Xalid Begê Cibrî, Rêxistina Azadiyê û Serhildana 1925an -1

Xalid Begê Cibrî, Rêxistina Azadiyê û Serhildana 1925an -1

Xwendevanên delal, em beşa pêşin a gotara nivîskarê malpera me, sîyasetmedar Îbrahîm Guçlu çap dikin derheqa lehengekî tevgera rizgarîyê ya Kurdistanê da. Beşa wê a duduyan emê sibê çap bikin.

İbrahîm GUÇLU

Di Dîroka Kurdistanê de deme ku ji serhildana milî ya Kurdistanê ya 1925an bê qal kirin û bê lêkolînkirin, du navên dîrokî û hêja derdikevin pêş. Yek ji wan Xalid Beg e. Yê din jî, Şêx Seîd Efendî ye. Xalid Beg serokê Rêxistina Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ye. Şêx Seîd Efendî, serokê Tevgera 1925an e.

Dibistanên Eşîretan…

Dema ku em ji jiyana Xalid Begê Cibrî qal bikin, divê em li ser dibistanên eşîretan rawestin. Lewra Xalid Beg di wan dibistanan de perwerde bûye. Pişt re Dibistana Leşkerî ya Xerbiyê qedandiye.

Împeratoriya Osmaniyan, Împeratoriyek gelek fireh bû. Miletên bindest dixwest in ku ji bin desthilatdariya Osmanî derkevin û li welatên xwe desthilatdar bin.

Di dema Osmaniyan de jî, her çiqas hebûna miletê kurd nedihat înkar kirin û miletê kurd dihat nas kirin û kurd biçek otonom bin jî, di navbeyna desthilatdariya Osmanî û kurdan de; bi taybetî jî di navbeyna herêmên otonom û mîritiyên kurdan yên li Kurdistanê nekoki derdiketin. Du serhildanên mezin yên di dîroka Kurdistanê de xwediyê ciyekî girîng girtin hene. Ew serhildanan, serhildana Mîrê Botan e ku di sala 1820an de qewimî bû. Serhildana ku di bin pêşengiya Şêx Ûbeydullahê Nehrî de di sala 1840î de qewimî bû. Bi taybetî serhildana ku di bin pêşengiya Şêxê Nehrî de qewimî bû, dewletek milî ya kurd û Kurdistanek serbixwe ji bona xwe kiribû armanc.

Împeratorên Osmanî, loma dixwestin ku Kurdistanê zêdetir bi desthilatdariya merkezî ya feodal re girê bidin, kurdan zédetir bigrin bin zapt û raptê.

Loma jî Melîkê Osmanî Abdûlhemîde 2emîn, ji bona Kurdistanê û ji bona hemû welatên din yên di bin desthilatdariya wan de projeyek pêk tîne. Ew projeya jî, “Mektebên Eşîretan” e. Ew mekteban di sala 1892-an de ava dibin.

Rastiyek hebû ku li hemberî desthilatdariya merkezî ya Osmanî yên ku serîhild<n desthilatdarên Kurdistanê û serokeşîr bûn.

Bi rêya mektebên eşîretan di heman dem de zarokên eşîretan wek rehîn hatin girtin ku li hemberî desthilatdariya Osmanî serhildan nebin.

Ji aliyê din de zarokên serokeşîran, ji medreseyên kurdî dihatin dûrxistin ku di medreseyên kurdan de perwerdeyî bi kurdî çê dibû.

Di mektebên eşîran de armancek jî ew bû ku kurd asîmîle bibin û bên helandin û ji kurdbûnê dûr bikevin; Ji aliyê din de eşîrên Kurdistanê bi otorîteya merkezî ya Osmanî re bên girêdan. Dîsa bi rêya wan eşîran pêşiya serhildanan bigre.

Zarokên serokeşîran, 6 an jî 7 salan di van mekteban de perwerde dibûn. Dema ku zarok li mektebê dixwendin dewletê hemû hewcedariyên wan bersîv dikir. Her meh pere dihatin dayîn. Zarok û xwendevan li mekteban jî radizan û jiyana xwe li ev ciyê girtî didomandin. Piştî ku zarokan mektep diqedandin dibûn memûr, walî û mûtasarrif. Şert bû ku ew vegerin welatên xwe li wir li ser gel bandora Osmaniyan çê bikin.

Bernameya perwerdayî ya mekktebên bi planaek gelek merkezî û gorî ku xwendevan asîmîle bibin hatiye amade kirin. Loma jî divê dersên olî jî bi zimanê tirkî bê dubare kirin. Ev yeka jî derdixe holê ku armanca Abdûlhemîdê 2emîn, perwerdayî ya olî nîne. Eger armanc ew bûya hewce nebû ku ew dibistanan ava bibin. Lewra di Medreseyên Kurdistanê de perwerdyî ya olî gelek bi awayekî hêja dihat meşandin.

Ev siyaseta asîmîlekirina kurdan bi serneket. Beşek zarokên ku di mektebên eşîretan de dixwendin, li Stenbolê bi rewşenbîrên û welatparêzên kurdan re danûstandin dikirin. Vê yekê jî şûûra van ya milî pêş dixist. Yisûf Ziya Beg û Xalid Begê Cibrî ew kesên ku mektebên eşîretan xelas kiribûn ku wan ji tevgera Kurdistanê re serokatî kirin.

Loma jî hat tespıt kirin ku mektebên eşîretan xizmetî armanca asîmîlasyonê nakin, di sala 1906an de hatin girtin.

Ev siyaseta Melîk Abdûlhemîd siyaseta Îttîhad Terakkîciyan bû. Ev siyaseta piştî ku dewleta Kemalîst ya Tirk jî ava bû jî, domand. Dewleta Kemalist û îdeolojiya wan ya fermî Kemalîzmê got ku “milertê kurd tune ye. Miletê kurd tirk e”. Kemalîstan bi vê nazariyê, xwestin kurdan bikin tirk. Loma jî perwerdayî bi zimanê tirkî hat meşandin. Zimanê kurdî qedexe bû.

Perwerdayî ya bi tirkî jî, nikarî pêşiyan vê pêşketinê û guhertina xwendevanên kurd bigre. Loma piştî salên 1960î, wek mektebên eşîretan YBO (Yatılı Bölge Okulları/Mektebên Herêmî yên Lê Mayînê) bes li Kurdistanê ava bûn.

Li van mekteban jî dixwestin zarokên kurdan bikin tirk. Lê ev siyaseta dewleta Kemalîst ya tirk jî bi serneket. Di wan mekteban de jî gelek xwendevanên kurdperwer derketin; di nav tevger û rêxistinên Kurdistanê de cîh girtin.

Jiyana malbatî, civakî û perwerdayî ya Xalid Beg…

Xalid Beg, di sala 1882an de li Gimgimê (Wartoyê) tê dinyayê. Bavê wî Mehmûd Beg e. Mehmûd Beg him serokeşîra Cibran e û him jî li Wanê qeymeqamî kiriye. Diya wî meta Şêx Ebdullahê Melekan e. Xaltiya Şêx Seîd Efendî ye. Yanî Xalid Beg, di heman dem de bi Şêx Seîd Efendî û Şêx Abdûllahê Melekan re kûrmet û kûrxaltiyê hev in. Şêx Seîd Efendî di hemandem de bi xwişka Xalid Beg Fetma Xanimê re zewicî ye.

Xalid Beg, dibistana Eşîretî ya li Kabataşê û Dibistana Leşkerî ya Bilind xelas dike. Ew yek ji yaverên leşkerî yê jîr e. Wezîfeya wî ya yekem Fîlîstîn e. Lewra Fîlîstîn wê demê di bin bandora Împeratoriya Osmanî de bû.

Ew kesekî gelek jîr bûye. Erebî û Farisî jî baş dizaniye. Erebî û Farisî baş dixwendiye û dinivîsandiye. Ew kesekî çand û edebîyadhez bûye jî. Loma li ser çand û edebiyata kurdî û li ser zimanê kurdî jî xebat kiriye. Wî pirtûk jî nivîsandine.

Ew kesekî gelek rast û dirûst bûye. Dema ku peyvek dikiriye û sozek didaye, ji wan peyvan û sozan vegerandina wî ne mimkûn bûye.

Mirovê doza miletê kurd bûye. Kemalıstan xwestine ku dema ew dest ji doza kurd berde, dê îmkanên mezin ji wî re pêk bînin. Ew van yekan red dike. Bi doza miletê kurd re girêdaniya xwe dom dike.

Sûleyman Necatî yê ku yek ji organîzatorên Kongreya Erziromê ye, dema qala vexwendina Xalid Beg bo Kongreyê dike, derbarê Xalid Begî de wusa dibêje:

“Mîralay Xalid Begê Cibrî yê ku li nav kurdan gelek birêz û sîmayekî bifezîlet bû…”

Derbarê Xalid Begê Cibrî de îfadeya herî balkêş aîdê M. Halit Fırat e, ku li Gimgimê yek ji axayên eşîra Xormekîyan û fermandeyê hêza mîlîs a dewletê bûye. M. Halit Fırat di bîranînên xwe de derbarê Xalid Begî de dibêje:

“Gelek baş zimanê erebî û farisî dizanîbû. Ez bi awayekî qetî îfade dikim ku di dema me de ji alîyê maqulî û exlaqê paqij de kes di ser Xalid Begî re tune bû”.

“Li gor karakterê xwe ji gotina ku ji devê wî derbiketana paş ve gav nediavêt. Ji bo ku ew dev ji vê dozê berde Atatirk rabû ji Anqerê bi awayekî taybet mebûsê Mûşê Hecî Mela Îlyas Begê Mûşî şande îqametgeha wî ya li Erziromê, pê re dûr û dirêj muhavele kir lê di encamê de têgihaşt ku ew dev ji doza xwe bernade, hingê destvala paş ve vegerîya. Di wê navberê de dema ku Atatirk ligel jina xwe Lutfîye Xanimê hate Erziromê, pê re hevdîtinekê kir lê nikarî ji resmîyetê wêdetir biçe”
*****

Di dema Şerê Osmanî û Rûsyayê de di bin serokatiya Xalid Beg de çend hêz ava dibin. Ew hêzan di şer de gelek serkeftî dibin. Xalid Beg, ji bona van serkeftinên xwe tê xelat kirin

Dema ku leşkerên Rûsyayê tên Xinûs û Wartoyê, wê demê Alaya Xalid Beg tê Elazixê û zivistana xwe li Palûyê derbas dike (1915). Di sala 1916-an de hikûmet wezîfaya avakirina Qonaxa Ovacık a Dersîmê dide Xalit Beg. Wê demê ji Apê kevneparlamenterê SHPê Mehmed Elî Eren Xidir Beg re dibe mêvan. Leşkerên xwe li ser erdê wî bi cîh dike.

Xalid Beg li Ovacıxê ji pêwendiya dewlet û gel eciz dibe. Loma jî li hemberî siyaseta dewletê helwestekî rexnegirî bi awayekê nîşan dide. Loma jî dewlet ji ew helwesta Xalid Beg eciz dibin û loma jî alaya wî paşve digrin.

Dema ku Xalid Beg dîsa vedigere Wartoyê wê demê leşkerên Rusyayê xwe paşve kişandibûn. Lewra di sala 1917-an de Bolşewîkan li Rûsyayê desthilatdarî girtibûn dest xwe. Biryar girtibûn ku dev ji şer berdin. Ciyê dagirkir bûn, bihêlin.

Xalid Beg dema li Wartoyê bûye, wî, birayê xwe Ehmed û malbata wî yên din li gûndên elewiyan zivistana xwe derbas dikin.

Di sala 1918an de Eşîretên elewiyan êriş tînin ser Eşîreta Cibraniyan. Mehmet Şerîf Firatê ku nivîskarê “Dîroka Wartoyê”, li gel tadeyên mezin dike. Di hemandem de giliyê Xalid Begê ji dewletê re dike. Dibêje ku: “Halid Begê Mîralay yê Cibrî û Halid Begê Mîralaya yê Eşîra Hesenan eşîretan çekdar dikine. Bi cilûmergên kurdî li gûnda digerine. Propagandaya kurdewarî dikine. Li gûndan pitûkên xwe yên bi kurdî nivîsandine û pirtuka Ehmedê Xanî Mem û Zînê li gûndan bela dikine.”

Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê û Xalid Beg…

Xalid Beg pişt re li Erziromê dibe Şerleşkerê Mewkiyê û Mustahkemê. Dema ku ev wezîfa xwe didomîne Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê tê qedexe kirin. Encama vê biryarê cemîyet belav dibe. Beriya wê jî pêwendiyê Xalid beg bi cemiyetê re hebûne.

Heta Xalid Beg gorî nivîsên îsmaîl Goldaş, ew berpirsayerekî navendî ya Cemîyeta Tealî ya Kurd e. (Îsmaîl Goldaş, Kürdistan Teali Cemiyeti, s.42)

Nûrî Dersîmî jî, endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd bû. Ew yek ji serokatiya Koçgiriyê bû, di serpêhatiyê de dibêje ku Xalid li Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan rêxistinên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ava kiriye.

Ew agahdarî jî derdixin holê ku Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê li gelek herêmên Kurdistanê di bin seroktaiya Xalid Beg de rêxistin bûye.

Ev rastiya bi nêrînên M. Şerîf Firatê ku Dîroka Wartoyê nivîsandiyê û li dijî kurditî bûye jî derdikeve holê. Eşkere xûya dike ku Xalid Beg di organîzekirina Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê de li herêma Çewlig, Mûş û Bidlîsê kesekî gelek bi navûdeng e.

Xalid Beg, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest bi xebata rêxistinkirina kurdan dike. Di heman dem de li ser ziman û çanda kurd jî xebat dike. Ew di wê demê de bi navê Nûbûhara Biçûkan û Eqîdiya Îmanê du pirûkan dinivîse. Ew çend pirtûkan jî werdigerîne kurdî. Wî gelek hewildaye ku bi kurdî axivtin pêk bê. Ew di nav gûndiyan de pîrtukên Ehmedê Xanî û Meleyê Cizirî wekî din pirtûkan belav dike.

Piştî ku Cemiyeta Tealî ya Kurd belav dibe, Xalid Beg ji bona ku rêxistinek nû ava bike, bi mîr, axa, şêx, serokeşîr, mele û munewerên Kurdistanê re danûstandin dike. Encama van danûstandinan jî di sala 1921-an de Rêxistina Azadiyê ava dikin.

Xalid Beg û Peymana Sevrê…

Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di 10 Tebaxa 1920an de Peymana Sevrê pêk hat. Vê peymana şer qedand. Peymana Sevrê: Di navbeyna Dewletên Îtîlafê û împeratoriya Osmanî de pêk hat. Dewletêm Îtîlafê: Împeratoriya Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Ermenîstan, Belçîka, Yûnanîstan, Melikiya Hîcazê, Polonya, Portekîz, Romanya, Sırbîstan, Kraliyeta Slovan û Xirvatê, Çekoslovakya bûn.

Emerîka ji bona ku bi Împeratroriya Osmanî re şer nekiribû û Rûsya hîn nebibû endamê Cemîyeta Miletan wan îmza neavêtin peymana Sevrê.

Peymana Sevrê, peymanek gelek naverok dagirtî bû. Ji sê sed xalî zêdetir bû. Di Peymanê de ji bona kurdan jî mafê dewletbûnê hatibû pejirandin. Ew xalên Peymana Sevrê, xalên 62-65an bûn. Di Peymana Sevrê de hatibû tespıt kirin ku: Komîsyonek dê ji îngilîzan, fransızan, îtalyayiyan ava bibe. Ev Komîsyona dê li beşek Kurdistanê li Rojavayê Firatê sîstema rêvebiriyek herêmî çê bikin.

Piştî salekê dema Kurdan xwestin dê serî li Cemiyeta Miletan bidin dê bibin serbixwe û dewletekê.

Xalid Beg her çiqas ev peymana ji bona miletê kurd û Kurdistanê peymanek têr û tijî nedidît jî, piştgiriya Peymana Sevrê dike. Ji bona ku xalên Peymana Sevrê yên di derbarê miletê kurd û Kurdistanê bikevin jiyanê xebat dike. Li tevayî Kurdistanê digere bi mezinên Kurdistanê, bi şêx, mır, axa, serokeşîr, mele, mûneweran re danûstandin dike û îmzayan berhev dike, ji Cemîyeta Miletan re birê dike.

Hezar mixabin Xalid Beg, di ev hewildana xwe de bi sernakeve. Lewra Kemalîst li dijî vê xebatê derdikevin. Kurdan berdidin hevûdu.

Wê demê Xalid Beg ji bona doza Kurdistanê vekirî û profesyonelî xebat bike, dixwaze ji wezîfeyaxwe dest berde û îstîfa bike. Lê îzin naye dayîn. Encama vê rewşê Xalid Beg, tê sirgûn kirin.

Xalid Beg dişînin Dersîmê. Dema ku Xalid Beg diçe Dersîmê Ovacikê, ji bona ku kurdên elewî û sûnî di armanca milî û Kurdistanî de bibin yek xebat dike.

Ev yeka Kemalîstan û dewleta wan eciz dike, Alayîya Xalid Beg li Dersîmê xeter tê dîtin, loma jî emir tê dayin ku ew paşve vegere. Ew vedigere Wartoyê (Gimgimé) li wir xebata xwe didomîne.

Di wê demê de Kongreya Erziromê tê li darxistin. Ji bona kongreyê Xalid Beg jî tê vexwendin. Lê Xalid Beg vê vexwendinê red dike û beşdarî kongreyê nabe. Ev helwesta Xalid Beg zêdetir Kemalîstan eciz dike. Loma jî biryar tê girtin ku Xalid Beg ji serokatiya eşîrê were dûrxistin bête şandina Erziromê. Ev di sala 1920-an de sirgunî Erziromê dibe.

  1. Şerîf Firatê Wartoyî ew hewildana Xalid Beg ya di derbarê Peymana Sevrê de di pirtuka xwe ya “Doğu İlleri ve Varto Tarihi” de qal dike. Wusa dibêje:”… Di vê navberê de Mîralay Xalid Begê Cibrî, li herêma Gimgimê, Kopê, Melezgirtê, Kela Xinûsê, Kanîreş, Boglan û Çewligê ji serokeşîr û şex û mela û keyayên gûndan mezbetayên morkirî berhev dikir û bo Cemîyeta Tealî ya Kurd dişand. Ji wira jî, qaşo ji bo vî karî bo Mistefa Nemrûdî û Şerîgfe Kurd kul i Yekîtiya Netewan dixebitin, dihatine şandin.” (s.. 156-157)

Di 24ê Tirmeh a 1923-an de di navbeya Dewleta Kemalîstan di heman dewletên ku Peymana Sevrê îmzakirin de Peymana Lozanê çêbû. Peymana Lozanê, bû menîfesto û felsefeya dewleta Kemalîst ya Tirk. Vê peymanê Peymana Sevrê jî ji holê rakir. Ew ji bona Kemalîstan bû serkeftinek mezin, ji bona miletê kurd bû wendayeke mezin.

(dûmayîka nivîsê sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev