Li Stenbolê ji bo zarokên Şingalê şevek li dar dikeve

Li Stenbolê ji bo zarokên Şingalê şevek li dar dikeve

Bêcirman Bêcirmanî

Roja 17-ê Adara 2017-ê li Taksîma Stenbolê çalakiyeke xêrxwaziyê ji bo zarokên Şingalê li dar dikeve ku vê gavê li kampên Xanika Sêmêla Dihokê tevî malbatên xwe di konên penaberan de dijîn.

 

Çalakiya xêrxwaziyê bi navê “Em ji bo zarokên Şingalê ken û pêlîstokan didin hev” tê lidarxistin. Kesên ku wê rojê bixwazin dikarin pêlîstokan berhev bikin û bînin cihê ku wê çalakî lê li dar bikeve.

 

Di şevê de wê stran û kilam bêne gotin, helbest bêne xwendin û axaftin bêne kirin.

 

Di beşê muzîkê yê şevê de Rêzan Şîrwan, Marûf Alan û Nebî Demîrel; di beşê helbestê de jî Yucel Aslan û Keremo wê kilam, stran û helbestên xwe pêşkêş bikin.

 

Li hêla din helbestvan û derûnînas Bêrîvan Zînzalê jî wê di çalakiyê de li ser kar û xebata xwe ya li ser jin û zarokên kurdên êzîdî yên penaber biaxive û behsa jin û zarokên li kampa Xanika Berê ya Dihokê bike. Zînzal ev demek e ku li ser kar û barên civakî kar dike û cara dawî giraniya xebata xwe daye ser jin û zarokên kurdên êzîdî ku ji Şingalê eware bûne û ji neçarî di kampan de jiyana xwe berdewam dikin.

 

Zînzalê diyar kir ku ev çalakiya ku wê li Stenbolê bikin xebateke biçûk a xêrxwaziyê ye, lê armanca wan ew e ku ew bala raya giştî ya kurdan ji Stenbolê heta Dihokê, ji Ewropayê heta Şingalê bikişînin ser rewşa kambax a jin û zarokan.

 

Helbestvan û derûnînasa kurd her wiha bang li gelê kurd kir ku ew li ku jî bin dikarin dil û mejiyê xwe ji bo wan jin û zarokan bikin yek û ji bo wan -hindik be jî- tiştekî bikin.

 

Şev 17-ê Adarê saet li 18.30-an, li Şevîn cafeyê, li vê navnîşanê li dar dikeve:

 

Katîp Mustafa Çelebî Mah.

Kuyu Sok. No: 16/A

Taksîm Beyoglu-Stenbol


 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev