Şengal

Şengal

Rizgar Hiso

Belê, Şengal e….
Deverekî kurdan e, kurdên êzîdîxan e,

Kurdên olperest û çand û dîrokzane,
Roj bi roj li ser gelê me kirin ferman e.
Fermana heftê û çaran e,
Bi sed hezaran ji me
kuştin giş bûn qurbane,

Belê, li vir li ser vî erdî Şengal
Qêrîn û Hewar e
Êş û Jan e,
Xof û Tirs
Xemgînî û stemkare
Axîn û nalîne

Belê, li vir li ser vî erdî

Li Şengalê
Dîsa ferman e,
Dîsa bager û tofan e,
Şewat û kuştin e,
Serjêkirin û xwîn e,
Talan û wêran e,

Belê, li vir li ser vî erdî.

Li Şengalê
Pêl bi pêl..
Erd reş bû..■
Esîman reş bû..■
Gul reş bû…■
Gulistan reş bû..■
Dar reş bû..■
Daristan reş bû..■

Belê, li vir li ser vî erdî

Li Şengal
Bahoze…
Çav çilmisîn
Xwîn herikî
Ken bû girî
Erd lerizî

Belê, li vir li ser vî erdî.

Li Şengalê
Lorîka dayikan e…
Nizanim, nizanim
Nifire, nizanim xezebe,
Axxx birayê min
Axxx kurê min
Axxx keça min
Axxx kezebên min
Dîsa ez mirim bê kefenim,
Dîsa ez mirim bê kefenim,

Belê, li vir li ser vî erdî

Li Şengalê
Hovên xwedawenda,
xwînrêj, rî dirêj,
zordar û koledar
Axa me êriş kirin.
Mal û pîrozgehên
Me xerabkirin
Bi tang û tifingan
bombabaran kirin

Belê

Li vir, li ser vî erdî

Li Şengalê
Jin û keç dîl kirin,
Destdirêjî li wan kirin,
Mêrên çeleng nav
xwînê de winde kirin,
Zarok bi çol û çiya bi rêkirin,
Pêxwas, birçî û tî bi rêkirin,

Belê,

Li vir, li ser vî erdî

Li Şengalê
De bilîlîn, bilîlîn, li birînin xwe Şengalê.
Navê te li ser rûpela dîrokê
Xemilandî ye.
Li dergeha azadiyê nivîsandi ye
Şengal!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev