn paşa serokatî li wan kesên nerazî dikir, yê ku piştî pevçûna bi eskerên hukumetê ra bi hemû heydêrana ra tevayî cîguhsatî Îranê bû. Hukumetê ne dixwest rewşê bide xirabkirinê û ji daxaza xwe ya berê, ku alayên hemîdîya ji holê rake, poşman bû û navekî mayîn li wan kir: “alayên siyarî yên ji koçera”. Lê evê yekê rewş milahîm ne kir. Hewldanên, ku kurda “bînine ser rê”, wana bikine di nav strûktûra eskerîyê ya împêratorîyê, bi ser ne ket. Sebebê mayîn yê nerazîbûna serokatîya kurda bi hukumeta nû ra, ku her diçû zêde dibû, ew bû, ku wana (hukumeta tirka) dixwest bi serekên ermenîya ra li hev bikin. Şik ketibû dilê çend beg û şêxên kurda, ku Stembol dixweze xwe nêzîkî ermenîya bike û hêvîya xwe bi wan ra bide girêdanê…

Bi kurtî, di mehên pêşin yên hukumdarîya cantirka da dihate texmînkirinê, ku di navbera bawerîyên ronakbîrên nasyonalîstên kurda, ku bi jimara xwe va ne gelek bûn û piranîya wan li paytext û şaristana diman, û bawerîyên wan beg û şêxên Kurdistanê da, ku ditirsîyan hukumê xwe ji dest xwe berdin, ku di dema xwe da ji sultana sitendibûn, valahîyek hebû.

Piştî demeke ne dirêj ew valayî tije bû. Sultanên, ku piştî Ebdul Hemîdê IIa hatibûn, di destê komîteya “Îttîhad ve terakkî” da leyîstok bûn. Gava bêlî bû, ku cantirk di kar û barê xwe yê sîyaseta der û hundur da hema bêje bi riya berê va pêşda diçin, opozîsyona li Kurdistanê destpê kir xurt bibe û hewl dida ji xeta nasyonalîstîyê derbazî ser xeta dijî hukumetê bibe.

Di dawîya sala 1909a – destpêka sala 1910a destbi tevrabûnên barzanîya bû bi serokatîya Şêx Ebdul Selam Barzanî û ya eşîrên Bayezîdê û Bîtlîsê bi serokatîya Kor Huseyn paşa, Ebdul Qadir, Mûsa beg û yên mayîn. Li wan dera her cîya komîtê û komele dihatine sazkirinê û gelek kurd dibûne endamên wan. Tiştê nû di nava tevgera kurda da ew bû, ku wana pêwendîyên xwe bi tevgera ereba ya ku li Împêratorîya Osmanîyê destpê bûbû, û bi wana ra çê kirin, yên ku bi komîteya “Îttîhad ve terakkî” ra li Tirkîyê bi xwe da di nav opozîsyonê da bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev