Êzdîyê heyranê Kurdistanê kirasguhastî bû

Hozan Dilgeş çû ber dilovanîya Xwedê

Yilmaz Yildiz

Hêjano!

Ev rast e, xebera mirinê zû belav dibê.

Xebereke reş ji min re hat ku hunermendê bi nav û deng, HOZAN DILGEŞ (Pîr Hiseynê kurê Pîr Nahroz) li Almanya çûye ber dilovanîya Xwedê.

Hozan Dilgeş hunermendekî naskirî bû û bi stranên xwe ên şoreşgerî xizmeta gel û welatê xwe kiribû û cihekî xwe ê taybet li cem gelê kurd çêkiribû.

Hozan Dilgeş Kurdekî Êzîdî bû, ji navçeya Nisêbînê, ji Mêrdînê bû. Ji salên 1970’an ve wek pênaber li Almanya dijîya.

Mixabin eva çend sal bûn ku nexweşîya şekir bela xwe lê dabû. Berîya demekê jî her du lingên wî di ber qabukê re jê kiribûn û ev jîyana dirêjkirî di nava nîvînan de ji Hozanekî weke wî bi nav û deng re gelekî zahmet bû.

Hozan Dilgeş ji malbateke pîrê Ezîdîyan bû.

Hezar rehma Xwedayê Mezin û Dilovan li Hozan Dilgeş bê û cihê wî biheşt be.

Mixabin stêrkek mezin ji asîmanê Kurdistanê hate xwarê.

Bila serê malbatê, serê Civaka Êzîdî, hemi hezkirîyên wî û tevaye Kurd û Kurdistanê sax bê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev