Cejna 8-ê Adarê li Jinên Kurd û yên hemî cihanê pîroz be!

Fermo, guhdarya kompozîsya radyoya Ria taza pêşkêşî 8-ê Adarê – Roja Jinên Cihanê bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Divê Em Gor çanda Xa Tevbigerin..

    Pîrozkirina 8ê Adarê gor çanda me nîne.. çanda xerîwan/bîyanîyan e.!
    Ji berku çanda me da gan/can hey, jin-mêr tune (1)..

    Çalakîyên wusa hemî bandora parastine çanda “yek xadêbûnê“ ye..
    Bila neyê bîra kirin ku vê çandê da Xadê, Pêxamber.. hwd hemî jî mêr`in, an jî bi zayenda nêr tên nas kirin.!
    Tê zanîn ku, jîyana civakî ya rojene da cûdatîya nevbera jin û mêran jî dema parastina “Yek xadêbûnê“ da dest pê kirîye..

    Ti$tê herî balkêş jî ew e ku, kesên wekî mafparêz rojên wusa da çalakîyan pêk tînen..
    Lê ew jî nizanin ku, karên wan dijî parastina merîtîyê, taybet dijî mafê “jinan“ e..
    Ji berku ew bi wan tevgerên xa cudabûna nevbera jin û mêran wekî tiştekî xazayî dibînen û dixazin vê cûdadîtîyê kûr bikin..hwd.

    Ez nizanim bala we jî kişandîye.!
    Dezgehên bi navê jinan hene û hê jî tên ava kirin..
    Wekî komîsyona jinan..
    komela jinan..
    federasyona jinan.. parastvanên jinan..hwd.

    Divê ew jî bê zanîn ku;
    dezgehên ku bi navê jinan hatine damizrandin jî, xizmeta “mêrtî“ yê dikin, ne ku xizmeta merîtîyê..

    Kesên ku çalakîyên wusa bo jinan pêk tînen, bila baş bizanin ku, ew jî wekî dewletên misilman, wekî dewletên medeni.. hwd mafê merîyan naparêzin û taybet zordestîya ku li ser jinan jî heye zêde dikin..

    (1)
    Li cem/ba me dibêjin ;
    şîrê jinan û havîna mêran 40 rojanda dibe can.. Loma di civînên me da, (Cem jî tev da) cûdabûna jin û mêran tune..
    Ango wekî medenîyan kes nabêje;
    $inda jinan jî hey..
    jin jî dikarin beşdarî civênê..
    Jin jî dikarin beşdarî Cemê bibin..hwd.!

    Dirêj nekim.
    Ji ber vêna Jimara 40ê li cem me girîng/mihîm e..

    Hindik kes dibêjin;
    çanda me da “4 derî, 40 qeyde / 4kapi, 40 makam“ hey (2).. Bala xa bidinê; ew gotin bi xa jî Tirkî ye, wekî; peyva Dede..
    Ew ditênên wusa, hemî jî dûrî rastîyê ne..
    Ji berku me ji zanayên xa, ango ji Pîr û Rêberên xa tiştên wusa nebîstine..

    (2)
    Ew 40 qeyde Şemsi Tebrizî (1185-1248) nivîsîye… Ango min ji wî ew nivîs xandîye

    Balkêşe ku, Fîrdews jî çîroka Kawa-Dehaq (940-1020) nivîsîye..

Şirovekirin hatine girtin.