Dîn û Dînîtî

Dîn û Dînîtî

Mela Mihyedîn 

Di eslê xwe de peyva Dîn peyveke Hevdeng e. Du maneyên wê hene û her du manêyên wê jî ji hev cuda ne. Maneya pêşî ya peyvê: Kesên ku eqlê xwe wenda kirine û nema dikarin di çerçoveya mantiqê de tevbigerin. Wateya duduyan: Rêya ku mirovan dighîne Reb’bil Elamîn. Ji wan  her duyan re jî Dîn tê gotin.

Her dînê ku hatî li pey şopa yên berê çûyê û kêmasiyên wan temam kirine. Her pêxemberê hatî li pey şopa pêxemberên kevin çûnê. Dînê nû hatî li gorî dînên kevin hîn nûjenparêztir û reformîsttir e.

Dînê nû, herçiqasî reformîsttir be jî ew dîn jî li ser girekî kevnare hatiye avakirin. Bingeha dînê nû ji dînên kevin û dînên wendabûyî tê.

Di dersên dîrok û dînî de tê gotin ku dînê nû herdem bi ateîstan re têkoşîn daye û xwestiyê kesên bêbawerî bawermend bike. Ev yeka ku tê gotin ji çîrokê wêdetir naçe û herdem zarokên nûciwan bi van çîrokên derewîn xapandine û xistine mûrîdên xwe. Di eslê xwe de dînê nû herdem bi dînên kevin re şer kiriye û xwestiye desthilatdariyê bike. Dînê Hz. Zerdeşt bi dînên mistîk re şêr kiriye; piştî Hz. Zerdeşt, Hz. Mûsa bi dînê Fîrewin û bi dînê Zerdeştiyê re şer kiriye; Piştî Hz. Mûsa, Hz Îsa bi dînê Mûseviyan re şer kiriye; Piştî Hz. Îsa, Hz. Muhemmed ji bo desthilatdariyê bi dînê Cihû, Filleh û Zerdeştiyan re şer kiriye. Elî Şerîatî jî vê yekê dipejirîne û li ser vê mijarê berhem jî nivîsandiye (Dîn Li Hemberî Dîn).

Desthilatdarî di xwezaya mirovan de heye û dîn jî îcada mirovan e. Herçiqas pêxember wekî nîv melek bên hesibandin û doktirînên dîn ji aliyê Cebraîl ve ji pêxemberê re bên neqilkirin jî, pêxember jî evdên Xwedê ne û ew jî mirov in. Bi qasî şaşiyên mirovan şaşiyên pêxemberan jî çêbûne.

Ji bo ku desthilatdarî zaafeke mirovan ya ku nayê pînekirine di hemû dînan de xwe derdixe pêş. Ev desthhilatdarî xwe wisa derdixe pêş ku wateya doktirînên dîn namîne li şûna xweşiyê zilm li axê şîn tê.

Mirov dikarin desthilatdariyê ji aliyê baş ve pê emel bikin lê sed mixabin ew kursiyê ku gihaştinê ji hertiştî pîroztir dibe, ji îdeolojiyê (Dîn jî Îdeolojiyek e) bi xwe jî mûqeddestir dibe û îdeolojî ji bo kursî tê fedakirin. Wateya tiştekî namînê ji bilî desthilatdariyê.

Hemû îdeolojî di eslê xwe de û bi teorîkê baş in lê mixabin gava ew îdeolojî dikevin pratîkê ji wana xirabtir tu îdeolojî nîn e.

Adem û Hewa ji heriyê hatine çêkirin û nêviyên wan destên xwe bavêjin çi heriya destê xwe bi wan tiştên pak ve dikin û wan tenî dikin û wan xira dikin. Wekî Hesenê Metê jî dibêje: “Ademekî ji axê û ji rêxê… tiştek jê dernakeve.” Xwezî ne wisa baya lê mixabin rastî ev e. 

Dînê ku bû desthilatdar û kete nava sîyasetê bi temamî diguhere. Ew dîn tenê xulamtiyê ji siyasetmedar û ji siyasetê re dike. Fayda wî dînî nagihîjê kesekî ji bilî xwînxwaran. Ji destpêka mirovan û heta niha dîn faydeyên mezin nedana mirovan û heta niha ji siyasetê re xulamatiyê dikin. Sebaba paşdemayina mirov, gel, netew û ummetekî ji %90 dîn û alimokên dîn in. Ew alimok in ku xwe û ilmê xwe firotine, ji rêya rast derketine û ji bilî xirabiyê tu fayda wan negihaştiyê mirovan û dê tu carî jî negihîje. Li gel van alimokan, alimên rastî jî hene, lê hejmara wan pirr kêm e.

Dîn teslîmiyet e. Teslîmiyet Skolostîzm e û Skolostîzm malwêranî ye. Gava mirov kete rêyekê divê hin tavîzan bide; wekî yekî çawa ji gulê hezbike, divê hînî striyên wê bibe. Mirov jî gava dikevin rêya dînekî de, divê xirabî û kortên di rê de nebînin; îdeolojiya wan çavên wan kor kiriye, bi korbaweriyekê di rêyekê reş û tarî de dimeşin.

Ji bo meriv bikeve rêya dîn hewce ye meriv dîn bibe. Dîn di eslê xwe de skolastîk e û rexneyan qebûl nake. Dîn tam teslîmiyet û aîdiyetê qebûl dike.

Dîn gellek caran bi fetwayan bira birayan daye kuştin an jî xwîşk bi birayan daye kuştin, dîn carna jî cîran bi cîranan daye kuştin. Dîn hertimî zordarî, zehmetî û nexweşî aniye serê hemû insanan. Dîn bi navê bihuştê ev dinya ji mirovan re kiriye dojeh û wekî agirê dojehê bi serê mirovan de hatiye xwarê. Dîn ji mirovan re bûye xezab. 

Sebeba van hemû xirabiya ji nezaniya mirovan e. Herçiqasî di destpêka dîn de xwendin û ilm pîroz hatibe hesibandin, pişt re ji vê rêya baş hatiye dûrketin. Gellek caran xwendin û ilm ji aliyê dîn ve weke kufr hatiye dîtin. Van alimokên dîn ji bo berjewendî û textên xwe berê mirovan dane çala tarî.

Dizanin ku xwendin, ronahî û zanîn e. Zanîn dê dawiya desthilatdariya wan alimokan û dînê wan bîne. Ji vê yekê pirr ditirsin.

Kesekî zana, dikare civakeke nezan bi rehetî bi rêve bibe; lê heger civak zana be rêvebirina wan zehmet dibe. Ji berê de gotine: “Li welatê koran, kesê bi çavekî dibe mîr.”

Hewce ye mirov azad bifikirin. Fikrê azad ji xwendin û ji ilmê rast derdikeve meydanê. Kesên xwenda nayên xapandin, kesên xwenda dibin ronahiya civak û gelê xwe.

Azadîbûna me di ilm de veşartiye, lewma Şêx Mûşşerf dibêje: Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e.

Bila ev alimok bes me aciz bikin û rê nedin wan.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 4

  1. Roşev sîtav

    “..ji îdeolojiyê (Dîn jî Îdeolojiyek e)..”, ji berku, dîtinên merîyan e..

  2. Qehreman

    bi zimanekî gellekî tûj hatiye nivîsîn.
    Rexneyên nivîskar di cih de ne.

  3. Memê Alan

    Bi pênûsa melayekî rexneyeke tûj li sîstema dîn hatiye kirin.
    Her bijî Mela, tu her hebî.
    “Dîn jî îdeolojî ye”

  4. Xorto rêncbêr

    Gotin hene û gotinokên pûç hene.
    Ev nivîs li ser gotinên hêja hatiye nivîsîn.

Şirovekirin hatine girtin.