Felsefeya Dibistana Stoayê û Bandûra wê ya li ser Ramana Îslamê

Felsefeya Dibistana Stoayê û Bandûra wê ya li ser Ramana Îslamê

Prof. Dr. Ibrahim Çapak

Werger: Ali Gurdilî

Di dîroka felsefeyê de, dibistana (xwendegeha) Stoayê yek ji wan dibistanên girîng e, ku bandûreke mezin li ser gelek raman û ekolan kiriye û wan xistiyê bin bandûra xwe. Dibistana Stoa’yê B.Z. di sala 300an de li Atînayê hatiye damezrandin û feylesofê Zenon damezranerê vê dibistanê ye. Ev dibistan, di cîhana îslamê dê bi navê ‘Rivakiyye’ ê tê naskirin û zanîn. Dibistana Stoa’yê, wekî sê dewran hatiye dabeşandin: Dibistana ewilî , ku bi navê ‘Dibistana Stoaya Kevin’ tê naskirin, ji aliyê Zenonê Qibrisî (B.Z.336-264) ve hatiye damezrandin û ku Kleantres (B.Z.331-232) û Khrysippos (B.Z.280-210) jî navên girîng yên vê dibistanê ne. ‘Dibistana Stoayê ya Navîn’ jî bi pêşengiya Diogenes (B.Z.412-323) hatiye damezrandin û feylesofên Panetius (B.Z.185-112), Poseidoioss (B.Z.135-51) jî wekî endamê vê dibistanê têne nirxandin. ‘Dibistana Stoa’yê ya Dawî’ yan jî ‘Stoa’ya Împaratoriyê’ jî, bi pêşengiya Seneca (B.Z.4-P.Z.65), Epîktetos (P.Z.50-130) û Marcus Aurelius (P.Z.121-180) ve Piştî Zayînê di sedala I û II an de hatiye damezrandin.

Ev sê tevgerên felsefî yên Stoics, li herêma Behraspî û li navçeyên cihêreng û di demên cuda de derketine holê. Herçuqasî xwediyê hinek ramanên cihê bin jî, ramanên wan axlebî li ser esasê ehlaq, edalet û erdemê ne. Ev tevgera ramanî ku Beriya Mîladê di dawiya sedsala IV. an de dest pê kiriye, li Romayê jî ji xwe re hinek aligiran peyda kiriye. Dibistana Stoa’yê, bi rêya ramanên Seneca û Marcus Aureliusî, heta dawiya PZ. sedsala II. an jî bandûra xwe berdewam kiriye. Ji bilî vê yekê meriv dikare bibêje ku bandûreke mezin li teolojiya filehtiyê, Shakspeare, Spinoza û Butler jî kiriye. Bandûra Ehlaqa Stoa’yê di Serdema Navîn, Dewra Ronesans û di serdemên nûjen de jî berdewam kiriye, li dibistanan hatiye xwendandin û feylesofên mîna Montaigne, Descartes û Pascal jî ji ramanên stoics, sûdeke mezin wergirtine.

Dibistana Stoa’yê jî ku yek ji wan tevgerên mezin ya dewra Helenîstîk e, mîna hevdemê xwe dibistana Epîkur’ê hewl daye ku nêrîneka jiyanê a ku dê bikaribe mirovan bigihêjînê bextewariyê raxe holê. Zenonê damezranerê vê dibistanê dibêje ku, bextewarî girêdayî helwesta me ye û ne girêdayî bandûra faktorên der û qederê ye. Ramanên bi vî hawî yên Zenon, di ramana îslamê de bi ramana îradeya cuz’î xwe daye der. Wekî tê zanîn Zenon girîngiyeke mezin daye ramanên Sokrates û gotiye ku bextewarî ne girêdayî tişteke dunyewî ye, yan jî ne dewlemedî û tenduristî ye. Herweha dîsa gotiye ku bi tenê erdemîtî yan jî bêerdemîtî, baş yan jî xirab e. Li gor bîr û baweriya Zenon erdemîtî, weke rewşeke zêhnî ya aram herdem baş e û bêerdmîtî jî rewşeke zêhnî ya bêaram e û ziyandar e.

Stoa in Athens

Li gor bîr û baweriya Stoaparêzan erdem, di jiyana şexsan de tekane tiştê ku baş e. Bi gotineke din erdem, baş’a herî bilind e û wezîfeya ku em jiber xwe ve pêk tînin e. Wekî din hemû tiştên mayî yên wekî tenduristî, serwet, navdarî, kêf, şahînî û hwd. jiber ku dibin armanca daxwazên me, xirab in. Ev ramana wan, li cem gelek feylesofên îslamê jî hatiye dîtin. Mesela Nesîredînê Tusî di berhema xwe ya ‘Ehlaqî Nasrî’ de li ser van mijaran rawestiya ye û li ser fazîlet û rezilîtiyê rawestiya ye. Dîsa Yahya ibn Adi jî di kitêba xwe ya ‘Tehzibu’l Ahlak- Perwerdehiya Ehlaqê’ de, li ser wesfên mirovê kamil rawestiyaye û wesfên ku divabe mirove kamil xwediyê wan be, bi berfirehî destnîşan kiriye.

Zenon cara yekemîn felsefeyê wekî mantiq, fizîk û ehlaqê kiriye sê beş û ehlaqê jî, wekî mijara herî girîng yan jî navenda felsefeyê dîtiye. Herweha wusa bawer kiriye ku ji bo têgihiştineke çak ya ehlaqê, pêdivî bi fizîkê heye û hewl daye ku ehlaq û fizîkê jî, bi mantiqê şirove bike. Di van mijaran de û bi taybetî jî derbarê ‘zanîna tiştên îlahî û mirovî’ de û di mijara dabeşandina felsefeyê ya wekî mantiq, ehlaq û fizîkê de, dibistana Stoayê li felsefeyê zêde kiriye û ji wir jî, xwe berdaye kûrahiya ramana îslamê. Ango ev raman, lêzêdekirineke dibistana Stoayê ye. Lewre Îbn’î Ruşd di berhema xwe ya ‘Faṣlu ‘l-Maḳāl’ ê de, dibêje ku ‘felsefe, bi rêya fikirîna li ser zindiyên ku hatine afirandin xwe gihandina afirander e.’ û ramanên bi vî hawî raber dike.

Mîna Zenonê Qibrîsî, ramana îslamê jî girîngiyeke mezin daye mantiq, fizîk û ehlaqê. Mesela Îmamê Xezalî gotiye ku ‘mirovên ku bi mantiqê nizanibin, meriv ji ilmê wan bawer nake.’ û girîngiya mantiqê bi awayekî eşkere raber kiriye. Feylesofên îslamê di danasîna erdemê de, di bin bandûra ramanên Sokrates û dibistana Stoa’yê yên ku derheqê ehlaqê de ne mane, lêbelê di mijarên ku ola îslamê wan qedexe kiriye de ji ramanên dibistana Stoa’yê cihê bûne. Mesela Zenon û şagirdê wî Kleanthes, xwekuştinê heq (rewa) dibînin, lêbelê feylesofên îslamê xwekuştinê rewa nabînin û wekî guneheke diwesfînin.

Ji bo dibistana Stoa’yê mijareke din a girîng jî, diyalektîk e. Bi taybetî jî li ser diyalektîk û retorîkê rawestiyan e. Retorîkê mîna huner û zanîna axaftina spehî (xweş) û diyalektîkê jî, mîna bi rêya pirs û bersivan zanîna nîqaşa (guftegoya) rast nasandine. Bi taybetî jî raman û xebatên Khrysipposî yên derheqê diyalektîkê de, di dîroka felsefeyê de gelekî balkêş hatine dîtin. Ji ber vê yekê jî Diogenes Laertios gotina wî ya ku gotibû ‘heke di nav xwedayan de diyalektîk hebûya, dê bişibiya ya Khrysipposî’ vediguhezîne me. Ev yek jî destnîşan dike ku feylesofên Stoa’yê derheqê diyalektîk yan jî ‘cedel’ê (nîqaş, minaqeşe) de, gelekî serkeftî bûne. Piştî ramanên Arîstotales yên derheqê diyalektîkê de, ku Arîstotales di dîroka felsefeyê de wekî ‘Mamosteyê pêşîn- Muallimu’l-evvel’ tê naskirin, Stoaparêzan jî ramanên girîng raber kirine. Vê yekê jî wuha kiriye ku di dema şerha (şirovekirin yan jî ravekirin) berhemên Arîstotalesî yên derheqê mantiqê de, ramanwerên misilman bêtir lê haydar bin û xebatên xwe bi hûrbijarî bikin. Herweha meriv dikare bibêje ku xebatên Stoaparêzan yên derheqê mantiq û diyalektîkê de pêk anîne, bala feylesofên mîna Farabî û Îbn’î Sîna jî dane ser xwe û feylesofên navborî jî, li ser heman mijaran ramanên girîng raber kirine.

Di dewra dawî ya Stoa’yê de, rola îradeyê ya li ser şexsan bilind hatiye nirxandin. Li gor bîr û baweriya Stoaparêzan jiyan, şerek bêeman e ku di navbera du dijminan de dertê û wusa jî diqede, ango ew şer e ku di navbera azadî û bengîniyê de diqewime. Ji bo ku meriv bikaribe di vî şerî de bi ser bikeve, divê meriv rê li bengîniyan (daxwaz, xwestek, ihtîras) bigre û wan jar bike yan jî divê wan ji holê rake. Ji ber vê yekê jî, divê meriv bi ferqa di navbera wan û meylên siruştî de hene bizanibe. Li gor Zenonî, her meyla (dilxwaziya) me jî navajoyek (dozîn) e. Heçku, li cem mirovan hêza aqil heye û ev yek jî, rêya xwezayê ya herî herî xwedîbandûr e, ku dixwaze bi vê yekê bigihêje armancê.

Dema meriv çav li feylesofên Stoaparêz digerîne, meriv dibîne ku di nav wan de mirovên kole û hikumdar jî hebûn. Epiktetos kole bûye û Marcus Aurelius jî, hikumdar. Lê herdu mirovan jî, heman felsefeyê pejirandine. Dîsa feylesofên Stoaparêz wuha bawer dikirin ku hemû mirov, birayên hev in û hemwelatiyê dinyayê ne. Di ramanên dibistana Stoa de aliyê olî, bi awayekî eşkere di ramanên Marcus Aurelius te xwe dide der. Seneca û Aurelius, baweriya xwe bi zindebariya rih tînin. Ango li gor baweriya wan, rih tu carî namire. Lê Epiktetosî, baweriya xwe bi nemirina rih nayne. Di nav feylesofên îslamê de jî, li ser vejina nû ya cismanî yan ruhanî nîqaş hatine kirin, lê li ser zindebariya rih ne ketine nîqaşan. Çimku ji ber baweriya xwe ya olî, wuha bawer kirine ku rih nemir e.

Ji bilî meseleyên ehlaqî, Stoaparêz girîngiyeke mezin dane mantiq û fizîkê jî û zanista fizîkê, şibandine dareke ku li avahiya kozmosê vedikole. Stoparêzan zanista fizîkê şibandina dareke, ehlaqê şibandine zeviyeke berhemdar û mantiqê jî, ji bo ku fizîk û ehlaqê diparêze, şibandine kelehekî yan sûrekî. Felsefeyê jî şibandine heyîneke zindî, mantiqê jî şibandine hestî û rehikên wê hêyîna zindî û fizîkê jî, şibandina rihê wê heyînê.

Di felsefeya dibistana Stoa’yê de, mantiq cihekî girîng werdigre. Diogenes Laertios (P.Z. sedsala 3an) derheqê mantiqê de wuha gotiye: ‘Li gor baweriya Stoaparêzan, perwerdehiya mantiqê bivênevê ye. Lewra mantiq erdemek e û hemû erdemên mayî jî, di hundirê xwe de diguncîne. Kesên ku bi mantiqê nizanibin, dê ji bêgaviyê çewtiyan bikin. Belam mantiq, rê nîşanî mirovên zana dide, da ku bikaribin rastiyê jî çewtiyê cuda bikin. Mantiqzan, di her demê de zana ne, çimku mijarên ehlaqî û fizîkî encax bi saya mantiqê dikarin baş werin têgihiştin. Rastiya hevokan û sererastkirinên zagonan yên derheqê tevgerên mirovan de, encax bi saya mantiqê dikarin werin têgihiştin.’ Ramanên feylesofên mîna Farabî, Îbn’î Sîna û Xezalî, di vê mijarê de gelekî dişibine ramanên Stoaparêzan. Çawa ku me berê jî raber kir Xezalî bi xwe jî gotiye ku ‘meriv, ji ilmê kesên ku bi mantiqê nizanin bawer nake.’ Farabî û Îbn’î Sîna jî ne wekî haletekî, lêbelê wekî zanistekî mantiqê wesfandine.

Stoaparêz, derheqê mantiqê de mîna Arîstotales nafikirin. Arîstotales mantiqê ji bo felsefeyê wekî haletekî (alavekî) dibîne. Lêbelê Stoaparêz dibêjin ku mantiq ne haletek e, ew perçeyekî felsefeyê ye. Ango li gor baweriya wan mantiq ne haletekî ramanê yan jî teknîk û hunereke ramanî ye, beravajiya wê, navê tevlîbûn û hevkariyê ye. Stoaparêz mantiqê, wekî diyalektîk û retorîkê kirine du beş. Sebebê vê dabeşandinê ew e ku di ramanên wan yên felsefî de, raman û ziman ligel hev in û wiha têne nirxandin.

Xebatên Zenon yên li ser ziman, bandûreke mezin li nifşên din kiriye û wiha kiriye ku ew jî, heman xebatan bidomînin. Bi vî hawî felsefeya ziman û teoriya ziman ya ku Stoaparêzan ew ava kirine, bandûreke mezin li dewrên din û li dewra Romayiyan kirine. Ev bandûr di perwerdehiya zimanên kevin (berê) de, hêjî girîngiya xwe berdewam dike. Stoaparêzan girîngiyeke mezin dane pirsgirêka têkiliya ziman û ramanê û bêjenasiyê (etîmolojiyê). Û vê yekê jî wuha kiriye ku bi berfirehî li ser mijara gramerê rawestin. Ji ber vê çendê jî tê gotin ku Stoaparêz damezranerê zanista gramerê ya kevneşopî ne. Ji bilî vê yekê Stoparêz bi armanca têgihiştina hevoksazî û formên taybet yên hevokan bi helbest, zanîna pîvanê, muzîk û felsefeya ziman re jî mijûl bûne. Di felsefeya îslamê de jî, nîqaşa têkiliya mantiq û gramerê çêbûye. Li ser vê mijarê meriv dikare behsa nîqaşa ku di navbera Ebu Bişr al-Matta (870-940) û şagirdê wî ku gramerzanekî navdar e Ebu Saîd’ el-Sirafi (893-979) pêk hatibû, bike û wekî xebateke mînak raber bike. Wekî tê zanîn Ebu Bişr al-Matta, wekî mamosteyê Farabî tê zanîn û naskirin. Derheqê vê mijarê de dîsa meriv dikare behsa xebata Farabî ya li ser pênc tevahiyan (beş tümel) bike. Farabî di vê xebata xwe de Porpyriosî şopandiye, lêbelê Stoaparêz bi tenê li ser cins, cure û celebê rawestiya ne. Farabî jî mîna Stoaparêzan mînakên ‘ewtîna kûçikan’ û ‘hirîna hespan’ raber kiriye û ev yek jî, nîşanî me dide ku Farabî ji Stoaparêzan ketumet bûye û di bin bandûra wan de maye.

Derheqê pênaseyê de jî Stoaparêz û Farabî, li ser ‘hadd’ û ‘resm’ê rawestiya ne. Bi qasî ku em dizanin li cem Arîstotalesî cudahiya ‘hadd û resmê’ tune. Kesên ku yekem car wan cuda kirine, Stoaparêz in. Xwiya ye ku Farabî jî di bin bandûra wan de maye û wan bi heman şeklî cuda kiriye. Ji bilî vê yekê derheqê cudakirina tasavvur û tasdîkê jî, tevlîheviyek xwiya dike. Çimku hinek dibêjin ku yekem car Arîstotales wan cuda kiriye, hinek dibêjin na, Stoaparêzan wan cuda kirine û hinek jî dibêjin ku Farabî. Lêbelê, heke em bibêjin ku yekem car Arîstotales wan cuda kiriye, bêguman dê ev yek ne rast be. Dema ku em li çavkaniyan mêze dikin em dibînin ku Osman Emin di berhema xwe ya bi navê ‘Felsefetu’r-Revakiyye’ û Ali Sami en-Neşşar jî di berhema xwe ya bi navê ‘Menahic’ de, nivîsandine ku ev cudakirin, yekem car ji aliyê Stoaparêzan ve hatiye kirin. Farabî, bi tenê dibêje ku ‘ilm, tasavvur û tasdîk e.’ û wan nasandiye. Di vê helwesta xwe de, bêguman meriv dikare bibêje ku Farabî di bin bandûra Stoaparêzan de maye. Lewma jî kesê ku yekem car vê cudakirinê kiriye ne Farabî ye, lê kesê ku di cîhana îslamî de vê cudakariyê kiriye, bêguman Farabî ye.

Derheqê teoriya zanayiyê de jî ramanên feylesofên Stoaparêz û feylesofên îslamê, gelekî dişibine hevdu. Stoaparêz baweriya xwe bi zanayiyên ku çavkaniya wan sehek in tînin û hinek ji wan jî, wuha difikirin ku meriv, bi zanayiyên xwe têne dinyayê. Ango, zanayî ji zayînê ve li cem mirovan hene. Ev baweriya wan, bi navên ‘mahsusat û muşahedat’ê û baweriya zanayiya ku ji zayîna meriv tê jî, bi navê ‘evveliyat’ ê hatiye vegotin.

Di dawiyê de ez dibêjim, ku zanist kirûyek (olgu) e û wekî ku Kindî jî gotiye, ‘ji kê were bila were, divê em wê bikin sertac û deynin ser serê xwe.’ Di meşa mirovahiyê de keda mamosteyê yekem (Arîstotales) gelek mezin e û mijarên ku wî kêm hiştine, şopgerên wî hewl dane ku wan temam bikin. Li vir em dibînin ku hinek mijarên ku Arîstotales wan temam nekiriye, Stoaparêzan wan temam kirine. Û hinek mijarên ku Stoaparêzan wan kêm hiştine jî, ramanwerên misilman wan temam kirine. Mesela Arîstotales di berhema xwe ya Organon’ê de, behsa pêşniyar û kiyasên bişert nekiriye, lêbelê piştre Stoaparêz li ser vê meseleyê rawestiya ne. Feylesofên mîna Farabî jî, vê meseleyê belav kirine û çêtir dane zanîn. Dîsa derheqê ehlaqê de jî Stoaparêzan hinek nêrînên ku dişibine nêrînên Arîstotales (Arîstotales wan di berhema xwe ya Etîka Nikomakhos de vegotiye) raber kirine. Heman nêrînan, em di berhemên ramanwerên îslamê de jî dibînin. Mesela derheqê vê mijarê de berhema Îbn Miskeveyhî ya ‘Tehzibu’l-ahlak’ û berhema Nasiriddin Tusî ya ‘Ahlaki Nasiri’ mînakên eşkere ne. Dîsa eşkere ye ku cudakirinên Stoaparêzan yên tasavvur, tasdîk, hads û resm’ê, bi heman hawî li cem ramanwerên îslamê jî tê dîtin. Derheqê mijarên jêderka ziman, têkiliya ziman û mantiqê û têkiliya ziman û gramerê de jî, ramanên wan dişibine hev.

Çavkanî: Kovara Sabah Ulkesi. Hejmar 44. Sala 2015an.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Roşev sîtav

    Divê merî pesna Arîstotales nede û dîtinên wî yê regestperest jî e$kire bike..

    Bila neyê bîra kirin ku, ew dîtinên wî wekî yasa li Ewrupê hatin parastin..

    Ez dirêj nekim.

    Ew dibêje ku;

    “Regezên ku dewerên sar dijîn bi ceserat û dildar in lê, ew qet jêhatî nînen û aqlê wan jî pirr kême..

    Regezên Asyayî him jêhatîne, him jî aqlê xa hene lê, yê wan jî cesaret û îrada xa kêm in.. ji ber vêna, ew herdem wekî xulam û hejar jîyana xa dewam bikin..

    Regeza Helen Ji berku di cografyê da cîyê xa navend e (ortê da ye), ji herdu regezên din ti$tên ba$ girtiyê.. Ji ber vêna ew wekî yasayî serbestîya xa diparêze..

    Û eger wekî yasa bê pejirandin, ew dikarin li dunyayê da hemî welatan din jî rêvebibin, ango bibin desthelat..“ (Min ew ji tirkî vegereandîye, dibe ku kêmasî hebin..)

    Ez vê jî bibêjim ku;
    Dîtinênj Platon jî ji yê Arîstotales çêtir nînen..

  2. Roşev sîtav

    (Sererast kirin)
    Divê merî pesna Arîstotales nede û dîtinên wî yê regestperest jî eşkire bike..

    Bila neyê bîra kirin ku, ew dîtinên wî wekî yasa li Ewrupê hatin parastin..
    Ez dirêj nekim.

    Ew dibêje ku;
    “Regezên ku dewerên sar dijîn bi ceserat û dildar in lê, ew qet jêhatî nînen û aqlê wan jî pirr kême..

    Regezên Asyayî him jêhatîne, him jî aqlê xa hene lê, yê wan jî cesaret û îrada xa kêm in..
    ji ber vêna, ew herdem wekî xulam û hejar jîyana xa dewam bikin..

    Regeza Helen Ji berku di cografyê da cîyê xa navend e (ortê da ye), ji herdu regezên dinda jî tiştên baş girtiyê.. Ji ber vêna ew wekî yasayî serbixa/serbest dijîn û diparêzin..
    Û eger wekî yasa bê pejirandin, ew dikarin li dunyayê da hemî welatan din jî rêvebibin, ango bibin desthelat..“

    (Min ew ji tirkî vegereandîye, dibe ku kêmasî hebin..)

    Ez vê jî bibêjim ku;
    Dîtinênj Platon jî ji yê Arîstotales çêtir nînen..

Şirovekirin hatine girtin.