Helepçe ji bîr naçe

Helepçe ji bîr naçe

Latif EPÖZDEMİR

Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bar û bombeyên ket. Balafırên rêjîma faşîst a Baasê, bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayî yên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê reşandin. Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçê hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birîndar bûn û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kavilkirin. Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dîrokê. Hê jî li Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye.

Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwînrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şerekî tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir. Rêjîma faşîst a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bû. Rêjîma nîjadperest a Îraqê, ji bo gelên Îraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalê de 182 hezar Kurd hatin kuştin. Heşt hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin, bi dehan gund ji nexşeyan xera bun, pênç hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê faşîstan bu goristaneke mezin.

Sala 1988’an demek bû kû mirovayetî tevizî bu, bêdeng mabû.

Qeleçoya (tevkuştin) Helepçeyê ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.

Rêjîma nîjadperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye“ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev wehşetek bêhempa bu.

Li bîr e ku rêjîma Kemalîst a Turkîyê jî, di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribû. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun û bi deh hezaran Kurd kuştibûn. Rêjîma Kemalist aTurk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî, dabû serbazan û pênasa wan winda kiribû.

Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “Keçên Enfalê” her wekî hev in. Ev şerma giran hê jî li ser rûyê dewleta Turk e.

Pirsgirêka Kurdan îro jî, li Îranê û Suriyê û Turkîyê, hê jî berdewam e. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome.

Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwîndar ne çare ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin. Divê ji îro û pê ve, baş were zanîn ku heta pirsgirêka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

İro li herêma Rojhilata Navîn, li Îraqê û Suriyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrişên dirindehî û hovîtiya DAİŞ a terorîst, hêzên şervanên Kurd bi mêrxasî û pakrewanî li ber xwe didin. Tekoşîna şervanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdan e, lê ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendîya mirovayetîyê jî didin. Şervanên Kurd bi gernasî jîyana gelên navçê jî diparêzin. Ew gelên navçê ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurda kuştibun û xwestibun ku fermana Kurda ji navçê rakin.

Ev şanazîya gelê Kurd e ku şervanên Kurd di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.

Ev yek dîyardeyek giring e ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.

Xûyaye ku îro Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn parêzgerê aştî û ewlehîya navçê ne.

Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêpar in. Kurd ji 50 milyonan zêdetir in û li ser erd û axa xwe hê jî wek bîyanîyan dijîn, bê dewlet in û qedera wan di destê rêjîmên nîjatperest de ye.

Dîyar e ev zilm û zordestî ta ebed nameşe. Çare nîne zordestên navçê rojekê her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê werin ber dadgehê û wê hesaba kiryarên xwe yên qirêj, yek bi yek bidin. Çare nîne, zordestî wê hilweşe.

BÛYERA HELEBÇÊ MİROVANTÎYÊ TEVİZAND. Komkûjîya Helepçe, li ser derûnîya mirovên navçê tesîrek gelek mezin peyda kir. Ev haletê xîrabbûyî hê jî dewam dike. Lewra ye ku Helepçe jibîr naçe.

Li Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de ala mirovatîyê li bin pê bû û wujdan bêdeng mabû.

Mirovatî bi kuştîyên Helepçeyê re hatibu kuştin. Ev bûyera ku xwîn li bedena mirovan tevizandibû, ne qible ye ku were jibîr kirin. Derdê Helebçê wek derdek bêderman derbasî dîroka mirovatîyê bû.

Enfal û Halepçe rûpelek reş in di dîrokê de û tû carî nayên jibîr kirin. Rêz û ihtîram ji bo şehîdên Enfalê û Helepçê!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev