Amerîka banga azadiya fikir û ramanê li Tirkiyê kir: Vê azadiyê biparêze

Amerîka banga azadiya fikir û ramanê li Tirkiyê kir: Vê azadiyê biparêze

Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA) li ser azadiya derbirînê, ewlehiya daşizandina adil û darizandina azad de bang li Tirkiyê kir.

Wekîlê Berdevkê Wezareta Karên Derve Yên Amerîkayê Mark Toner daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya çapemeniyê de Toner pirsa li ser Tirkiyê ya bi awayê: “Niha ji 150-yî zêdetir rojnameger li Tirkiyê di hepsê de ne û Tirkiye ber bi referandûmê ve diçe. Li ser muxalefetê pest û kotekî gelekî zêde ye. Fikra we ya li ser problemên mafên mirovan ên li Tirkiyê çi ye?” wiha bersivand:

“Amerîka li ser axaftina mafên mirovan û azadiyên bingehîn, herdem hem di hevdîtinên taybet de, hem jî li ber raya giştî xwediya helwesteke berbiçav e. demeke dirêj e behsa van mijaran dike. Hûn hemû vê yekê dizanin. Em bang li Tirkiyê dikin ku hurmetê nîşanî azadiya derbirînê, ewlekariya parastina adil, darizandina azad û mafên din ên bingehîn bide.”

Mark Toner wiha berdewam kir: “Her wiha baweriya me bi azadiya derbirînê heye. Em piştgiriya hemû cure mafên derbirîna fikir û ramanan dikin.”

Toner, li ser referandûma Serokomariya Partiyî 16-ê Nîsana 2017-ê ku wê li Tirkiyê pêk were jî got: “Ev mijar girêdahiyê gelê Tirkiyê ye û divê biryara vê yekê ew bidin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev