
Devliken Kelogirî
1- Kurdistan ê çi wext serbixwe bibe?
- a) Ne di dema vî Xwedayî de.
- b) Ne di dema Xwedayê pişt vî Xwedayî de jî.
- c) Piştî mirina vî Xwedayî, lê bi şertê ev Xweda jî bêzuriyet bimire.
- d) Kurdistan ne xema kesî ye.
2-“Kurmê darê ne ji darê be dar narize” wateya vê biwêjê çî ye?
- a) Dar ji mervantîya kurman aciz e.
- b) Çavê kurm li darê dibire.
- c) Kurm bêfesal e, nan û xwêya wî li ser gûzika wî ye.
- d) Kurm dost û dijminê xwe ji hev nas dike.
3- “Sê caran wê maç da min, sê caran wê lêv da min, sê caran wê çav da min” Ciwan Haco ev stran ji bo kê gotiye?
- a) Eyşika Ereb
- b) Pîra Fatê
- c) Hulya Awşar
- d) Emîna Sadûno
4- Kê nav li Evdî kirîye?
- a) Keça xaltîka wî
- b) Jina wî
- c) Dêya wî
- d) Bavê wî
5- Silêman ji bo çi bi xwas digere?
- a) Sola wî tune ye.
- b) Sola wî heye, lê qêmîş nake wê têxe pê.
- c) Naxwaze bêhn ji nigên wî bê.
- d) Zivistan e, binê sola wî qul bûye.
6- Hemdîn çima bê paşnav e?
- a) Ji ber ku tim û tim pêş ve dehere.
- b) Firk ketîyê stuyê wî, nikare li paş xwe binêre.
- c) Nasnameya xwe wenda kiriye, paşnavê wî nayê bîra wî
- d) Hemdîn bê bav e.
7- Zarok çima digirîn?
- a) Ji ber mezinên xwe fedî dikin
- b) Ji xwarina şîr aciz bûne, doza xwarinên din jî dikin.
- c) Bin xwe edem dikin, dêyên wan bi ser wan de diqîrin.
- d) Dêyên wan ji xwarina fasûlîyan hez dikin, loma jî zarok dinepixin û ditengijin.
8- Bilbil ji gulê re çi dibê?
- a) Ez ya te me, tu ya min î.
- b) Hezar heyf ku ez li ser te distirêm.
- c) Ez ê nema bi bêhna te bixapim.
- d) Ji îro û pê ve, ez li mala xwe, tu li mala xwe.
9- Dik ji bo çi azan dide?
- a) Qayîşê bi mele re dikşîne.
- b) Ji bo xwe têxe çavên mirîşkan.
- c) Dilê wî heye albumekê derxe.
- d) Dê û bavê wî dengbêj in loma.
10- Mirîşka kumiksor ji bo çi dike qareqar?
- a) Xwedî kêr daye ser stu.
- b) Dike hêk bike.
- c) Ketîye menopozê.
- d) Mêrê xwe di ser mirîşka kumikreş de zevt kiriye.
11- Stranbêj Beytocan gava strana dibêje çima xwe dihejîne?
- a) Ji kêmqawetî.
- b) Ji bêedebî.
- c) Ceriyan pê digire.
- d) Canê wî dixwre.
12- “Gurî gurî qaqa, serî bi simaqa” ji bo çi hatiye gotin?
- a) Li ser serê kesên gurî simaq şîn nayê.
- b) Simaq serê gurî dişewitîne.
- c) Gurî gelekî ji simaqê hez dike.
- d) Gurî ji simaqê aciz e.
13- Jin doza xwe û çi dikin?
- a) Ji ber mêrê pîs aciz in.
- b) Dixwazin mêr jî zarokan bînin.
- c) Dixwazin du mêran bînin.
- d) Ne yek jî.
14- “Dengê defê ji dûr xweş tê” wateya vê biwêjê çi ye?
- a) Ev bêbextiya Heynderê Aşiq e.
- b) Reqsa li ber defê ne tu hawe ye.
- c) Sed metroyî dûrî defê bireqisin.
- d) Ji bo şabaşa defvan neyê dayin.
15- Elok û Aliya çiyê hev in?
- a) Pismamê hev in.
- b) Ne tiştekî hev in.
- c) Elok ji ezbeta Aliyevan e. Ji bo li Azerbaycanê doza desthilatdariyê neke, terkîwelat bûye.
- d) Aliya navê stranek Elokê ye. Minak: “Elo Elo AAAlllîîîyaaa!”
16- Sofî Brahîm gava radikeve rîha xwe çi dike?
- a) Dixe bin lihêfê.
- b) Kevnekî lê digerîne.
- c) Wê serbest berdide.
- d) Wê li hev dipêçe.
17- Serê Xeto çima ber jêr e?
- a) Ji bênamûsî.
- b) Ji xwe re li pera digere.
- c) Pozê wî xwîn jê diniqute, naxwaze edem bibe.
- d) Serê wî ji qûna wî girantir e.
18- Misto çima xwe dicivîne ser hev?
- a) Mîzê zor dayiyê.
- b) Serma girtiye.
- c) Dike fisekê bike.
- d) Hundir teng e, cî ji hevalê xwe re çêdike.
19- Kûçik çima li ser dêla xwe rûdine?
- a) Ji bo kes dev dêla wî neke.
- b) Têdigîhêje ku tişt ji xerabiyê dernakeve.
- c) Lêborînxwestin e.
- d) Xwe qure dike.
20- Qurequra beq ji ber çi ye?
- a) Birçî bûye.
- b) Dil girtiye.
- c) Hinek wî di avê dadike.
- d) Zikêşî bûye.
21- Pisîk bera mişk dide û mişk jî ji ber direve. Pisîk li ku wî bigre ew ê wî bixwe. Mişk di cî de disekine û li pisîkê dizîvire. Gelo mişk ji pisîkê re çi dibêje?
a) Ji kerema xwe re çavên xwe bigre heta ez xwe vedişêrim.
- b) Bes bera min bide, bêhn li min çikiya.
- c) Tu belasebeb bera min dide ez ne mişk im.
- d) Ez rê bi ser qula xwe naxim, gelo tu karî alîkariya min bikî?
Riataza