Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Giliyê Tirkiyê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kirin

Giliyê Tirkiyê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kirin

Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku ew dozgerê Dadgeha Cezayê Ya Navneteweyî Aydin Sefa Akay serbest berde.

Mekanîzmaya Mehkemeyên Cezayê Ya Navneteweyî (MICT) ji ber ku dozgerê ji ber doza Fethûllahçiyan girtibû û li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî jî bernedabû, giliyê Tirkiyê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dike.

Dozger Theodor Meronê ku li Dadgeha Cezayê Ya Navneteweyî kar dike, diyar kir ku Tirkiye derbarê serbestberdana dozger Aydın Sefa Akay de barê ku ketiye ser milan pêk neaniye, loma jî wê ev rewş wekî raporek veguhêze Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî.

Nayê zanîn ka li ser vê helwestê wê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî çi bike û cezayê li Tirkiyê bibire yan na.

Dozger Sefa Akay piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15-ê Tîrmeha sala par hatibû girtin û ew bi endametiya Fethûllahçiyan tê tawanbarkirin. Akay ev yek red kiribû û gotibû ku ew mason e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev