Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rûsya ji ceribandinên moşekên Koreya Bakur bifikar e

Rûsya ji ceribandinên moşekên Koreya Bakur bifikar e

Rûsya jî dilgiranî aciziya xwe ya li ser Koreya Bakur eşkere kir.

Li gorî ragihandina Ajansa Sputnîka Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov eşkere kiriye ku Rûsya ji ber ceribandinên moşekên balîstîk ên nukleerî ji Koreya Bakur dilgiran, aciz û bifikar in.

Dmîtriy Peskov pirsên rojnamegeran bersivandiye û gotiye ku ew ji ber ceribandina moşekên balîstîk ên nukleerî ji rêveberiya Pyongyangê dilgiran û bifikar in.

Li gorî Peskov ev hewldanên Koreya Bakur aloziya li herêmê xirabtir dike û teqez divê dev ji van hewlên xwe berde.

Heta niha tevî ku gelek caran Amerîka û Ewropa bi awayeke eşkere aciziya xwe li dijî Koreya Bakur eşkere dike jî, vê dewletê bi paşve gavan navêje.

Rêveberiya Pyongyangê cara dawî çar moşekên balîstîk ên nukleerî ber bi Behra Japonyayê ve teqandibû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev