
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 80î ye. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berdewama wê piştî çend heftêyan emê çap bikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 80
TÊR Û BIRÇÎ
¤Av zane binav li ku ye.
¤Bira hebe,
Bira gilgil-garis be.
¤Gur hate dîharan,
Delîl halê sêfîl û jaran.
¤Car heye ter û hişk
Tevayî dişewitin.
¤Çek ne ya her kesî ye,
Lê nefs ya hemû kesî ye.
¤Çevê li deriya,
Xwelî li serîya.
¤Çevê me dît,
Devê me ne dît.
¤Dewê payîza bidine ezîza,
Dewê bihara bidine neyara.
¤Dew xwestin
Kodik veşartin?
¤Bê nan û dew
Xeber nayêne hev.
¤Erdî hişk, ezmanî hişk.
¤Yê beyanî,
Jêra bikî malê mîranî,
Axirsongî poşman î.
¤Zengîn ku feqîr bû,
Çil sal bîna zengîntîyê jê tê,
Feqîr ku zengîn bû,
Çil sal bîna feqîrtîyê jê tê.
¤Gur birçîna nikaribû rê here,
Digo: -Usa xwarîye,
Ku nikare rê here.
¤Hêstir bi kodê av nadin.
¤Pîrê nemire heta bahar tê,
Kero nemire, heta qîfal tê.
¤Kes birçîna ne mirîye.
¤Kurmanc têr e,
Xew jêra xêr e.
¤Kurmanc birçî ye,
Xew jêra çi ye?
¤Herçî jar e,
Havînê jî li wî sar e.
¤Hinekan ra mal û dîwan,
Hinekan ra jî parî nan.
¤Merîyê birçî bêy dîn û îman e.
¤Merîyê birçî
Bawar nake têr be.
¤Merîyê birçî
Kevirê nerm jî dixwe.
¤Min çi kirîye malê pir,
Ku çi bikim kavirê kur.
¤Mirîşka birçî di xewnê da qût dibîne.
¤Nevsa birçî
Xwe davê ser sêla sor.
¤Têr çû, birçî hat.
¤Ziktêrê çevbirçî ye.
¤Çevtêrê zikbirçî ye.
¤Xelayî hat,
Merivayî hilat.
¤Xewa girtîyan tê,
Xewa birçîyan nayê.
¤Xiyala birçîya nan e.
¤Xwestîya rûkî reş e,
Nedaya herdu rûyan reş e.
¤Zef dîtîye, hindik xwerîye.
¤Zikek-du minet?
¤Zikê têr haj ji zikê birçî tune.
HEQÎ Û NEHEQÎ
¤Heqî ser neheqîyê
Bare-bar e.
¤Eger şaş î –
Çi pêş î, çi paş î.
¤Destê nayê ramûsan,
Wê bê geztin.
¤Mî pîyê xwe, bizin pîyê xwe,
Her kes diçe ser emelê xwe.
¤Merîyê heq diçe ser heqîyê,
Yê neheq diçe ser neheqîyê.
¤Min kir, te kir,
Bêkaran navê xwe lê kir.
¤Yek kevirekî xêrê
Jê ra nade serê rê.
¤Yekî xêrê
Nayê dêrê.
¤Zû diçim, divên-“dîn e”,
Hêdî diçim, divên-“axmax e”.
¤Serê kêrê, zikê zebeş.
¤Serê ku hate birînê,
Bi malê dinyayê nayê kirînê.
¤Tu çi bavêjî,
Tê wê jî biçinî.
¤Çiqas daran ber kûçikan bihejînî,
Kûçikê ewqas biewtin.
¤Kê roja xweş ne razî ye,
Diçe ser roja reş.
¤Xelqê kenîyam, hate serê min.
¤Xwerina tûj şîrin e,
Xebera tûj birîn e.
¤Tu jê ra nebêje koro,
Bira ew ji te ra nebêje keçelo.
¤Ji yekî ra gotin:
Were te bibime cinetê,
Go: -Îro sar e.
¤Ro diçê, qeda naçe.
¤Çi bêjî bejina siyarê min tê.
¤Bira bibe kirtîna gizêrê!
¤Ezê vê kulê
Tême kîjan qulê?
¤Aş çûye, pey çeqçeqê ketîye.
¤Yê çû, nede dû.
¤Karê guhê berxê girtîye,
Hela di ser da jî mike-mika karê ye.
¤Go: -Bavo min dizek girtîye,
Go: -Bigre bîne.
Kur go: -Dikim-nakim nayê.
Go: -Berde bira here.
Go: -Min berdaye, îja ew min bernade.
¤Ne sar lê tê, ne germ lê tê.
¤Neheqî jibîrke, heqîyê jibîr neke.
¤Aş xiyalekî, aşvan xiyalekî.
¤Mar ji pûngê ne xweş bu,
Pûng jî ber devê qula mar şîn dibû.
¤Wê bê ew dewrane,
Pişîk bive pelewane.
MERÎYÊ QENC Û KIRÊT
¤Devê xar,
Ken lê nabe sitar.
¤-Kûsî, tu çima usa pîsî?
-Xwedê usa li enîya min nivîsî.
¤Îro yar e,
Sibê neyar e.
¤Hîv hîv e,
Lê dîsa eybe lê ye.
¤Kilê kovanê,
Mijê dûmanê.
¤Kêzka reşe fistoqe,
Xwe daye rexê vê mircanê,
Dibê, hîvê derneyê,
Ezê derêm.
¤Meriv kevir davê bircê belek,
Xwe navêje malê merek.
¤Mêrê kasê
Merîya radike reqasê,
Davêje cîkî hasê.
¤Nan bi rû va tê xwarinê.
¤Ji xelqê ra gul e,
Ji xwe ra kul e.
¤Xurî û sorikan gotîye:
Bira kes payê xwe nede,
Nebê em rind in,
Heta em tên û diçin.
¤Ji devê ra gotin:
– Pişta te xwar e.
Devê cab da go:
-Kêdera min rast e,
Ku pişta min xwar e?
¤Herçî wara,
Para hesinî siyara.
¤Kê ser çavê wî dinhêre,
Têr dibe.
¤Berf jî sipî ye.
¤Jina rind bela serê mêr e.
¤Bê sîr û pîvazekê
Nayê xwarinê.
¤Dîwaro, eyb û a’r sitaro.
¤Şewqa wê daye newqa min.
Riataza
sıpas jı amede kara ra helbetén xaşbun.